Ew cejnên berê yên li Colemêrgê kanê!

  • rojane
  • 09:11 13 Tebax 2019
  • |
img

COLEMÊRG - Welatiyên berî bi salan neçar man ku ji gundê xwe koçî Colemergê bikin, diyar kirin ku jiyana bajaran çanda cejnê qedandiye. Welatiyan, dan zanîn ku li gundan cejn pir cuda bû û gotin: “Em dixwazin çanda cejnê zindî bê hiştin.” 

 
Li Colemêrgê, welatiyên li dijî çanda bajêr li ber xwe didin, di cejnana de diçin serdan cîran û xizmên xwe. Welatiyên piştî serdana guristanan, derî bi derî digirin û cejna cîranên xwe pîroz dikin. Welatiyên ku cejnê pîroz dikin, xweziya xwe bi cejnê berê tînin. Abdûllah Taş ê li Taxa Berçelan cejna cîranên xwe pîroz kir, diyar kir ku çanda pîrozkirina cejnê her roja diçe ji holê radibe. 
 
HER ROJA DIÇE TÊKILÎ QELS DIBIN 
 
Taş, diyar kir ku kevneşopiya cejnê her sal kêmtir dibe û got: “Berî bi salan me ji gundê Peyanîsê koçî navenda bajêr kir. Jiyana bajerê em xistin nava qalikên xwe. Lê em hewl didin vê derbas bikin. Em cîranê xwe ziyaret dikin, hewl didin têkiliyên xwe gerim bigirin. Mixabin nivşê nû ji van hestan pir dûre. Têkiliyên cîran xizman her roja diçe qesltir dibe.” 
 
LI GUNDAN CEJN PIR CUDAYE 
 
Omer Akboga ê di salên 90’î de ji gundê Şîvişk ê navçeya Çelê koçî navenda Colemêrgê kir jî, xweziya xwe bi cejnên berê anî û wiha got: “Berê di roja cejnê wa dest pê kê de, taştê li mala herî mezin a gund dihat xwarin. Dûre hemû gund kom dibûn, bi hevre digeriyan û cejna hev pîroz dikirin. Li gund bi awayekê komî me xwarin bi hevre dixwar. Lê piştî me hatin bajêr, ev kevneşopî ji holê rabû û têkiliyên me lewaz bûn.”
 
‘DIVÊ EV ÇAND BÊ JIYÎN’
 
Mûsa Yîgît jî, da zanîn ku ciwan ji çanda berê dûr ketine û wiha bilêv kir: “Mîna mezinên me jî vedigotin, cejnên berê pir xweş bûn û bi tehm bûn. Pêlavek dihat kirîn û ev pêlav dixin bin balgehên xwe. Di destên me de torbe hebûn û em mal bi mal digeriyan. Di salên 90’î de gundê me bale kirin. Em jî neçar man ku koç bikin. Ji roja em hatine bajêr û heya niha me tu rehetî nedîtiye. Me xwe bînayê didît. Me kesek nasnedikir. Êşên me zêde bûn. Ji ber vê me hin çandên xwe ji bîr kirin. Divê ev çand û kevneşopî bê jiyîn.” 
 
‘GELEK ALIYÊN VÊ ÇANDÊ HEBÛN’ 
 
Aliye û Mîkaîl Tîmûr jî, anî ziman ku ew şekir, loqûm, çay û beqlawe pêşkêşî cîranê xwe dikin û gotin: “Em ji serdana cîranê xwe pir keyfxweş dibin. Zarokatiya me li bajaroka Mezra ya navçeya Elkê ya Şirnexê derbas bû. Dûre me koçî navenda Colemêrgê kir.” Aliye Tîmûr, da zanîn ku jin berê diketin nava liv û tevgerê û wiha bilêv kir: “Ji bo me cejn cih keyfxweşiyê bû. Lê di salên dawî de, serdan kêm bûn û tu keyfxweşiya cejnê ne maye.”
 
