‘Darbeya sivîl a AKP’ê OHAL didome’

  • rojane
  • 11:10 19 Tîrmeh 2019
  • |
img

AMED – Piştî hewla darbeya 15’ê Tîrmehê hikumetê di 20’ê tîrmehê de Rewşa Awarte (OHAL) ragihand. OHAL 7 car hat dirêjkirin û 2 sal dewam kir û bi qanûnan mayînde kirin. Parlamentera HDP’ê Semra Guzel got “Darbeya sivîl a AKP’ê OHAL didome.” 

 
Di 15’ê Tîrmeha 2016’an de li Tirkiyeyê hewla darbeyê pêk hat. Hikumeta AKP’ê vê hewldanê kir hêncet û di 20’ê Tîrmeha 2016’an de Rewşa Awarte (OHAL) ragihand. Tevî ku rayedarên hikumetê gotin dê di nava mehek û du mehan de bê rakirin jî 7 caran dirêj kirin û 2 sal dewam kir. Di bin navê OHAL’ê de Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (KHK) weşandin û bi van KHK’iyan hemû beşên civakê para xwe jê girtin. Li gel ku OHAL piştî du salan di 18’ê Tîrmeha 2018’an de hat rakirin jî lê pêkanînên OHAL’ê yên li bajarên herêmê didomin.
 
BIRÊVEBIRINA BI KHK'IYAN
 
Di du salên OHAL’ê de 31 KHK hatin weşandin û bi van KHK’iyan bi hezaran mirov ji karê xwe hatin îxrackirin. Van KHK’iyan kirin qanûn û mayînde kirin. Di çarçoveya vê rewşa OHAL’ê de bi sed hezaran însan hatin binçavkirin û bi deh hezaran kes hatin girtin. Li gorî daneyên Platforma Mafên Mirovan a Hevpar (ÎHOP) ji 16’ê tîrmeha 2016’an heta 20’ê adara 2018’an herî kêm 228 hezar û 137 kes hatin girtin û wan şandin girtîgehan. 
 
JI SIYASETMEDARAN HETA ROJNAMEGERAN HATIN GIRTIN 
 
Hevserokên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û 9 wekîlên HDP’ê jî di nav de bi hezaran siyasetmedar, rojnameger, parêzvanê mafên mirovan, akademîsyen, nivîskar, rewşenbîr hatin girtin. Bi ser sedî re hevşaredarên DBP’î dawî li wezîfeya wan anîn û hatin girtin. Bi ragihandina OHAL’ê re li girtîgehan şertên awarte û yên der mirovî hatin destpêkirin. Îşkence li girtiyan hat kirin û hemû mafên wan hatin desteserkirin. Ji ber şertên nebaş ên girtîgehan gelek girtiyan jiyana xwe ji dest da. 
 
SAZÎ Û DEZGEHÊN MEDYA AZAD GIRTIN 
 
Di rewşa awarte de saziyên çapemeniyê jî para xwe girtin. Di çarçoveya KHK’iyên hatin weşandin de gelek rojnam, televîzyon, radyo, malper û ajans hatin girtin. Ajansên wek JINHA, DÎHA, rojnameya Ozgur Gundem, Azadiya Welat, Ozgur Gun TV, ÎMC TV, HAYAT TV, TV10, DENGE TV, AZADÎ TV, VAN TV, DÎJLE TV jî di nav de 174 sazî û dezgehên medyayê hatin girtin. Li gorî Ropora Çavdêriya Medya ya BÎA 315 rojnamger, nivîskarên kuncikan, berpirsên weşanan rastî cezayên hepsê û pereyan hatin. Li gorî rapora Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad a sala 2018’an jî 192 rojnameger girtî bûne. 
 
BI HEZARAN KES HATIN ÎXRACKIRIN 
 
Bi deh hezaran karmend û akademîsyen hatin îxrackirin. Sendîkayan û karmendan gotin hikumet dixwaze wan bi birçîbûnê terbiye bike. Di OHAL’ê de dest danîn ser pasaportên rojnameger, siyasetmedar, karmend, akademîsyenan û pasaportên ên îxrackirî hatin betalkirin. Li gorî daneyên ÎHD’ê li 5 hezar û 268 kesan îşkence û muameleya xerab hatiye kirin. Di serî de li Enqere û Amedê li gelek deveran welatî bi darê zorê hatin revandin û binçavkirinên der qanûnî pêk hatin. 
 
