Elmas Eren a 39 salan li Kurê xwe Hayrettîn Eren geriya jiyana xwe ji dest da

  • rojane
  • 18:52 19 Tebax 2019
  • |
img
STENBOL - Dayika Şemiyê Elmaz Eren a ji bo aqûbeta windayan bipirse 751 hefte ne li Qada Galatasarayê û pêş Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê tev li çalakiyên Dayikên Şemiyê dibû, bêyî aqûbeta kurê xwe fêr bibe û bigêje hestiyê kurê xwe Hayrettîn Eren, li mala xwe ya Avcilarê jiyana xwe ji dest da. 
 
Dayîkên Şemiyê 23 salan li Qada Galatasaraya Kolana Îstîklalê ya Stanbolê û 1 salin li pêş Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê kom dibin û ligel xizmên xwe yên winda li “Mirovahî” û “Wijdanê” jî digerin. Serpêhatiya Dayîkên Şemiyê bi çîrokên xizmên xwe yên windare, dest pê dike. Yek ji Dayikên Şemiyê, dayîka Hayrettîn Eren ê 39 salin winda ye Elmas Eren û xişka wî Îkbal Eren tu ferqa çîroka wan ji yên din ne cûdaye.  
Dayîk Eren û Îkbal Eren bi salane têkoşîna ji bo bigihijîn hestiyê Hayrettîn Eren dan û deriyek nema ku lênexistin. Malbata Eren, hîna jî wêneyên Eren ên di dibistina Navîn û lîseyê de xêz kirin û amûrên wî vedişêrin. 
 
Dayika Şemiyê Elmaz Eren a ji bo aqûbeta windayan bipirse 751 hefte ne li Qada Galatasarayê û pêş Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê tev li çalakiyên Dayikên Şemiyê dibû, li mala xwe ya Avcilarê jiyana xwe ji dest da. Kurê Elmas Eren Hayrettîn Eren di 21'ê mijdara 1980’an de li Rêboriya Haşim Îşcan a Stenbolê hatibû binçavkirin û 39 salin winda ye. Ji 27'ê Gulana 1995'an ve Dayikên Şemiyê tam 700 hefteyan li Qada Galatasarayê li xizmên xwe yên winda geriya. 51 hefteyan jî li pêş ÎHD'ê ya Stenbolê di bin dorpêça polîsan de li aqûbeta windayan geriyan. Niha di nav Dayikên Şemiyê de ya herî temendirêj Elmas Eren bû. Kurê wê Hayrettîn Eren (26) piştî darbeya 12'ê Îlonê di 21'ê Mijdara 1980'yî de hat binçavkirin û windakirin. Di salên dawî de Erena 87 salî ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê nikarîbû biçe Qada Galatasarayê. Her hefte telefonî keça xwe Îkbal Eren dikir û digot "Ev hefte çawa derbas bû? Kî hat bibîranîn? Kî hatibûn?" 
 
Dayik Eren, ji roja ku çalakiyên Dayikên Şemiyê dest pê kirin ew tev li wan bû û ji bo biçe Qada Galatasarayê xesûya xwe ya felcî datanî cem xizmên xwe û berê xwe dida qadê. Dema hevalê Hayrettîn diçû mala Eren, li cem wan qet nedigiriya. Di nava xwe de digiriya. Tim êşa wê di nava wê de bû. Nedixwest kes li ber bikeve. Lê tu carî dev ji lêgerîna wî berneda. Bêyî ku hayê me jê hebe diçû Midûryeta Polisan. Di salen dawî de ji ber tenduristiya wê hin tiştan tev li hev dikir. Lê hin tişt hene hîn jî ji bîra wê neçûne. Dema xwarineke Hayrettîn jê hez dikir çêdikir gazî keça xwe dikir. Dema kesekî dişibiya wî bidîtana digot. Her çend dem derbas bû jî, bê hêvî nebû. Di got 'Hin tişt hene qet nayên jibîrkirin.'  
 
Elmas Eren ji sala 1995'an ve her hefte çû Qada Galatasarayê. Dema hefteyekê neçûya xew bi çavên wê nediket. Qada Galatsarayê bûbû cihê goristana wê. Elmas Eren û keça xwe Îkbal Eren 39 salan li benda aqûbeta Hayrettîn Eren ê dibin çavan de hat winda kirin rawestiyan. Dayik Elmas Eren ji bo goreke kurê wê hebe têkoşînek bê heman da.  
 
