'Piştî komkujî pêk hat tevdîr hatin girtin'

  • rojane
  • 09:09 18 Tîrmeh 2019
  • |
img

RIHA - Hevserokên HDP û DBP'a Pirsûsê ku beriya Komkujiya Pirsûsê pêk bê hevdîtin bi qeymeqam û midûrê emniyetê re çêkiribûn, diyar kirin ku ji o tevdîr bên girtin wan hevdîtin bi qeymeqam û midûrê emniyetê re çêkiriye, lê belê wê rojê tu tevdîr nehatine girtin. 

 
Ciwanên ji bo biçin Kobaniyê û piştevaniya zarokên Kobaniyî bikin bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) hatibûn Pirsûs a Rihayê, di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li Navenda Çandê ya Amarayê bi êrîşeke xwekujî ya DAIŞ'ê re rû bi rû man û di wê êrîşê de 33 kes jiyana xwe ji dest dan. Şahidên roja bûyerê tiştên wê rojê qewimîn ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegotin. 
 
'BERIYA TEQÎNÊ BI ROJEKÊ EM ÇÛN CEM QEYMEQAM'
 
Hevserokê HDP'a Pirsûsê yê wê demê Suphî Koçyîgît, bilêv kir ku roja bûyerê li Navenda Çandê ya Amarayê bûye û beriya teqînê bi saetekê hevdîtin bi nûnerên SGDF û ESP'ê re çêkiriye û bernameya ku dê bê lidarxistin careke din nirxandine. Koçyîgît, bilêv kir ku beriya bûyerê bi rojekê Qeymeqamê Pirsûsê li wî geriyaye û jê xwestiye hevdu bibînin. Koçyîgît, diyar kir ku li ser vê çûye qeymeqamtiyê û di dema hevdîtinê de midûrê emniyetê yê navçeyê jî li wir bûye. Koçyîgît, destnîşan kir ku naveroka hevdîtinê ji bo tevdîrgirtina ji bo çalakiya ku dê ciwan li dar bixin bûye û qeymeqam gotiye wê ji derveyî bajêr bis edan kes bên û ji bo provakasyon çênebin divê hin tevdîr bên girtin û gotiye: "Hêzeke me yî ku tevdîran bigire tune ye, ji ber vê divê hûn tevdîran bigirin." 
 
Koçyîgît, destnîşan kir ku piştî vê hevdîtina dûr û dirêj li hev kirine. 
 
‘EM LI BAXÇE KOM BÛN' 
 
Koçyîgît, bilêv kir ku wê rojê serê sibehê zû çûne Navenda Çandê ya Amarayê û got: "Dema em gihaştin navenda çandê me dît ku gelek kes hatine. Hin jê jî di rê de bûn. Hîn em li benda hevalên di rê de bûn, em pê hesiyan ku di têketina Rihayê de 3 kes hatine binçavkirin. Em li qeymeqam geriyan û me xwest der barê vê yekê de em serwext bikin. Ji me re got wê piştî demeke kurt bên berdan û paşê em li baxçeyê navendê kom bûn." 
 
'JI BO 20 KESÎ DESTÛR DAN' 
 
Koçyîgît, bilêv kir ku qeymeqamê wê demê gotiye ew ê destûrê nedin hemû kesan ku sînor derbas bikin û gotiye: "Di nav xwe de 20 kesî diyar bikin. Em ê destûra 20 kesî bidin." Koçyîgît, diyar kir ku li ser vê wan 20 kes diyar kiriye. Koçyîgît, anî ziman ku piştî vê wan ji bo çapemeniyê daxuyaniyek daye, lê belê di dema daxuyaniyê de ew çûye baxçeyê navenda çandê û piştî çend deqeyan şûn de teqîneke mezin çêbûye. 
 
'JI XEYNÎ PIRSÛSÊ LI HER DERÎ TEVDÎR HATIN GIRTIN'
 
Koçyîgît, anî ziman ku dema teqîn çêbûye demildest derketiye derve û wexta derketina derve çermên mirovan bi ser wan de bariyaye û li erdê bi dehan bedenên perçekirî hebûne. Koçyîgît, destnîşan kir ku tevdîrên diviya qeymeqamtî û midûriyeta emniyetê bigirin nehatine girtin û piştî teqînê wan bi telefonê xwe negihandiye qeymeqam û midûrê emniyetê. Koçyîgît, got: "Polîsên berê tim li her derê navçeyê bûn wê rojê nedixuyan. Wê rojê ji xeynî Pirsûsê li her derî tevdîr hatibûn girtin."
 
Şahidê komkujiyê Hevserokê DBP'ê Mehmet Koştî jî, diyar kir ku ew jî tev li hevdîtina bi qeymeqam û midûrê emniyetê re hatibû kirin bibû û got, di hevdîtinê de qeymeqm îdia kiriye ku wê ciwan provakasyonê bikin. 
 
‘TEVDÎR PIŞTÎ TEQÎNÊ HATIN GIRTIN' 
 
Koştî, destnîşan kir ku ciwan êvara 19'ê Tîrmehê ber bi Pirsûê ve hatine û got: "Ciwanên bi şev hatibûn pir biheyecan bûn. Heta derengê şevê raneketin. Dixwestin kêliyek berî kêliyekê biçin Kobaniyê û dest bi xebatên xwe bikin. Ber destê sibehê komên din jî hatin Pirsês. Lê bele heta hatin Pirsûsê bi dehan car hatine sekinandin û li GBT'ya wan hatiye nerîn. Lê dîsa jî tevî hemû astengiyan xwe gihandin Pirsûsê. Rayedarên emniyetê tim li me digeriyan. Digotin 'Em lêgerînêb ikin? Em dora navenda çandê dorpêç bikin?' Me jî got, prosedur çi be wê bikin.' Lê belê tu tevdîr nehatin girtin, tenê piştî teqînê hatin girtin." 
 
‘WEKÎ QADA ŞER BÛ' 
 
Koştî, bilêv kir ku piştî ciwan hemû hatin ji bo daxuyaniyê amadekarî kirin û got: "Piraniya prosedurên qanûnî hel bibûn. Heyeta ji 20 kesî pêk dihat wê tevî pêlîstokên bi xwe re anîbûn biçûna Kobaniyê. Dema daxuyanî dihat dayîn em li navend açandê bûn. Dema em li hudnur bûn ji nişkave dengê teqînekê hat. Camên navenda çandê hemû şikiyan. Guhên me ker bûn. Ji nişkave em derketin derve. Dema em derketin derve her der wekîq ada şer bû. Gelek heval birîndar bûn û li erdê bûn. Gelek jê jî jiyana xwe ji dest dabûn."
 
Koştî, destnîşan kir ku piştî teqînê bi du saetan polîs hatine cihê bûyerê û gaz avêtine ser girseya ku alîkariya birîndaran dikir. Koştî, diyar kir ku ji ber gazê hin kesên birîndar jiyana xwe ji dest dane. Koştî, destnîşan kir ku tevdîrên ku li dijî teqîn nehatin girtin li dijî girseya ku dixwest alîkariya birîndar bike hatin girtin. 
 
‘DOZGER ÊVARÎ HAT' 
 
Koştî, anî ziman ku piraniya birîndaran bi derfetên xwe birine nexweşxaneyê û koma tenduristiyê jî piştî mudaxileya wan a ewil hatiye. Koştî, bilêv kir ku bûyer danê sibehê qewimiye lê belê dozger êvarî hatiye cihê bûyer û lêkolîn kirine. Koştî, diyar kir ku di lêpirsîna der barê bûyerê de serî ne li îfadeya wan û ne jî li ya şahidên din hatiye dayîn. Koştî, got berpirsiyarê vê bûyerê dewlet e. 
 
MA / Erdogan Alayumat - Bariş Polat
 
 
 
 
 

Sernavên din

17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê
20:55 Êrişî Binarê Qendîlê hat kirin
20:30 Li Cenevreyê bang lI CPT'yê kirin: Dawî li îşknecya tecrîdê biînin
19:06 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 78'emîn de didome
17:12 Di Doza Kobanê de kes nehate berdan | NÛÇEYA LEZGÎN
16:55 Deynên qeyûmê Misircê bi bilboardê ve hatin daliqandin
16:39 Sirri Sureya Onder di rûniştina Meclisê de aciz bû
16:17 Hizbullaha Lubnanê bakurê Îsraîlê bombebaran kir
16:12 Li Hezexê pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a rengîn
16:11 Bafil Talbanî: Dê hilbijartin di dema xwe de werin kirin
16:00 Qeyûm 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayan da jêkirin
15:52 Li Colemêrgê 3 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin
15:51 Serokê AKP’î 4 karan dikir: Ji kar hate girtin
15:50 Parêzer û malbata Abdullah Ocalan li KE’yê ne: Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin
15:28 Bi rojan e agahî ji Weliyê ku dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê nayê girtin
15:27 YSK’ê îtîrazên Hatay û Orduyê red kirin
15:20 Berdana Rozerîn Kalkanê 11 mehan hate taloqkirin
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
14:54 Li Sudanê pevçûn: 25 sivîl hatin kuştin
14:14 Erdogan: Desthilata tekane serokkomar e
13:46 Doza Kobanê: 13 siyasetmedarên girtî tev li danişînê nebûn
13:45 Li Ûmmanê lêhî: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
12:54 Wezîr Işikhan: Di meha tîrmehê de dê mûçeya kêmtirîn nayê zemkirin
12:27 Gardiyan gef 'îşkenceyê' li girtiyên jin xwarin
11:12 Qedexekirina ‘Bêrûyê’ bêhiqûqî hate dîtin
10:49 Îsraîlê êrişî Xezayê kir: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
10:39 Ji AYM’ê biryara ‘cilên yekreng’
10:24 Li Giyadînê Hevserokê DEM Partiyê hate binçavkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
10:16 KNK: Çarşema Sor jî xwedî taybetmendiyek dînî, civakî û dîrokî ye
09:10 Rojnameger Silêman Ehmed 176 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:08 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 143 roj in di çalakiyê de ne
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:04 Qeyûmên Mêrdînê 3 milyar û nîv TL deyn li dû xwe hiştin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
09:00 ROJEVA 17’Ê NÎSANA 2024’AN
08:56 Ketina Kato ji bo 15 rojan hate qedexekirin
16/04/2024
22:03 Ji jinan banga xweparastinê
19:24 Şenyaşarê tevî astengiya polîsan çalakiya xwe berdewam kir
19:22 YSK'ê îtîrazên ji bo 2 bajar, 11 navçe û 7 bajarokan red kir
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
17:53 5 meh cezayê hefsê dan Leyla Guvenê
15:46 Li Amedê qezaya trafîkê: Mirî û birîndar hene!
15:32 Piştî hilbijartinê anketa nû: AKP li paş ket
15:04 Hamas: 33 hezar û 843 kes mirin
14:21 Banga 1’ê Gulanê: Em li dijî pergala bêedalet dakevin qadan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:40 Danişîna doza 6 rojnamevanan hate taloqkirin
12:35 9'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê dike
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:41 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:36 BÎSAM: Sînorê xizaniyê 57 hezar û 578 lîre ye
11:25 TEV-ÇAND: Hozan Sefkan bingeha eniya çand û hunerê ava kir
11:04 Li Stenbolê polîsan bi ser malan de girtin
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
10:24 Di bihayê zêr de rekoreke nû
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:07 Rojnameger Silêman Ehmed 175 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:04 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm
09:00 Li Wêranşarê dê Çarşema Sor bê pîrozkirin
09:00 ROJEVE 16'Ê NÎSANA 2024'AN
08:42 Li Qilebanê qeza çêbû, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
08:31 DAIŞ’ê 100 pezên welatiyan dizîn
08:22 91 sazî û kesan ji bo Îmraliyê name ji CPT’yê re şand
15/04/2024
22:08 Li ber Konseya Ewropayê mîtînga ji bo Abdullah Ocalan: Em bêdengiyê qebûl nakin!
20:07 Li Şemzînanê leşkeran bi kuştinê gef li gel xwarın
17:17 DEDAŞ ji avahiyê vala re 34 hezar lîre qer derxist!
16:54 Her sê deriyên Wezareta Dadê jî ji Emîne Şenyaşarê re girtî ne
16:54 TJA: Em ê parastina xwe ya cewherî pêş bixin
16:47 BES-AR: Sînorê xizaniyê gihişt 66 hezarî
16:29 Giliyê êrişa li dijî gora Medet Serhat kirin
15:57 Tirkiye gundekî Minbicê bembebaran dike
15:34 Li Şirnexê zêrevanekî taxê welatiyekî birîndar kir
15:16 Dozgerê Dadgeha Bilind xwest daxwazên dosyeya Denîz Poyrazê werin redkirin
14:33 DEM Partiyê parêzer Akalin bi bîr anî
14:14 Pirtûka akoran a berhemên hilbijartî yên ji 13 salên dawî yên muzîka kurdî derket
13:57 Qeyûmê Sêrtê li pey xwe 456 milyon lîre qer hişt
13:34 Temellî ji partiyên Meclisê re got: Dema dersê jê girtinê ye
12:47 ‘Dîwana Wezîran a Şer’ a Îsraîlê îro dicive
12:46 ‘Têkoşîna me ya mezin dibe dê tecrîdê rake’
12:01 DÎB’ê ji bo Doza Kobanê bang kir: Li dijî bêhiqûqiyê helwestê bigirin
12:00 Îranê, 2 kolberên kurd qetil kirin
11:48 Têkildarî qedexeya bazirganiya di navbera Tirkiyeyê û Îsraîlê, teklîfa qanûnê hate dayîn
11:28 Bankaya Navendî bi rêjeyekî mezin zirar kir
10:57 Di salekê de ji sedî 113 zem li benzînê hatekirin
10:46 Li Panosê tundiya zilam: Jinek hate qetilkirin, jinek jî bi giranî birîndar bû
10:34 Rêjeya bêkariyê ya TUÎK’ê ya meha sibatê: Ji sedî 8,7
10:24 Grama zêr ji 2 hezar û 455 lîreyan derbas bû
10:23 Çalakiya Nobeta Edaletê wê veguhêzin qonaxeke cuda
09:56 Tirkiye gundên Biradostê bombebaran kir
09:54 Girtiyê di çalakiyê de: Dengê me ji herkesê re ragihînin
09:47 Geliyê Botanê bi rengên biharê xemilî
09:06 Rojnameger Silêman Ehmed 174 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 141 roj in di çalakiyê de ne
09:02 Gelê Sêrtê ji şaredariyê xizmetên çawa divê?
09:00 Li dijî bêhiqûqiya li girtîgehan banga têkoşîna li kolanan
09:00 ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2024'AN
08:16 Xwebûn bi manşeta ‘Dê azadiya Ocalan bixwazin’ derket
14/04/2024
23:00 Têkildarî qezaya teleferîkê 5 kes hatin girtin