EDENE - Alaattîn Ozelmali, diyar kir ku rewşa birayê wî Kemal Ozelmali di Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê de ye û nexweşîna Wernîcke Korsakoffê lê peyda bûye, her diçe xirabtir dibe û xwest bê berdan.
Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê, Kemal Ozelmali yê nexweşîna Wernîcke Korsakoffê lê peyda bûye, her çend rapora wî ya "nikare di girtîgehêd e bimîne" heye dîsa jî nayê berdan. Alaattîn Ozelmali ku hefteya borî çû girtîgehê cem birayê xwe Kemal Ozelmali, destnîşan kir ku her diçe rewşa birayê wî xirabtir dibe û xwest bê berdan.
Alaattîn Ozelmali, bilêv kir ku birayê wî girtiyekî pir nexweş e û bi saya hevalên xwe jiyana xwe îdame dike. Ozelmali, anî ziman ku tiştek nayê bîra birayê wî û her diçe rewşa birayê wî xirabtir dibe û got: rewşa wî pr xirab e. Êdî bi awayekî rêk û pêk xwîn jî naçe mejiyê wî. Mêjiyê wî ditevize. Tiştek nayê bîra wî. Li hundur ragirtina mirovekî wisa bêwijdanî ye. Ranezê, dibêje dema razêm ez ê bimirim. Kemal Ozelmali ji xewê ditrise û ranazê. Her diçe baweriya me ya ji bo edaletê kêm dibe. Lê înşeleh wê edalet pêk bê û rojek berî rojekê bê berdan."
MA / Hamdullah Kesen