Nobeta Edaletê li Wanê ye: Heta dewleta hiqûqê pêk neyê dê nobet xilas nebin

  • rojane
  • 17:05 19 Tîrmeh 2019
  • |
img

WAN – Her meh bi malovaniya baroyekê Nobeta Edaletê li Wanê kom bû û bi beşdariya 23 baroyan çalakî pêk hat. Di nobetê de hat gotin heta dewleta hiqûqê pêk neyê dê nobeta edaletê neqede.

Her meh bi malovaniya baroyek3e “Nobeta Edaletê” pêk tê. Vê mehê ji bi malovaniya Baroya Wanê li ber Dadgeha Wanê pêk hat. 23 baro ji bo nobetê li hev kom bûn. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên parêzer Bekîr Kaya, Tahîr Elçî û Selçûk Kozagaçli hatin hildan û pankarta “Em te ji bîr nakin Tahîr Elçî” û “Dest nede parastinê” hatin vekirin. 
 
'HETA DEWLETA HIQÛQÊ PÊK NEYÊ DÊ NOBET DEWAM BIKE’
 
Di nobetê de Serokê Baroya Wanê Zulkuf Uçar ewilî axivî û got: “Niha agirê nobeta edaletê li Wanê pêket. Ji bo darazek serbixwe, ji bo her kesî nobeta maf, hiqûq û edaletê hat destpêkirin, helbet di serdemek em gihîştin dewleta hiqûqê dê biqede. Lê li her deverê welatê me bêedaletî heye. Mafên mirovan û parastin bê binpêkirin, hemû mafên mirovan bên qedexekirin, gotinên nefretê ya mîna li Trabzonê biqewimin wê têkoşîna me ya ji bo edaletê dewam bike.” 
 
‘EM ÎTÎRAZÎ BÊHIQÛQIYAN DIKIN’ 
 
Serokê Baroya Antalya Polat Balkan jî got: “Li ku bêhiqûqî û bêedaletî hebe em li wir in û li dijî vê îtîraz dikin.” 
 
Seroka Baroya Kocaeliyê Bahar Gultekîn Candemîr jî got ew ji bo serdestiya hiqûqê û darazek serbixwe nobetê digirin. 
 
ÇALAKIY TAHÎR ELÇÎ VÊ HEFTEYÊ LI WANÊ BÛ 
 
Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin jî bi bîr xist ku 185 heftene li ber Dadgeha Amedê ji bo bîranîna Tahîr Elçî çalakî li dar dixin û vê hefteyê jî di çarçoveya çalakiya Nobeta Edaletê de li Wanê li dar dixin. Aydin da zanî nku li gel 3 sal û nîv bi ser kuştina Elçî de derbas bû bi qasî serê derziyê jî di dosyeya lêpirsîna wî de pêşketin çênebûye û kerr, lalbûn û korbûna rayedaran didome û bêyî ew biwestin û bêzar bibin ji bo ronîkirina cînayetê têbikoşin. Aydin anî ziman ku li welat her roj gelek neheqî diqewimin û wek di mînaka Trabzonê de jî hat xuyakirin ku nijadperestî her roj li her aliyê welat belav dibe. Aydin got divê ya bê lêpirsînkirin helwesta darazê ye û tu aliyê vê yekê yê hiqûqî, ehlaqî û qanûnî nîne. 
 
BANGA BEŞDARIYA DOZA PIRSÛSÊ 
 
Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel jî bi bîr xist ku salvegera komkujiya Pirsûsê ye û banga beşdariya doza Pirsûsê ya dê di 7’ê tebaxê de li Dadgeha Hîlwanê bê dîtin kir. 
 
QEDEXEYAN ŞERMEZAR KIR 
 
Serokê Baroya Yalovayê Fedaî Dogruyol jî diyar kir ku Walîtiya Wanê hemû cûre çalakiyên li Wanê qedexe kiriye û biryara qedexeyan şermezar kir. 
 
‘EM BÛNE PIRR RENG’ 
 
Parêzer Mebûse Tekay a yek ji destpêka Nobeta Edaletê heta niha edaletê digire jî da zanîn ku Tahîr Elçî yê hat kuştin, Bekîr Kaya û Selahattîn Demîrtaş ên girtî ne ne di nava wan de ne û ew li dijî her cûre neheqî û zilmê bi hêrs in û ew niha bûne pirr reng û bi hev re dimeşin. Tekay got êdî ew ji bêdengiyan rizgar dibin û pêdivî bi hevgirtinê heye.
 
 
Herî dawî Serokê berê yê Baroya Mêrsînê Alpay Antmen ê niha Parlamenterê CHP’ê ye axivî û got: “Lazim e pakêtê darazê yê alternatîf bê avakirin.” 
 
