AMED - Ji ber nepaqijiyê 11 hezar û 368 TL cezayê pereyî li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hat birîn.
Midûriyeta Çandinî û Daristanan a Walîtiya Amedê, Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê kontrol kir û tespît kir ku li nexweşxaneyê şert û mercên teknîkî û paqijiyê yên divê hebin û pêk bên tune ye. Midûriyetê di kontrolkirina 19'ê Hezîranê de tespît kir ku di xwaringeha nexweşxaneyê de şert û mercên teknîkî û paqijiyê yên hewcedar tune ne û li gorî benda 1'ê ya xala 41'an a Qanûna Jimare 5996'an 11 hezar û 368 hezar cezayê pereyî li nexweşxaneyê birî.