Mavîoglu: Heke însan ji ceza bitirsin em ê di tariyê de bên veşartin

  • rojane
  • 09:17 22 Tîrmeh 2019
  • |
img

STENBOL – Derhêner Ertugrul Mavîoglu yê ji ber belgefîlma “Bakur” 4 sal û 6 meh ceza lê hat birîn got: “Heke mirov ji ceza bitirse bêdeng bimînin em ê di tariyê de bên veşartin. Heke wisa bibe dê welat veguhere dojehê. Pêwîste em rê nedin welatê me veguhere dojehê.” 

 
Dadgeha Êlihê bi îdiaya belgefîlma “Bakur” “Propaganda rêxistinê kirine” li derhêner Ertugrul Mavîoglu û Çayan Demîrel ceza birî. Dadgehê li her derhenerek 4 sal û 6 meh ceza birî. Dadgehê her wiha derketina derve ya Mavîoglu û Demîrel qedexe kir. Mavîoglu cezayê li wan hat birîn nirxand. 
 
‘BIRYAREK VALA YE’ 
 
Mavîoglu bi bîr xist ku wan belgefîlma "Bakur" di serdema pêvajoya çareseriyê de kişandine û ji roja belgefîlm hat nîşandan heta îro gelek tengezariya dîtine û piştî belgefîlm di 2015’an de hat pêşandan du sal şûn ve doz li wan hatiye vekirin û Dadgeha Êlihê di 18’ê tîrmehê de ceza li wan barandiye. 
 
Mavîoglu anî ziman ku ew hêj hêceta cezakirinê nizanin û got: “Hikmê cezayek wiha li ser çi ye em nizanin. Çimkî hêj teblîgatek ji me re nehatiye. Em li bendê bûn doz bê taloqkirin. Lê dadgehê bêyî biryarek taliyê bide ceza da me. Cezkirina me sosret e. Ceza ji salonek vala re hatiye xwendin û biryara wan di hikmê tune de ye. Em ê li bendê bisekinin ku ka dê ceza çawa ji me re bê teblîxkirin. Em nizanin di biryara derbasdar de çi derbas dibe. Tenê kurteyek wê ket destê me. Pêvajoya darizandina Bakur wiha ye.” 
 
‘BERPIRSIYARIYA HEQÎQETA HUNERÊ HEYE’ 
 
Mavîoglu destnîşan kir ku belgefîlma wan heqîqetê nîşanî civakê daye û dozek wiha li welatek azad û demokratîk divê qet nehata vekirin. Mavîoglu diyar kir ku berpirsiyariya wan e ku heqîqeta hunerê ragihînin û got: “Ji ber ku xebata me heqîqetê da nîşandan, îktîdar jê aciz bû. Îktîdarê bi destê darazê xwest xebata me bieciqîne.” 
 
‘EM Ê DEST JI HEQÎQETÊ BERNEDIN’
 
Mavîoglu da zanîn ku cezakirina “Bakur” niha li tevahiya Tirkiyeyê tê sepandin û ew nizanin dê pêvajoya vê cezakirinê ya ji niha şûn ve çawa li pêş bikeve. Mavîoglu diyar kir ku zextên li ser civakê li her qadê hene û wiha dewam kir: “Qada sînemayê mabû ceza nedanê lê li wê jî ceza birîn. Dixwazin bi cezakirina Bakur qada sînemayê tehdît bikin. Însanên li pey heqîqetê dê dest ji xebatên xwe wiha bernedin. Wê nehêlin ku ronakbîriya welat û rastiya welat di tariyê de bimîne. Dixwazin du însan îbretê bibînin. Dixwazin civak bêtir bêdeng bibe. Heke civak hin bêtir bêdeng bibe, em ê bêtir di tariyê de bên veşartin. Heke em hin bêtir di tariyê de bên veşartin wê ev welat veguhere dojehê. Pêwîste em destûrê nedin welatê me yê mîna bihûştê veguhere dojehê. Em ê dest ji daxwaz û doza heqîqetê jî bernedin û li pey heqîqetê bimeşin.” 
 

Sernavên din

18/08/2019
21:47 Çalakiyên Parka Koşûyolûyê didomin
16:26 2 dayikên xwestin zarokên xwe rizgar bikin fetisîn
15:34 Li Patnosê 300 girtî rastî lêpirsîna '15'ê Tebaxê' hatin
15:24 Li Amedê, wê 1’emîn Roja Govendê bê lidarxistin
14:43 Dikandarên Emînonu yên lehî li wan rabû: Ev ne cara yekemîne, bi salane em dibêjin
14:01 Li Mêrdîn û Şirnexê operasyon didomin: Polîsan 29 kes binçav kirin
13:19 Traktora karkerên findiqan qulipî: Karerek mir
13:15 Nûçegihanê me Ergîn Çaglar: Ez nizanim bi çi hincetê hatime binçavkirin
12:50 Ewil meş dûre konser: Fazil Say bi sirûda Çiyayên Kazê dest pê kir
12:35 Li Qamişloyê teqîn rûda
12:15 Di êrîşa li Kabîlê de 63 kes hatin kuştin, 182 birîndar bûn
12:03 Polîsan li Şirnexê 10 kes binçav kirin
11:26 Nobeta Çiyayê Kazê didome: Gelê herêmê çi dixwaze?
10:17 Cîgira Hevserokên ESP’ê Taşkiran: Vîna Ocalan a çareseriyê heye
09:51 Xizmên girtiyan: Kurd bi yekîtiyê dikarin aştiya bi rûmet ava bikin
09:15 Du sal in li cenazeyê kurê xwe digere
09:14 Mizrakli: Îdiayên der barê 'komkujiya heywanan' de ne rast in
09:14 Mişmişvan: Tekane rê kooperatîfbûyîn e
09:13 Girtiyê ji ber îşkenceyê lal bû, serpêhatiyên xwe bi nivîskî gotin
09:12 398 roj in aqûbeta kurê xwe dipirse
09:05 'Guh bidin bangawaziyên Ocalan ên ji bo aştiyê'
09:03 'Dev ji projeya nexweşxaneyên bajêr berdin'
09:01 'Îktîdarê dît nikare enstîtuyê kontrol bike dest bi mudaxaleyê kir'
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2019'AN
17/08/2019
21:37 Dengbêjên Ciwan şev geş kirin
16:51 Gelek baroyan dawetiya dadgeha bilind red kirin
16:44 Başak Demîrtaş, Selvî Kiliçdaroglû û Dîlek Îmamoglû hatin gelhev
16:21 Dozger binçavkirina Nûçegîhanê me Ergîn Çaglar 2 rojan dirêj kir
16:10 Di kongreya HDP’ê de banga yekitiya Kurdan hat kirin
15:41 Di nava 2 sal û nîvê de 73 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
15:35 Dayikên Şemiyê: Em dest ji lêgerîna Mehmet Ertak bernadin
15:20 'Rûniştina F' vê carê ji bo Rojnameger Ziya Ataman li dar xistin
15:10 'Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan berdin'
15:04 Guven: Bi polîtîkayên şer pirsgirêk çareser nabin
14:56 Xizmên windayan: Em guh bidin dengê dayikan ên aştiyê
14:48 Li Lîcê qezaya trafîkê : 4 jê zarok 7 kes birîndar bûn
14:41 Şewata li Lîcê rû dabû hat vemirandin
14:27 NY: Nêviyên girtiyên siyasî yên Îranê Kurd in
14:05 Platforma Şaxan a KESK'ê ya Edenê: Emê bi hevre têbikoşin
14:01 Turgut ji ber cezayê wî qediya ye û nayê berdan ketiye rojiya mirinê
13:07 Dadgeha Bilind mafê karkera jina ducanî parast
12:52 Adsiz ê li Girtigeha Xarpêtê di rojiya mirinê de bû dawî li çalakiya xwe anî
12:18 Baroya Enqerê jî wê beşdarî vekirina sala edlî nebe
11:59 Der barê îşkenceya li Girtîgeha Osmaniyê de serlêdana sûc
11:40 Dozger di destûrê de ye cenaze 28 rojin li morgê ye
11:12 Rojnameya Newjîn a jinên ciwan çap dike dibe hêvî
10:49 Aîr Hava ya Kaliforniyayî: Bila talankirina xwezayê bi dawî bibe
10:33 Hinceta qedexeyên walîtiyê : Sersala damezrandina TKEP/L, MLKP û MKP'ê ne
10:18 Polîsan li Rihayê 25 kes binçav kirin
10:15 'Divê ji bo biryarên erênî AYM bê teşwîqkirin’