Piştî axaftinan çalakiya nobetê qediya. Baroyan ragihand ku dê çalakiyek din a nobetê li Kocaeliyê bê lidarxistin.

Sernavên din

22:34 Rojnamevanên di binçavan de: Ji bo nûçeyên şermezarkirina qeyûman negihên raya giştî em hatine binçavkirin
17:29 Bi sedan kes li dijî qeyuman meşiyan
Rêxistinên civakî bertek nîşanî qeyûman dan
17:14 Çalakiyan li Wanê bê navber berdewam kir
16:33 Ji rêxistinên civakî yên li Stenbolê banga 'berxwedana demokratîk'
16:05 Polisan mudaxaleyî parêzer û parlamenteran kirin
15:31 Polîsan wekîl birîndar kirin: Wekîl bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê
15:21 Rojnamegerên ku protestoyên li dijî qeyûman dişopandin hatin binçavkirin
15:03 Buldan bang li Kiliçdaroglu kir: Bêdeng nemînin
15:02 Ji Konseya Ewropaye berteka li dijî qeyûm
14:27 Li Wanê jî polisan mudaxaleyî şermezarkirina qeyûm kir
14:25 Li Amedê gel kuçeyan terk nake
13:27 Polîsan li Mêrdîn mudaxaleyî girsê kir: HDP’iyan rê li trafîkê girt
13:10 Rêxistinên Civakî û partiyên siyasî: Divê gelên Tirkiyeyê bertek nîşan bidin
12:51 Polîsan hemû rêyên tên Şaredariya Amedê girtin
12:43 Temellî bang kir: Li her derê deng bilind bikin Jiyanê rawestînin
11:53 Polîsan mudaxaleyî HDP’iyan kir
11:53 Parêzerên Ocalan ji bo ku biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:31 Ji Soylû daxuyaniya qeyûm
11:28 Hevşaredarên Navçeyên Wanê: Em ê li dijî Qeyûman rawestin
11:13 DÎK: Qeyûm darbeya li dijî nirxên hevpar ên mirovahiyê ye
11:12 Polîsan bi ser mala Hevşaredara Qersê Alaca de girtin
10:58 Qada navneteweyî bertek nîşanî binçavkirina Edîtora me Karahan da
10:32 Ji vê cîhanê ‘Goreke ku qurnefîl dînin ser' xwestin û çûn
10:04 Li ser rêya Amed û Farqînê rêza kontrolê
09:46 Di çapemeniya cîhanê de qeyûm: Erdogan beriya hilbijartinê gotibû
09:02 Gelê Amedê bertek nîşanî qeyûm da
09:02 'Qeyûmê Çerezvan' di nava gel de bi deyn, nelirêtî, dizî, ruşwet û tacîzê hat naskirin
09:01 Bedelê canê zarokê 15 salî 128 tl dan malbatê
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2019'AN
08:51 Li Sêrtê êrîşa çekdarî: Kesek mir û kesek jî birîndar bû
19/08/2019
21:51 Dayika Şemiye Elmas Eren wê sibê defin bikin
20:44 Xebatên rojnamegeriyê yên Rojnameger Ergin Çaglar sûc dîtin
20:23 Li Nevşehîrê karkerên çandiniyê qeza kirin
7 karker mirin û 11 kes birîndar bûn
19:51 Waliyê Mêrdînê meheke çalakî qedexe kirin
18:52 Elmas Eren a 39 salan li Kurê xwe Hayrettîn Eren geriya jiyana xwe ji dest da
17:24 HDP dê sibê li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyanî bide
16:46 28 baroyan bertek nîşanî qeyûm da: Dev ji pêkanîna nehiqûqî berdin
16:43 Li dijî tayinkirina qeyûm daketin kolanan
16:13 Li Amedê protesto didomin
15:16 Gul û Davûtoglû jî bertek nîşanî qeyûman dan
14:55 Temellî: Yên winda kirin wê dîsa winda bikin em bi ser ketin emê dîsa bi ser bikein
14:50 Katî Pîrî: Di dorê de Enqere û Stenbol hene?
14:42 Edîtora Ajansa Mezopotamyayê Karahan binçav kirin
14:40 Li Amed û Dersimê herî kêm 82 kes hatin binçavkirin
13:35 Polîsan li pêş şaredariyê mudaxaleyî gel kir
12:50 Bahçelî ji ber tayînkirna qeyûman Soylû pîroz kir
12:37 HDP'î dimeşin Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
12:17 CHP'iyan bertek nîşanî qeyûman da: Darbeya li vîna gel nayê qebûlkirin
11:30 Malpera înternetê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat birîn
11:19 Qeyûmê Wanê bi 'Erdogan' hat