Êrîşên li dijî Bîrdariya Komkujiya Enqereyê şermezar kirin

  • rojane
  • 16:33 27 Hezîran 2019
  • |
img

ENQERE - Komeleya 10'ê Cotmehê ya Piştevanî û Aştiyê (10 Ekim-Der), têkildarî êrîşa li dijî Bîrdariya 10'ê Cotmehê ya Gara Enqereyê ku di 23'ê Hezîranê de pêk hat, li pêş GAR'ê daxuyanî da çapemeniyê. Hevseroka Komeleya 10 Ekîm Der'ê Mehtap Sakîncî Coşgun û Hevserokê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk, bang li şaredariyan kirin ku biryarên xwe pêk bînin. 

Komeleya 10'ê Cotmehê ya Piştevanî û Aştiyê (10 Ekim-Der) û malbatên 103 kesên di komkujiya Mîtînga Enqereyê ya Aştî û Demokrasiyê de jiyana xwe ij dest dan, têkildarî êrîşa li dijî Bîrdariya 10'ê Cotmehê ya Gara Enqereyê ku di 23'ê Hezîranê de pêk hat, li pêş GAR'ê daxuyanî dan çapemeniyê. Rêveberên Komeleyê û malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan li pêş GAR'a Enqereyê kom bûn û li vir daxuyanî dan. Hevserokê KESK'ê Mehmet Bozgeyik, Nûnerên HDP'ê, EMEP'ê û nûnerê gelek rêxistinên civakî û demokratîk amade bûn. Li ber bîrdariyê girsê dirûşmeyên “10'ê Cotmehê ji bîr neke, nedin ji bîr kirin" û “Ne şer em aştiyê dixwazin" berz kirin. Hevseroka 10 Ekîm Der'ê Mehtap Sakinci Coşgun, diyar kir ku li dijî bîrdariya li ser "Ked Demokrasî û Aştiyê" nivîsiye 5 caran êrîş tên kirin û wiha got: "Bîrdarî her sal rastî êrîşan tê. Yên ji bo daxwazên xwe yên herî xweş bînin ziman li hev kom bûn rastî êrîşê hatin. Herî dawî li vir gihiştin hev. Komkujya Enqereyê di dîroka Tirkiyeyê de komkujiyek ku wekî wê hêj pêk nehatiye."
 
Coşkun, anî ziman ku heta niha der barê 3 êrîşan de serlêdana sûc kirine û wiha got: "Di ser komkujiyê re 44 meh derbas bûn. Li hemû dora bîrdariyê kamere hatine bicih kirin. Kesê êrîşkar tevî ku piştî êrîşê îmzeya xwe avêtiye bîrdariyê jî hem nehatiye girtin û hem jî dîmenê wî jî li cem dozgeriyê tune ye. Tu cudahiya vê êrîşê û êrîşên DAIŞ'ê ji hev tune ye. "
 
Coşgun, herî dawî destnîşan kir ku wê der barê êrîşên din de jî serlêdana sûc bikin û wiha bi dawî kir: "Yên birdariya sembol tehamul nakin û yên piştgiriyê didin wan bi qasî hev sucdar in. 44 meh di ser de derbas bû. Tevî biryara şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê der barê êrîşan de şaredaran tu daxuyanî nedan. Divê rayedar demek berî demekê ji van êrişan re bêjin raweste. Heta niha diyalogên me bê encam man. Ev ne pêvajoyek ku bê ji bîr kirin û paşguhkirin. Em bang li Walîtiya Enqereyê jî dikin ku berpirsiyariya xwe pêk bîne. 
 
Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyik jî diyar kir ku ev sûc li dijî mirovahiyê pêk hatiye û 4 sal derbas bûn, lê hêj berpirsiyar nehatine dîtin û darizandin. Bozgeyik, anî ziman ku hêzên çete di nava dewletê de xwe bi cih kirine û kesên ev êrîş kirine nûnerê xwedî heman hişmendiyê ne. Bozgeyik, da zanîn ku Tirkiye her diçe ji dewleta hiqûqê dûr dikeve û wekî kesên aştiyê diparêzin dixwazin demek berî demekê gavan bavêjin." Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû. 
 