‘DARBEYA SIVÎL A AKP’Ê DIDOME’ 
 
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel a bi KHK’ê ji wezîfeya xwe ya bijîşkiyê hat îxrackirin da zanîn ku her çiqas OHAL hatibe rakirin jî lê pêkanînên OHAL’ê didome û got: “AKP’ê krîza darbeye ji xwe re veguherand firsendê. Bi OHAL’ê her kesî kirin hedef. Hemû muxalîfan dorpêç kirin. Bi vê pêvajoyê êrîşî têkoşîn û destekftiyên jinan kirin. Pêvajoyek giran a binpêkirina mafan pêk hat. Bi mayîndekirinê OHAL didome. Pêkanînên di vê pêvajoyê de qewimîn hemû dij qanûnî û bêhiqûqî ne. Yanî mirov bi kurtasî dikare bêje ku darbeya sivîl ya AKP’ê didome. ” 
 
‘ÇAPEMENIYA AZAD RASTÎ DI TARIYÊ DE NEHIŞT’ 
 
Berdevkê Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad Hakki Boltan jî diyar kir ku saziyên çapemeniya azad jî ji OHAL’ê nesîbê xwe girtin û got: “OHAL’ê kîmyaya Tirkiyeyê xera kir. Ewil saziyên çapemeniyê kirin hedef. Zextên qedandina çapemeniya azad dan destpêkirin. Hemû weşanên çapemeniya azad hatin girtin. Dest danîn ser mal û milkên wan. Wek ganîmetê hat bikaranîn. Rojnamegerek nehat darizandin û ceza lê nehat birîn nema. Tevî hemû hewldanên bêdengkirna çapemeniya azad jî lê nikaribûn bêden bikin. Xebatkarên çapemeniya azad karkirinê bersivek mezin dan OHAL’ê û nehiştin rastî di tariyê de bimîne.” 
 
MA / Ozgur Paksoy

Sernavên din

09:48 Çapemeniya DYA’yê: Îsraîlê li Îranê xist
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:30 Li çiyayên bilind ên Pasûrê dema giyayê Zuzaxê ye
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
09:15 Rojnameger Silêman Ehmed 178 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:10 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:09 Çalakgerên Nobeda Edaletê: Wê têkoşîn bidome
09:02 'Çareseriya pirsgirêkên sed salan paradîgmaya Neteweya Demokratîk e'
09:01 Mizgîndêrên biharê berfîn vekirin
09:00 ROJEVA 19’Ê NÎSANA 2024’AN
08:39 Endamên Komîsyona Îlîçê ya Meclisê di Rojnameya Fermî de ne
08:38 Li Kenyayê qezaya helîkopterê: Serfermandarê artêşê û 10 leşker mirin
08:28 Li dijî Kobanê bi SÎHA’yan êriş hate kirin
08:27 Amerîkayê endamtiya Filistînê ya NY’yê veto kir
18/04/2024
23:04 9’emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê kir
20:34 Erdogan, hevdîtin bi serokê AYM'ê re kir
20:09 Şaredariya AKP’î xweliya komirê rijand çem
19:37 DEM Partî û OHD çûn serdana Emîne Şenyaşarê
19:33 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê li dijî feraseta serdest têbikoşin
19:31 Li Tokatê erdhej çêbû
16:16 Derket holê ku 5 stûnên hotêla 21 kes lê miribûn kêm bûn
16:01 Li Amedê qeza çêbû: 2 jê zarok 10 kes birîndar bûn
15:56 Di lêpirsîna ‘îhaleyê’ ya MEB’ê de 3 kes hatin binçavkirin
15:42 Peykerê jina ku Beyoglû yê AKP’î rakiribû jinûve hate danîn
15:17 Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Şamê re hevdîtin kir
14:59 Qeyûmê Êlihê li pey xwe 3 milyar û 53 milyon û 970 hezar TL deyn hişt
14:59 Li Wanê ji bo mitînga herêmî ya 1’ê Gulanê bang hate kirin
14:45 Rêveberiya AKP’ê wesayitên şaredariyê ji hev kirine
14:36 Ji ber şopandina tacîza çawişê pispor gef li Baroya Şirnexê hatin xwarin
14:29 Di kolandina qaçax de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:11 AKP’iyên bi dengên veguhestî hatin hilbijartin hevdu bi ‘karên qirêjî’ sûcdar kirin
14:10 Derbarê rojnamevan Gultekînê de biryara beraetê hate dayîn
12:56 Serokwekîlê koma CHP’ê yê nû diyar bû
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:47 Ji ber hezazê rêya di navbera Wan-Geverê de hate girtin
11:45 Talana AKP’iyan li ser bîllboardan hate teşhîrkirin
11:22 Salek cezayê hefsê û 17 hezar lîre cezayê pere li rojnamevan Yalçin hate birîn
11:05 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:00 Kolberek hate qetilkirin kolberek jî winda ye
10:52 Têkildarî tecrîda li Îmraliyê bi CPT’ê re hevdîtin hate kirin
10:37 Leşkerê ji ber êrişa zayendî hate girtin parastina ‘ez mirovekî rêzdar im’ kir
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
10:04 Qeyûm ji bo mitînga Erdogan û diyariyan 8 milyon û 886 hezar lîre xerc kiriye
09:39 Axtamara bi biharê re xemilî
09:29 Ozûgûrlû: Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê mirovên vê erdnîgariyê ve bê diyarkirin wê pirsgirêk nemînin
09:23 Bertek nîşanî projeya 'zarokan' a MÎT'ê dan: Perwerde karê perwerdekaran e
09:06 Dê rojên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ ya navneteweyî bên lidarxistin
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
09:02 Rojnameger Silêman Ehmed 177 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 144 roj in di çalakiyê de ne
09:01 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN
08:53 Piştî erdhejê li Tokatê navber dan perwerdeyê
17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê
20:55 Êrişî Binarê Qendîlê hat kirin
20:30 Li Cenevreyê bang li CPT'yê kirin: Dawî li îşknecya tecrîdê biînin
19:06 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 78'emîn de didome
17:12 Di Doza Kobanê de kes nehate berdan
16:55 Deynên qeyûmê Misircê bi bilboardê ve hatin daliqandin
16:39 Sirri Sureya Onder di rûniştina Meclisê de aciz bû
16:17 Hizbullaha Lubnanê bakurê Îsraîlê bombebaran kir
16:12 Li Hezexê pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a rengîn
16:11 Bafil Talbanî: Dê hilbijartin di dema xwe de werin kirin
16:00 Qeyûm 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayan da jêkirin
15:52 Li Colemêrgê 3 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin
15:51 Serokê AKP’î 4 karan dikir: Ji kar hate girtin
15:50 Parêzer û malbata Abdullah Ocalan li KE’yê ne: Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin
15:28 Bi rojan e agahî ji Weliyê ku dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê nayê girtin
15:27 YSK’ê îtîrazên Hatay û Orduyê red kirin
15:20 Berdana Rozerîn Kalkanê 11 mehan hate taloqkirin
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
14:54 Li Sudanê pevçûn: 25 sivîl hatin kuştin
14:14 Erdogan: Desthilata tekane serokkomar e
13:46 Doza Kobanê: 13 siyasetmedarên girtî tev li danişînê nebûn
13:45 Li Ûmmanê lêhî: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
12:54 Wezîr Işikhan: Di meha tîrmehê de dê mûçeya kêmtirîn nayê zemkirin
12:27 Gardiyan gef 'îşkenceyê' li girtiyên jin xwarin
11:12 Qedexekirina ‘Bêrûyê’ bêhiqûqî hate dîtin
10:49 Îsraîlê êrişî Xezayê kir: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
10:39 Ji AYM’ê biryara ‘cilên yekreng’
10:24 Li Giyadînê Hevserokê DEM Partiyê hate binçavkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
10:16 KNK: Çarşema Sor jî xwedî taybetmendiyek dînî, civakî û dîrokî ye
09:10 Rojnameger Silêman Ehmed 176 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:08 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 143 roj in di çalakiyê de ne
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:04 Qeyûmên Mêrdînê 3 milyar û nîv TL deyn li dû xwe hiştin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
09:00 ROJEVA 17’Ê NÎSANA 2024’AN
08:56 Ketina Kato ji bo 15 rojan hate qedexekirin
16/04/2024
22:03 Ji jinan banga xweparastinê
19:24 Şenyaşarê tevî astengiya polîsan çalakiya xwe berdewam kir
19:22 YSK'ê îtîrazên ji bo 2 bajar, 11 navçe û 7 bajarokan red kir
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
17:53 5 meh cezayê hefsê dan Leyla Guvenê
15:46 Li Amedê qezaya trafîkê: Mirî û birîndar hene!
15:32 Piştî hilbijartinê anketa nû: AKP li paş ket
15:04 Hamas: 33 hezar û 843 kes mirin
14:21 Banga 1’ê Gulanê: Em li dijî pergala bêedalet dakevin qadan