LI ÇANAKKALEYÊ JI DAYIK BÛ
 
Eren, di sala 1933'an de li Emîrorgan a Navçeya Bînga yê Çanakkale ji dayik bû. 3 xwik û bira bûn. Di sala 1950'an de bi Kemalettin Eren re zewici. Zaroka wan a ewil Cemile di sala 1951’an de ji dayik bû. Ji ber hevjînê wê nexwest li gund bijî koçî Stenbolê kirin. Di sala 1954'an de kurê wan Hayrettin Eren ji dayik bû. Di sala 1957’an û sala 1964’an de zarokên wan îkbal û Faruk Eren  ji dayik bûn. Hayrettîn Eren di 21'ê Mijdara 1980’an de ji bo bi hevalê xwe Ahmet Ozturk re hevdîtin bike derket û li Rêboriya Haşim Îşcan a Stenbolê hat revandin. Eren ji wê rojê heta niha li kurê xwe Hayrettin Eren digere aqûbeta wî dipirsî. 
 
 

Sernavên din

01/06/2020
20:30 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 563
19:02 Her 3 kesên ku Bariş Çakan kuştin hatin girtin
17:38 Kal û pismamên Bariş Çakan: Ji ber muzîka kurdî hat kuştin
17:10 ÎHD: Destûr nayê dayîn ku gora komî were lêkolînkirin
16:47 Bariş Çakan spartin axê
15:49 Ji Colemêrgê berteke li dijî kuştina Bariş Çakan
15:20 HDP'ê helwesta xwe aşkere kir: Emê bi hev re têbikoşin
15:19 Dayika Karaman li ber dadgehê daxwaza edaletê kir
14:57 Partiyên Yekitiya Niştimaniya Kurd: Tirkiye ji bo çareseriyê asteng e
14:52 Li Wanê çayxane têje bûn
14:39 Malbata Kartal: Bila girtiyên nexweş bên berdan
14:20 Kesekê Nûrcan Polat kuşt hat girtin
14:19 Ji sedî 95'ê bereketa çotkaran weşiya
14:11 Rêxistinen pîşeyî: Tê xwestin muxalefet bê bêdengkirin
14:10 Di serdana gunde 56 kes bi vîrûsê ketin
14:08 Ji parêzeran vedişêrin, bi medya îqtîdarê re parve dikin
14:01 Li Amedê pêvajoya ‘asayîbûnê’ dest pê kir
13:16 Komeleya Rosa rapora xebatên xwe parve kir
13:14 Bi deh hezaran muzîsyen tevlî kampanya ji bo Ocalan bûn
13:11 Gelo bi copê tecawizî M.E.C. kirin?
13:01 Heman îşkence û heman wêne!
12:51 Ji bo gora komî Kerboranê daxwaza lêkolînê hat kirin
12:27 Ji bo cenazeyên li Kîlyosê bang li Meclîsê kir
12:01 Di 82 rojan de tundî li 83 kesan hat kirin
11:50 Piştî emeliyata mejî paşve şandin girtîgehê
11:34 Îşkenceya li qereqolê li gorî midûriyeta polîsan 'Hêza bi kontrol e'
11:25 Xwepêşandanên li Amerîka gihîştan Qesra Spî
11:10 Di 2019'an de 50 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan
11:01 Muslim: Pêngava diyalogê wê di demek nêz de dest pê bike
10:35 Parlamenterê HDP’ê Koç: AKP welat ber bi tundiyê ve didefîne
10:34 Polîsan cenazeyê Kartal ê girtiyê nexweş revandin û definkirin
10:15 Serokê ATO Bulut: Dê nexweşên Covît-19 zêde bibin
09:43 Keskîn: Êrişkirina goristanan binpêkirina Peymana Cenevre ye
09:24 Li Şirnexê bikaranîna rûpoş bû mecbûrî
09:21 Psychology Kurdî bi hejmarek taybet derket
09:19 Bûn bêhna zaravayeke li ber xeterê
09:18 Şertên girtîgehê bandorekê çawan li zarokan dikin?
09:17 Kesê 2 meh berê emeliyata dil bûbû hat girtin
09:16 Amed bi rêjeya hejmara nexweşên xwe yên herî zêde ket pêvajoya asayîbûnê
09:15 Li Kanîreşê dem dema bihar û zozanan e
09:14 Li dijî Santralên Nukleerê seri li şûreya dewletê dan
09:13 ‘Şerê taybet li ser malbatan didin meşandin’
09:13 Li Edeneyê binçavkirina Qorsan
09:12 Kujerê siyasetmedarê Kurd Melik 26 salin hêj mechûl e
09:00 ROJEVA 01'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:08 Ciwane li muzîka Kurdî guhdar kir kuştin
31/05/2020
22:09 Kesê ku gef li Weqfa Hrant Dînk xwar hat girtin
21:13 Hejmara miriyên vîrûsa koronayê derket 4 hezaz û 540 kesî
19:33 Ji şêwirmendê parlamenterê MHP'ê wêneyên îşkenceya li emniyetê
16:35 37 kesên din li Êlihê bi şewba Covît-19 ketin
16:02 Osman: Kurd bi yekîtiya neteweyî dê bi ser bikevin
15:17 Polîsan bi lêdanê binçav kirin
14:48 Walî derketina derve li 19 gundên Bedlisê qedexe kir
14:42 Îdîaya polîs û zabiteyan tundî li firoşkarên seyyar kirin
13:59 Dê cenazeyê Kardal li Manîsayê defin bikin
13:41 Rêxistinên jinan xwest Tirkiye ji Efrînê derxin û bersûcan darizanînin
13:07 Di bûyera êrîşa li dijî polîsan de hejmara kesin hatin binçavkirin derket 3’yan
12:51 Welatiyên hatibûn îşkencekirin, cardin hatin binçavkirin
12:41 TEV-DEM: Ji bo Efrînê komîsyoneke lêpirsînê ava bikin
12:31 HDK: Berxwedana Gezî pir zimanî fêr kir
12:20 Hêzên Rejîma Îranê li Serdeşt û Pîranşarê 4 kolber birîndar kirin
11:12 Geliyê Bertul qedexe kirin
10:12 Akay 2 sal in di tecrîd û îzolasyonê de ye
09:55 Prz. Kûzû: Hêviyên winda bên dîtin cardin nû bû
09:03 Şewata li daristanê îxbar kir, cezayê muebetê lê hat birîn
09:02 Tûran: Pêdivî bi mudaxileyeke şoreşgerî heye
09:01 ‘Bila îthalkirina bermayiyên plastîkî yên dibin sedema belavbûna şewbê bê rawestandin'
09:01 Li gor giştînameya heywanên li kuçe û kolanan tev negeriyan
09:00 Ji bo yekîtiyê ne gotin, pratîk divê
09:00 Li vî gundî her tişt bê pere ye
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2020'AN
08:34 2 kes li Rezanê hatin binçavkirin
08:08 Girtiyê Nexweş Kartal jiyana xwe ji dest da
30/05/2020
21:07 26 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane, 983 kesên din jî bi şewbê ketine
20:43 Qeyûmê pirtûkxaneya bi navê Celadet Alî Bedirxan xera kir!
18:41 Hevserokên HDP'î hatin berdan
17:02 Nivîskarê Ermenî Mihçi: Piştî Erdogan got 'Bermahiyên şûr' êrîş zêde bûn
16:20 Li Rezanê polîsek birîndar bû
16:11 Ji bo girtiyê nexweşê giran Ozkan ê 81 salî bang kirin
15:56 Pirsa faîlên bapîr û neviyê wî kirin
15:48 Platforma Jinan a Şahmaranê: Têkoşîna jinan nayê darizandin
15:20 Meclîsa Jinan: Bêdeng nemînin
14:53 Li Çadê pevçûna çekdarî: 5 kes mirin
14:46 Balafirên TSK'ê bombe kir: Kur û bav hat kuştin
14:44 25 sal in li dû edaletê ye: Hestiyên me bidin me
14:37 Jinan çalakiya rûniştinê li dar xistin
14:12 Rapora 77 girtîgehan: Hêj tedbîr nehatine girtin
14:05 Buldan piştgirî da Rakel Dink: Hûn ne bi tenê ne
14:05 Di gora komî ya Kerboranê de hestiyên 40 kesan hatin komkirin
13:34 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
13:26 Xizmên windayan: Bila kujerê Hasan Ocak bê dîtin
13:11 Kesê bi Qanûna Înfazê hat berdan Nûrcan Polat kuşt
12:51 Girtiyê nexweş 2 salin bi tenê tê girtin
11:34 HDP'ê piştgirî da şermezarkirinên li Mînnetapolîsê
11:21 Rêxistinên civakî piştgirî dan Vakfa Hrant Dînk
10:45 Ji polisê ku Floyd kuşt re 35 sal ceza hat xwestin
10:01 Prof. Dr. Mustafa Durmuş: Ev aboriyek xapînok e fêdeyê nade aramiya civakê
09:34 Li Cizîrê karantîna zêde dibe
09:27 Thomas Lovejoy: Qeyranên pêş dikevin qêrîna ji bo modela parastina xwezayê ye
09:11 Li Rezanê jinek hat kuştin