'Divê dewlet bi micidiya ser muzekerevan nêzî Ocalan bibe'

  • rojane
  • 09:04 14 Tebax 2019
  • |
img

RIHA - Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan bal kişand ser daxuyaniya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a gotibû ku ew dikare şerê berdewam dike, di hefteyekê de bide rawestandin û ev tişt got: "Ji bo ku li vî welatî demokrasî û aştî çêbibe, divê dewlet ne bi awayekî rêwazî bi micidiya ser muzekerevan nêzî Ocalan bibe."

Di encama çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di 22'ê Gulanê de parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal çûbûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn. Piştî vê hevdîtinê çalakiya greva birçîbûnê hatibû bidawîkirin. Ji bo hevdîtinê parêzerên Ocalan gelek caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Heta niha tenê destûr ji çend van serlêdanan re hatiye dayîn. Ocalan herî dawî di 7'ê Tebaxê de bi parêzerên xwe re û di 12'ê Tebaxê de jî bi sedema cejnê bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Omer Ocalan trafîqa ne bi rêk û pêk a hevdîtinên parêzer û malbatê yên bi Ocalan re nirxand û destnîşan kir ku dê vê helwesta dewletê dê ji aliyê gelê kurd ve neyê qebûlkirin. 
 
'DIVÊ HÊ BÊTIR QAD JI OCALAN RE BÊ VEKIRIN'
 
Ocalan diyar kir ku divê hevdîtinên malbat û parêzeran bi awayekî rêk û pêk bên berdewamkirin û wiha axivî: "Hêzên ku şerxwaz dixwazin tecrîda li ser Ocalan bidomînin. Kesên ku li dijî kesên aştiyê dixwazin qarqarokiya şer dikin xwe weke komeke 'Avrasyavan' didine nasîn. Ev kom ji hêzên ku dijberî statuya kurdan dertên pêk tê. Ev welat di asta bes de êşê ji şer kişandiye. Piştî hevdîtinên bi Ocalan re hêsaniyek di gel de peyda bûye. Kîjan qenala ku dixwaze feydê bigihîne çareseriya Pirsgirêka Kurd divê têkilî bi Ocalan re deyne. 40 sal in em dibînin ku ev pêvajoya şer, çiqas xesarê dide aboriya welat, binyata civakî û vîna pêkve jiyana gelan. Dev ji tecrîdê berdin, ji bo ku Ocalan di pêvajoyê de hin bandortir be û rola xwe bilîze divê qad jê re bê vekirin. Çareseriya Pirsgirêka Kurd têkiliya bi rêk û pêk a bi Ocalan re derbas dibe"
 
'OCALAN MORA XWE LI DÎROKÊ DIDE'
 
Ocalan di berdewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: "Şerekî muhtemel ê li ser sînor dê xesareke mezin bide Tirkiyeyê. Hikumet polîtîkaya xwe ya bingehîn li ser dijberiya kurdan diafirîne. Di her axaftina xwe de gotinên ku nefretê kûr dikin bi kar tînin. Ev gotin feydê nadin demokrasî û aştiya welat. Ji bo li vî welatî demokrasî û aştî çêbibe, divê dewlet ne bi awayekî rêwazî bi micidiya ser muzekerevan nêzî rêzdar Ocalan bibe. Rêzdar Ocalan di hevdîtina xwe ya herî dawî ya bi parêzeran re dibêje ku  ew dikare şerê berdewam dike, di hefteyekê de bide rawestandin. Lê hin kes ji bo berdwamkirina desthilat û statûkoyên xwe paşeroja welat davêjin talûkeyê. Li gel şerê 40 salan jî Ocalan nasnameya xwe ya ser muzekerevaniyê ya ji bo aştiyê diparêze. Ocalan di her hevdîtina xwe de li aliyê siyaseta jiyan û jiyandinê ye. Li gel tecrîda 20 salan jî Ocalan rola xwe dilîze û mora xwe li dîrokê dide." 
 
 

