NAVENDA NÛÇYEAN - Gelek baroyên li Tirkiye û Kurdistanê dawetiya dadgeha bilind a li Beştepe ji bo tev li merasima sala edlî bibin, red kirin.
Gelek baroyên li Tirkiye û Kurdistanê dawetiya dadgeha bilind ku merasima vekirina sala edlî li Beştepe pêk bînin, red kir. Dadgeha bilind wê di 2'ê Îlonê de merasima sala edlî ya 2019-2020'an li Qesra Beştepe ya Serokomar Erdogan pêk bînin. Gelek baroyan bertek nîşan dan û diyar kirin ku tev li merasimê nabin. Ewil Baroyên Enqere û Îzmirê ev dawetiye red kirin. Piştre baroyên Stenbol, Mugla, Antalya, Edene, Wan, Ordu, Bursa, Mêrsîn, Eskişehir, Balikesîr, Hatay, Duzce, Kocaelî, Riha û Mûşê jî red kirin. Serokên baroyan li aliyekî ji bo dawetiyê kêfxweşiya xwe anîn ziman, li aliyê din diyar kirin ku ji ber vekirina sala edlî li Qesra ku mekanê Serokê Partiyek siyasî ye.