STENBOL - Li Balafirgeha Stenbolê maşîne bi ser karkeran de ket. Di qezayê de karkerek mir û karkerek jî bi giranî birîndar bû.
Li Balafirgeha Stenbolê, maşîna aydî TGS'ê ya xizmeta Rêyên Hewayî ya Tirk (THY) li kargeriya nerîn û kontrolê bi ser karkeran de ket xwar. Di encama qezayê de karkerekî jiyana xwe ji dest da û karkerek jî bi giranî birîndar bû.Karkerê birîndar Mumin Ozgul bi giranî rakirin nexweşxaneyê. Ambulansa li balafirgehê 25 dakîqa dereng hat cihê bûyerê. Karkeran û welatiyan bertek nîşanî ambulansê dan.