 

Sernavên din

17:09 Girtiyê nexweş Başaran: Eskerê li min da wergirtina rapora min asteng kir
16:27 HDP’iyên li Qereyazi hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:14 Forma ‘Kurdistan’ li ser nivîsandîbû xistin ber lêpirsînê
16:02 Demîrtaş: Divê Ocalan bi parêzer û heyetan re hevdîtin bike
15:42 Malbatan 44 roj şûnde cenazeyên zarokên xwe ji herêma operasyonê girtin
15:07 Onlu: Walîtiyê rê li pêş cezakirina bersûcan girt
14:29 Bêyî ku hincet nîşan bidin Qempa Havînê ya Jinan qedexe kirin
14:00 Buldan: Biryar, bawerî û gotina jinan heye ku cîhanê bi rêve bibin
13:52 Malbata Davût Acar ê HPG’î cenazeyê kurê xwe nas nekir
13:24 HDK: Ocalan nefes da civakê lê îktîdar tecrîdê didomîne
12:49 Demîrtaş: Gelo hûn ji bo berjewendiyê kîjan çemaweriyê min digirin
12:33 Ocalan: Ji bo kujer bên dîtin û komkujiyek din pêk neyê bila Meclîs lêkolînê bike
12:13 Danişîna doza Buyukada ji ber dozger hat guhertin taloq kirin
11:36 ‘Di Doza Parêzeran a KCK’ê de’ şahid Dundar beşdar nebû
11:31 Hunermend Orhan Aydin hat berdan
11:30 Rojnameger Kanbal: Ez bi biryara kesên 'ji jor ferman dan' hatim binçavkirin
11:17 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:13 ‘Ger deriyên Îmraliyê bên girtin, wê li welat kaos kûrtir bibe’
10:56 Axa ji gund diçe bajar ruh dide pîra 71 salî û pîrê ruh dide axê
10:06 Ji bo heqê gubre û mazotê bide, çêlek firot
09:46 Hunermend Orhan Aydin binçav kirin
09:28 SETA ‘Operasyona Pençe’ analîz kir: Divê TSK li Kurdistan a Federe bi cih bibe
09:27 Aboriya komunal ava dikin
09:26 Têmaya Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê: Çand, ziman, xweza û navê 'Dersim'
09:25 Mekanîzmayeke wekî teleferîkê çêkirin û pê çivîkan xwedî dikin
09:25 Santrala Termîkê ya Silopiyayê jehrê dipejiqîne: 511 kes mirin, 11 hezar welatî astengdar in
09:24 Di nav salekê de sê caran hat kuştin!
09:23 Ji ber 'nepaqijiyê' cezayê pereyî li Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê hat birîn
09:22 Muzîkjen Berazî: Me xwest destanên liberxwedanê mayînde bikin
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2019'AN
15/07/2019
18:26 Nûçegihanê me Ahmet Kanbal hat berdan
17:02 Cenazeyê 4 HPG'iyan 43 rojin li herêma operasyonê tên rawestandin
16:05 SETA'yê vê carê jî Kurdên li Ewropa dijîn kir hedef
16:04 Ciwanên HDP’yî sibê li Amedê şahiyek li dar dixin
15:59 Dayika Girtî: Zarokên me yên em qêmîşî wan dikin ramûsînin rastî îşkenceyê tên
14:46 2 zarokên di teqîna li Dersîmê de birîndar bûn jiyana xwe ji dest dan
14:19 Ligel daxuyaniya ODTU ya dê ‘ber çavan re derbas bikin’ jî KYK ji bo destûrê serlêdan kir
13:53 Guven binpêkirinên mafan ên lidijî girtiyên ketin greva birçîbûnê de bir Meclîsê
13:06 Li Êlihê dê şevên sînemaya servekirî bên lidarxistin
13:01 Li Êlihê heya 15 rojan çalakî hatin qedexekirin
12:51 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Mîlas avakirina xwe îlan kir
11:19 Dema binçavkirina Hevşaredarê Qereyazi û encûmenên şaredariyê dirêj kirin
10:35 Bi biryara qeymeqam kampa zarokan girtin
10:00 Cezayê hucreyê li Kotan ê di greva birçîbûnê de ket 43 kîloyan birîn
09:25 2 hezar gurzê giha şewitî
09:24 Li Colemêrgê 5 herêm hatin qedexekirin
09:01 ‘Biryara ÛNESCO ya ji bo Sûrê dayî biryarek dereng mayî ye’
09:00 Ozsoy: Dagirkeriya li Efrînê çibe, ya Başûr jî hemane
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2019'AN
14/07/2019
20:32 Cenazeyê ciwanê di Çemê Dîcle de winda bû hat dîtin