AMED - Malbatan cenazeyên endamê HPG’ê yên li çoltera Taxa Bayirli ya Lîcê, di şerê 3’yê Hezîranê rû da de jiyana xwe ji dest dan, 44 roj şûnde ji herêma operasyonê wergirtin.
Li çoltera Taxa Bayirli ya navçeya Lîcê ya Amedê, di 2’yê Hezîranê de operasyona leşkerî hat lidarxistin û di 3’yê Hezîranê de pevçûn rû da. Cenazeyê 4 endamên HPG’ê yên di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dan 44 rojan li herêma pevçûnê hatin rawestandin. Ji 5 HPG’iyên di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dan cenazeyê Ferhat Kocakaya (Rizgar Tolhildan) piştî operasyonê ji herêmê hat girtin û li Lîcê hat definkirin. Lê cenazeyên Îbrahîm Çelîk (Mahîr Andok), Abdullah Tûrhan (Reber Amed), Omer Demîr (Serhildan Mazî) û Yûsûf Kayran (Zinar Akro) 44 rojan li herêma operasyon hatibû rawestandin. Malbat çûn herêma operasyonê û di wêneyên kişandin de xuya dike ku cenaze xirab bûne. Malbat û gel piştî 44’an rojan çûn herêmê û cenaze ji herêma operasyonê wergirtin.