Sernavên din

18/04/2024
23:04 9’emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê kir
20:34 Erdogan, hevdîtin bi serokê AYM'ê re kir
20:09 Şaredariya AKP’î xweliya komirê rijand çem
19:37 DEM Partî û OHD çûn serdana Emîne Şenyaşarê
19:33 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê li dijî feraseta serdest têbikoşin
19:31 Li Tokatê erdhej çêbû
16:16 Derket holê ku 5 stûnên hotêla 21 kes lê miribûn kêm bûn
16:01 Li Amedê qeza çêbû: 2 jê zarok 10 kes birîndar bûn
15:56 Di lêpirsîna ‘îhaleyê’ ya MEB’ê de 3 kes hatin binçavkirin
15:42 Peykerê jina ku Beyoglû yê AKP’î rakiribû jinûve hate danîn
15:17 Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Şamê re hevdîtin kir
14:59 Qeyûmê Êlihê li pey xwe 3 milyar û 53 milyon û 970 hezar TL deyn hişt
14:59 Li Wanê ji bo mitînga herêmî ya 1’ê Gulanê bang hate kirin
14:45 Rêveberiya AKP’ê wesayitên şaredariyê ji hev kirine
14:36 Ji ber şopandina tacîza çawişê pispor gef li Baroya Şirnexê hatin xwarin
14:29 Di kolandina qaçax de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:11 AKP’iyên bi dengên veguhestî hatin hilbijartin hevdu bi ‘karên qirêjî’ sûcdar kirin
14:10 Derbarê rojnamevan Gultekînê de biryara beraetê hate dayîn
12:56 Serokwekîlê koma CHP’ê yê nû diyar bû
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:47 Ji ber hezazê rêya di navbera Wan-Geverê de hate girtin
11:45 Talana AKP’iyan li ser bîllboardan hate teşhîrkirin
11:22 Salek cezayê hefsê û 17 hezar lîre cezayê pere li rojnamevan Yalçin hate birîn
11:05 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:00 Kolberek hate qetilkirin kolberek jî winda ye
10:52 Têkildarî tecrîda li Îmraliyê bi CPT’ê re hevdîtin hate kirin
10:37 Leşkerê ji ber êrişa zayendî hate girtin parastina ‘ez mirovekî rêzdar im’ kir
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
10:04 Qeyûm ji bo mitînga Erdogan û diyariyan 8 milyon û 886 hezar lîre xerc kiriye
09:39 Axtamara bi biharê re xemilî
09:29 Ozûgûrlû: Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê mirovên vê erdnîgariyê ve bê diyarkirin wê pirsgirêk nemînin
09:23 Bertek nîşanî projeya 'zarokan' a MÎT'ê dan: Perwerde karê perwerdekaran e
09:06 Dê rojên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ ya navneteweyî bên lidarxistin
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
09:02 Rojnameger Silêman Ehmed 177 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 144 roj in di çalakiyê de ne
09:01 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN
08:53 Piştî erdhejê li Tokatê navber dan perwerdeyê
17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê
20:55 Êrişî Binarê Qendîlê hat kirin
20:30 Li Cenevreyê bang li CPT'yê kirin: Dawî li îşknecya tecrîdê biînin
19:06 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 78'emîn de didome
17:12 Di Doza Kobanê de kes nehate berdan
16:55 Deynên qeyûmê Misircê bi bilboardê ve hatin daliqandin
16:39 Sirri Sureya Onder di rûniştina Meclisê de aciz bû
16:17 Hizbullaha Lubnanê bakurê Îsraîlê bombebaran kir
16:12 Li Hezexê pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a rengîn
16:11 Bafil Talbanî: Dê hilbijartin di dema xwe de werin kirin
16:00 Qeyûm 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayan da jêkirin
15:52 Li Colemêrgê 3 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin
15:51 Serokê AKP’î 4 karan dikir: Ji kar hate girtin
15:50 Parêzer û malbata Abdullah Ocalan li KE’yê ne: Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin
15:28 Bi rojan e agahî ji Weliyê ku dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê nayê girtin
15:27 YSK’ê îtîrazên Hatay û Orduyê red kirin
15:20 Berdana Rozerîn Kalkanê 11 mehan hate taloqkirin
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
14:54 Li Sudanê pevçûn: 25 sivîl hatin kuştin
14:14 Erdogan: Desthilata tekane serokkomar e
13:46 Doza Kobanê: 13 siyasetmedarên girtî tev li danişînê nebûn
13:45 Li Ûmmanê lêhî: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
12:54 Wezîr Işikhan: Di meha tîrmehê de dê mûçeya kêmtirîn nayê zemkirin
12:27 Gardiyan gef 'îşkenceyê' li girtiyên jin xwarin
11:12 Qedexekirina ‘Bêrûyê’ bêhiqûqî hate dîtin
10:49 Îsraîlê êrişî Xezayê kir: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
10:39 Ji AYM’ê biryara ‘cilên yekreng’
10:24 Li Giyadînê Hevserokê DEM Partiyê hate binçavkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
10:16 KNK: Çarşema Sor jî xwedî taybetmendiyek dînî, civakî û dîrokî ye
09:10 Rojnameger Silêman Ehmed 176 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:08 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 143 roj in di çalakiyê de ne
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:04 Qeyûmên Mêrdînê 3 milyar û nîv TL deyn li dû xwe hiştin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
09:00 ROJEVA 17’Ê NÎSANA 2024’AN
08:56 Ketina Kato ji bo 15 rojan hate qedexekirin
16/04/2024
22:03 Ji jinan banga xweparastinê
19:24 Şenyaşarê tevî astengiya polîsan çalakiya xwe berdewam kir
19:22 YSK'ê îtîrazên ji bo 2 bajar, 11 navçe û 7 bajarokan red kir
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
17:53 5 meh cezayê hefsê dan Leyla Guvenê
15:46 Li Amedê qezaya trafîkê: Mirî û birîndar hene!
15:32 Piştî hilbijartinê anketa nû: AKP li paş ket
15:04 Hamas: 33 hezar û 843 kes mirin
14:21 Banga 1’ê Gulanê: Em li dijî pergala bêedalet dakevin qadan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:40 Danişîna doza 6 rojnamevanan hate taloqkirin
12:35 9'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê dike
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:41 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:36 BÎSAM: Sînorê xizaniyê 57 hezar û 578 lîre ye
11:25 TEV-ÇAND: Hozan Sefkan bingeha eniya çand û hunerê ava kir
11:04 Li Stenbolê polîsan bi ser malan de girtin
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
10:24 Di bihayê zêr de rekoreke nû
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:07 Rojnameger Silêman Ehmed 175 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:04 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm