* Li Colemêrgê piştî hewa germ bû welatiyên sewalkariyê dikin berê xwe dan zozanan û rêwitiya wan a zozanan dest pê kir.
* Esnafên li Bazara Genim a Rihayê karê naklîyevaniyê dikin ji ber zêdebûna buhayê mazot û lastîkê maşîneyan îflas dikin. Nakliyevan Bozan Yahnîoglu, diyar kir ku îsal esnafên biçûk fetisîn û wiha got: "Kesên berpirsiarê aboriyê ne xema wan e. Lê yê zor û zahmediyê dijîn esnafên biçûk in."
* Qeyûmê Nisêbînê yê dema li ser kar bû û 32 milyon tl deyn li pey xwe hişt, derket holê ku maşîna şaredariyê ya 4x4 diyarî midûriyeta polisan kiriye. Dîsa gelek malên şaredariyê diyarî midûriyeta perwerdehiyê kiriye.
* Çemê Dîcleyê di nava 3 salan de 42 welatî daqurtand. Di 6 mehên dawî de 10 kes di Çemê Dîcleyê de fetisîn.
* Ekolojîst Guner Yalniç, bal kişand ser talankirin û wêrankirina xwezayê û xwest îktîdar dest ji polîtîkayên şer ên xwezayê talan û wêran dike berde.
* Danişqîna doza Kuştina Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dink wê li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbol bê dîtin. (10.00)
* Komeleya 10'ê Cotmehê ya Piştevanî û Aştiyê (10 Ekim-Der), wê têkildarî êrîşa li dijî Bîrdariya 10'ê Cotmehê ya Gara Enqereyê ku di 23'ê Hezîranê de pêk hat, li pêş GAR'ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)
* Danişîna doza êrîşa 5'ê Hezîrana 2015'an a ku DAIŞ'ê li dijî mîtînga HDP'a Amedê pêk anî wê li Edliya Rojava ya Sîncana Enqere bê dîtin. (14.30)
* Danişîna doza 11 welatiyen Efrînê ku OSO ji Eftînê teslîmî MÎT'ê kir wê li Dadgeha Hatayê bê dîtin. (12.00-19.00)