Girtiyê nexweş Başaran: Eskerê li min da wergirtina rapora min asteng kir

  • rojane
  • 17:09 16 Tîrmeh 2019
  • |
img

STENBOL – Girtiyê nexweş Îdrîs Başaran ê eskeran lêda wiha got: “Eskerê li min da, pişt re ji bo raporê bigirim min bir nexweşxaneyê. Ji bo bijîşk rapor nede min zext li ser bijîşk kirin. Nehiştin bijîşk raporek baş bide min.” 

 
Beriya çend rojan li Girtîgeha Tîpa H a Bursayê eskeran li girtiyê nexweş Îdrîs Başaran dan. Malbata Başaran, ji bo îşkenceya li dijî lawê xwe eşkere bike li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist û pankarta “Bila şideta li ser Îdrîsa Başaran pêk hatiye bi dawî bibe” daliqandin. Endama Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD’ê Hatîce Onaran û bavê Başaran, Mehmet Emîn Başaran beşdarî civînê bûn. 
 
‘BINPÊKIRINA MAFAN DIDOME’ 
 
Mafparêz Hatîce Onaran daxuyanî da û diyar kir ku binpêkirina mafan ên li Girtîgeha Bursayê ji du mehan carek dikeve rojevê û rêveberiya girt3igeh3e bi pêkanînên kêfî zextê li girtiyan dike û şidetê pêk tîne. Onaran got Başaran di lîsteya girtiyên nexweş de cih digire û hem nexweşê epîlepsî ye hem jî nexweşîna dil pê re heye. Onaran anî ziman ku Îdrîs Başaran û 5 girtiyên li cem wî dema ji bo diran birine bijîşk îşkence li wan hatiye kirin. 
 
CENDERME: EZ KELEPÇEYAN VENAKIM 
 
Onaran nameya Başaran a bi rêya malbata xweş şand wiha parve kir: “Di 8’ê tîrmehê de min sewqî nexweşxaneya diranan a Şevket Yilmaz a li Bursayê kirin. Min û hevalên min Suleyman Saydan, Fehmî Yavuz, Hamdullah Acar, Metîn Çakir û Mehmet Şîpal sewqî nexweşxaneyê kirin. Hêj bêtehamuliyê li hepsê dest pê kir. Esker bi ser me ve hatin. Beriya em li rîngê siwar bibin eskeran got ‘Em di destpêkê de bêjin, ez destê we venakim, hûn werin nexweşxaneyê jî bêyî tiştek bê kirin em ê we paş de bînin’ û niyeta xwe diyar kirin. Li ser vê yekê em fetilîn û me got em naçin. Karmendê eleqedar hat got ‘ez ê bi midûr beg re biaxivim.’ Piştî demek kin karmend hat û got ‘em ê biçin nexweşxaneyê.’ Me birin nexweşxaneyê. Dema kar û barê nexweşxaneyê dihat kirin eskerê berpirs got ‘Ez ê destê we venekim, ez ê xweşbînî nîşanî we nedim.’ Bi gotinan êrîşî me kir. Tevî vê yekê me bersiv nedayê. Çimkî armanca me ew bû em bên dermankirin.
 
DIGOTIN ‘HÛNÊ BIKUJIN WAN NEDIN JIYÎN’ 
 
Li nexweşxaneyê ewil min birin û fîlmê min kişandin. Di kêliya me yê film bikişanda esker got ‘ez destê we venakim, hûn dixwazin qebûl bikin naxwazin jî nekin.’ Xwest dermankirina me asteng bike. Li ser vê yekê bêyî ez bêm dermankirin, min anîn ber odeya bijîşk. Di vê navberê de esker çû odeya bijîşk û got ‘Xoce ev ne mirov in, ji van mirov dernakeve û hwd.’ Bi van gotinan xwest rageşiyê derxe. Her çiqas karmendê bi me re hatibû digot ‘em ê her tiştî hel bikin jî’ lê çû cem bijîşk jî esker di wê kêliyê de got ‘Tevlî van nebin ev ne mirov in.’ Bi van nêzîkatiyan dermankirina me asteng kirin. Min jî li ser vê nêzîkatiyê got ‘Hûn dermankirina me asteng dikin, hûn xwe dixin şûna bijîşk.’ Çawa min wisa got, esker heqaret li min kir û got ‘Vî bibin. Hûn bêşeref in divê mirova we hemûyan parçe bike, her aliyê wî bişkînin, hûnê van bikujin divê nejîn.’ Di hundirê nexweşxaneyê de min dafdan. Destê min kelepçekirîbûn û di navbera du eskeran de heta ser derenceyê li min dan û xwestin min bikujin. Min xistin bin derenceyê ji bo ku kamera nebîne û li min dan. Piştî rapora min wergirt laşê min reş û şîn bû û şopên îşkenceyê hebûn. 
 
