AMED – Hat ragihandin ku eskeran li çoltera gundên Licê ya Amedê operasyon dan destpêkirin.
Li çoltera navçeya Licê ya Amedê operasyonên eskerî didomin. Hat ragihandin ku li mezrayên Karagoz, Goma Salo û Dablo yên girêdayî gundê Karahasan ê bi ser navçeya Licê ya Amedê de serê sibehê bi helîkoptêran hatiye gulebarankirin.
Piştî gulebaran helîkoptêrê, helîkoptêra skorsky eskeran daniye û operasyon dane destpêkirin. Hat zanîn ku li herêmê operasyona didome.