MA / Hamza Gunduz
 

Sernavên din

16:26 2 dayikên xwestin zarokên xwe rizgar bikin fetisîn
15:34 Li Patnosê 300 girtî rastî lêpirsîna '15'ê Tebaxê' hatin
15:24 Li Amedê, wê 1’emîn Roja Govendê bê lidarxistin
14:43 Dikandarên Emînonu yên lehî li wan rabû: Ev ne cara yekemîne, bi salane em dibêjin
14:01 Li Mêrdîn û Şirnexê operasyon didomin: Polîsan 29 kes binçav kirin
13:19 Traktora karkerên findiqan qulipî: Karerek mir
13:15 Nûçegihanê me Ergîn Çaglar: Ez nizanim bi çi hincetê hatime binçavkirin
12:50 Ewil meş dûre konser: Fazil Say bi sirûda Çiyayên Kazê dest pê kir
12:35 Li Qamişloyê teqîn rûda
12:15 Di êrîşa li Kabîlê de 63 kes hatin kuştin, 182 birîndar bûn
12:03 Polîsan li Şirnexê 10 kes binçav kirin
11:26 Nobeta Çiyayê Kazê didome: Gelê herêmê çi dixwaze?
10:17 Cîgira Hevserokên ESP’ê Taşkiran: Vîna Ocalan a çareseriyê heye
09:51 Xizmên girtiyan: Kurd bi yekîtiyê dikarin aştiya bi rûmet ava bikin
09:15 Du sal in li cenazeyê kurê xwe digere
09:14 Mizrakli: Îdiayên der barê 'komkujiya heywanan' de ne rast in
09:14 Mişmişvan: Tekane rê kooperatîfbûyîn e
09:13 Girtiyê ji ber îşkenceyê lal bû, serpêhatiyên xwe bi nivîskî gotin
09:12 398 roj in aqûbeta kurê xwe dipirse
09:05 'Guh bidin bangawaziyên Ocalan ên ji bo aştiyê'
09:03 'Dev ji projeya nexweşxaneyên bajêr berdin'
09:01 'Îktîdarê dît nikare enstîtuyê kontrol bike dest bi mudaxaleyê kir'
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2019'AN
17/08/2019
21:37 Dengbêjên Ciwan şev geş kirin
16:51 Gelek baroyan dawetiya dadgeha bilind red kirin
16:44 Başak Demîrtaş, Selvî Kiliçdaroglû û Dîlek Îmamoglû hatin gelhev
16:21 Dozger binçavkirina Nûçegîhanê me Ergîn Çaglar 2 rojan dirêj kir
16:10 Di kongreya HDP’ê de banga yekitiya Kurdan hat kirin
15:41 Di nava 2 sal û nîvê de 73 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
15:35 Dayikên Şemiyê: Em dest ji lêgerîna Mehmet Ertak bernadin
15:20 'Rûniştina F' vê carê ji bo Rojnameger Ziya Ataman li dar xistin
15:10 'Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan berdin'
15:04 Guven: Bi polîtîkayên şer pirsgirêk çareser nabin
14:56 Xizmên windayan: Em guh bidin dengê dayikan ên aştiyê
14:48 Li Lîcê qezaya trafîkê : 4 jê zarok 7 kes birîndar bûn
14:41 Şewata li Lîcê rû dabû hat vemirandin
14:27 NY: Nêviyên girtiyên siyasî yên Îranê Kurd in
14:05 Platforma Şaxan a KESK'ê ya Edenê: Emê bi hevre têbikoşin
14:01 Turgut ji ber cezayê wî qediya ye û nayê berdan ketiye rojiya mirinê
13:07 Dadgeha Bilind mafê karkera jina ducanî parast
12:52 Adsiz ê li Girtigeha Xarpêtê di rojiya mirinê de bû dawî li çalakiya xwe anî
12:18 Baroya Enqerê jî wê beşdarî vekirina sala edlî nebe
11:59 Der barê îşkenceya li Girtîgeha Osmaniyê de serlêdana sûc
11:40 Dozger di destûrê de ye cenaze 28 rojin li morgê ye
11:12 Rojnameya Newjîn a jinên ciwan çap dike dibe hêvî
10:49 Aîr Hava ya Kaliforniyayî: Bila talankirina xwezayê bi dawî bibe
10:33 Hinceta qedexeyên walîtiyê : Sersala damezrandina TKEP/L, MLKP û MKP'ê ne
10:18 Polîsan li Rihayê 25 kes binçav kirin
10:15 'Divê ji bo biryarên erênî AYM bê teşwîqkirin’
10:02 1000 rojin Wan di bin pergala OHAL'ê de dijî