ESKERÊ LI MIN DA MIN JI BO RAPORÊ BIR NEXWEŞXANEYÊ 
 
Bi vî awayî heta ber rîngê heqaret û lêdanê dewam kir. Di hundirê rîngê de jî li min dan û heqaret li min kirin. Her çiqas hevalên min gotin ‘ew nexweşê epîlepsî û dil e’ jî lê qet guhdar nekirin û li min dan. Me got bila rayedar werin em ê bi wan re parve bikin. Eskerek got ‘rayedar jî û her tişt jî ez im.’ Bêyî me derman bikin li me didin û me vedigerînin. Ji bo raporê min birin nexweşxaneya dewletê. Eskerê serê sibê êrîş kir, ji bo raporê min bir nexweşxaneya dewletê. Piştî em gihîştin nexweşxaneyê. Bêyî bijîşk min bibîne û derman bike, esker çû gel bijîşk û hevdîtin pêk anî. Zext li ser bijîşk kirin û nehiştin ku bijîşk rapora lêdanê bide min. Dema min anîn qawîşa hepsê min nikaribû ji şûna xwe rabim. Tevî hemû nexweşînên min jî êrîşî min kirin. Di heman demê de ev daxwaznameya giliyê min a ji bo Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ye jî.” 
 
‘JI BER ÎŞKENCEYÊ NIKARIBÛ LI SER PIYA BISEKINE’ 
 
Pişt re bavê Îdrîs Başaran, Mehmet Emîn Başaran jî da zanîn ku ew bi rêya parêzer fêr bûne ku eskeran li lawê wî daye û li ser vê yekê roja pêncşemê çûye hevdîtina lawê xwe. Başaran got: “Ji bo ez hûrguliyên bûyerê fêr bibim çûn hevdîtina girtî. Dema min lawê xwe dît ji ber îşkenceya lê hatibû kirin nikaribû li ser piya bisekine. Edalet ev e gelo? Li girtiyek nexweş ev îşkence tê kirin gelo? Ez ji jiyana lawê xwe bi fikar im. Tiştek were serê lawê min, rêveberiya girtîgehê, esker û wezareta dadê berpirsiyar in. Heqareta li kurê min hatiye kirin qebûl nakim. Ez derbarê rayedaran de dozdar im. Ez ê heta dawiyê bibim şopdarê doza xwe.” 

Sernavên din

23/04/2024
21:43 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê di roja 6'an de ye
19:13 DEM Partî û HDK: Çapemeniya kurd teslîm nabe
19:08 Bakay ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
17:22 Şenyaşar: Erdoganê dozê li min vekiriye çima faîl negirtin?
17:02 Ji ber binçavkirina rojnamegeran îtîraz hate kirin
16:14 KNK: Şerê nû yê Erdogan, ser Rojhilata Navîn gef e
15:42 Dayik û zaroka xwe ji madeya AYM’ê betal kiribû xistin girtîgehê
15:39 Bertekên li dijî binçavkirina rojnamegeran didomin
15:03 Rojnameger: Çapemeniya kurd tu carî bêdeng nema
14:52 Serlêdana DÎSK’ê ya ji bo Taksîmê hate redkirin
14:51 Li Amedê girtina Makbûle Ozerê hate protestokirin
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
13:53 HDK, DBP û DEM Partî: Em li cem Çapemeniya Azad in
13:48 Ji bo parêzerên rojnamegeran biryara bisînorkirina hevdîtinê hate dayîn
13:41 Li dijî êrişan banga piştevaniya bi Çapemeniya Azad re hate kirin
13:06 Şaredariya Farqînê biryarên dewirkirina neguhezbaran a qeyûm betal kir
12:58 Li Amedê zêdetirî 200’an qadên lêgerîn û derxistina petrolê hatine vekirin
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:43 Li dijî binçavkirinên Çapemeniya Azad bertek hatin nîşandan
12:20 Hejmara rojnamegerên hatine biçavkirin zêde bû
12:17 KNK'ê serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV'yê şermezar kir
12:16 Bîranîna Qirkirina Ermenan a li Kadikoyê hate qedexekirin
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
11:16 Rojnameger Ozdemîr: Dê şer hinek din dirêj bibe lê encam naguhere
10:43 Bi hinceta ‘heqareta li Erdogan’ doz li Emîne Şenyaşarê hate vekirin
10:37 DFG û MKG: Ev êriş nikarin çavên kedkarên Çapemeniya Azad bitirsînin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:52 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt
09:51 NÇR-Ewropa serdagirtinên Stêrk û Medya Haber TV’yan şermezar kir
09:50 Li Malezyayê helîkopterên leşkerî li hev ketin: 10 kes mirin
09:24 Di serdegirtina 4 saetan de malzemeyên teknîkê hatin desteserkirin
09:23 Banga 1'ê Gulanê: Bi dirûşma 'ji bo nan û aştiyê azadî' ber bi Qada Taksîmê ve
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:02 Qeyûm 20 milyon lîre ji budçeya 'Nivîsgehê' xerc kirine
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 149’an de didome
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 182 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2024'AN
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê
08:12 Xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin
08:05 Polîs bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê girtin
22/04/2024
22:41 Mîhrîcana şanoyê di roja 5’emîn de didome
22:29 Li Geverê 12 kesên hatibûn girtin hatin berdan
20:48 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 84'an de ye
20:46 Di navbera Tirkiye û Iraqê de 26 peyman hatin îmzekirin
17:02 Qeyûm li Êlihê 3 milyar û 53 milyon û 977 hezar TL deyn hişt
15:32 Li Bagokê dengê çekan bilind dibe
14:43 Pîra 81 salî Makbule Ozer dîsa girtin
14:35 Tekoşîn û şanoya kurdan bi hev re girêdayî ye
14:31 Qeyûmê Kopê 165 milyon û 226 hezar û 845 tl deyn hişt
13:57 Bakirhan serdana ajansên JINNEWS û MA’yê kir
13:05 Berdevka DEM Partiyê: Em ê nexşerêya xwe bi rêya sêyemîn pêş bixin
13:04 Serokkomar Erdogan çû Bexdeyê
12:29 Walî 5 gundên Bagokê ji çûn û hatinê re qedexe kir
12:18 Rejîma Îranê 5 sal ceza li hunermendê kurd birî
12:01 Polîsan li Dêrsimê 5 û li Rihayê jî kesek binçav kirin
11:24 Ji bo Erdogan kolanên Hewlêrê bi alên tirk xemilandin
11:12 DFG: Salên 90'î bû destpêka serdemek nû
10:47 DEM Partî: Têkoşîna heqiwetê bênavber didome
10:28 Statûya Başûr di xetereyê de ye
10:07 Li Edeneyê qeza pêk hat: 3 kes mirin
09:53 Jinên êzidî dest bi xweparastinê dikin
09:51 Qeyûmê Geverê ji bo emniyet, pîrozbahî û şirînahiyê bi milyonan lîre xerc kiriye
09:15 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 148'an de didome
09:01 181 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 Prz. Demîr: Tecrîda li Îmraliyê dê bi têkoşîna hevpar ji holê rabe
09:01 Nivîskar Karacabey: Rika hunermendan desthilatê tîne xwarê
09:00 Rojnameger Karadaş: Dibe ku şer li Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve
09:00 ROJEVA 22’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:28 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Statû di xetereyê de ye’ derket
21/04/2024
23:43 Li Amedê mihrîcan didome
21:49 Li Erziromê qezaya trafîkê çêbû: Miriyek û 6 birîndar hene
20:05 Encamnameya Civata Giştî ya KNK'ê: Êdî dema yekitiyê ye
18:06 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 82’emîn de domiya
17:50 Amedspor alîgirên xwe xemgîn kir
16:54 KNK: Li dijî êrişan hewcehî bi helwesta seferberiyê heye
16:20 Astengdarê zihnî Gezer ê hedef hatibû nîşandan hate girtin
15:42 Li Turhalê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
15:36 Di lijneya KNK’ê de bal kişandin ser ‘yekitiyê’
15:32 Maça ‘şampiyoniyê’ ya Amedsporê dest pê kir
15:19 Kenan Bakay piştî 30 salan hate berdan
15:11 ‘Kesekî astengdar çawa dibe rêveberê partiyê’
15:01 Çandar: Rêzê ji bo îradeya gel bigirin
14:04 Li Amedê beriya maçê coşa ‘şampiyontiyê’
14:03 Di êrişên Îsraîlê de zêdetirî 34 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
14:03 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Jinan erdnîgarî bi rengê morê xemiland
12:49 Beriya maça Amedspor-Igdirsporê 2 kes hatin binçavkirin
11:50 Rejîma Îranê 10 sal cezayê hefsê da mamosteya kurdî
11:36 Metîna bi dijwarî tê bombebarankirin
10:56 Tirkiye ji hêla enflasyona bilind ve li cîhanê di rêza 4’emîn de ye
10:36 Dr. Pashang: Di krîza Rojhilata Navîn de tenê rêyeke kurdan heye ew jî yekitî ye
10:14 Amedsporê ji ber ‘bilêtên sexte’ hişyarî da
10:07 Kovara Jînê di hejmarê nû de bal kişand ser mafên zarokan
10:06 Beriya serdana Erdogan li dijî Metînayê êrişeke nû hate destpêkirin
09:21 Albayrak ê AKPî li Xelfetiyê 460 milyon û 601 hezar TL deyn hişt û çû
09:20 Jin wê her roj ji bo Abdullah Ocalan nameyan ji CPT'yê re bişînin
09:05 180 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome