STENBOL - Seroka Odeya Bijîşkan a Bûrsayê Guzîde Elîtez, diyar kir ku Projeya Nexweşxaneyên Bajêr zirareke mezin daye budçeya welêt û hîn pir bi derengî neketiye divê dev ji vê yekê bê berdan û got: "Rêbaza rast ew e ku nexweşxane li navenda bajêr bên vekirin an jî nexweşxaneyên heyî bên revîzekirin."
Li gelek bajaran Nexweşxaneyên Bajêr hatin çêkirin. Dewlet ji bo çêkirina van nexweşxaneyan 70 ji sedî garantiya tijebûnê dide şîrketên nexweşxaneyan çêdikin û wê bi rê ve bibin û ger ev pêk neyê wê dewlet ji xezîneyê bide kesên nexweşxaneyan bi rê ve dibin. Seroka Odeya Bijîşkan a Bûrsayê Guzîde Elîtez, diyar kir ku nexweşxaneyên bajêr bûne sedema gelek prisgirêkan. Elîtez, bilêv kir ku nexweş nikarin biçin nexweşxaneyên li derveyî bajêr.
Elîtez, destnîşan kir ku yek ji pirsgirêka van nexweşxaneyan jî ew e ku dûrî bajêr in û got: "Nexweş ji bo biçin nexweşxaneya li Bûrsayê, bi otobêsê saetek rê diçin. Nexasim jî bi şev çûyn hatin zehmet e. Bi şev di navbera 00:00-06:00'an de wesayît naçin. Îjar ji bo nexweşxaneyek biçe nexweşxaneyê divê 150 lîreyî bide texsiyê."
Elîtez, destnîşan kir ku Wezareta Tenduristiyê van nexweşxaneyan ji bo 25 salan kirê kiriye û û got: "Bedêla kirêya sê salan a nexweşxaneya Bûrsayê herî kêm heqê nexweşxaneyekê ye. Ev pere ji budçeya Wezareta Tenduristiyê tê dayîn. Ev yek jî nîşan dide ku pêvajoyeke zor û zehmet li pêşiya me ye."
Elîtez, destnîşan kir ku projeya Nexweşxaneyên Bajêr zirareke mezin dide budçeya welêt û got, hîn pir bi derengî neketiye divê dev ji vê projeyê bê berdan. Elîtez, got: "Rêbaza rast ew e ku nexweşxane li navenda bajêr bên vekirin an jî nexweşxaneyên heyî bên revîzekirin. Gelek projeyên îhaleya wan neqediyaye hene. Ev firsendeke mezin e. Divê nexweşxaneyên nû neyên vekirin û ên heyî jî rojek berî rojekê bibin ên cemaweriyê."