NAVENDA NÛÇEYAN - Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû mal û milkê xwe, hevjîna xwe û bavê xwe aşkera kir.
Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû (ÎBB) ku hê mazbata xwe negirtiye û dest bi peywirê nekiriye, mal û milkê xwe, hevjîna xwe û bavê xwe aşkera kir. Buroya Çapemeniyê ya Îmamoglû têkildarî mijarê ev agahî parve kirin: "Şaredarê ÎBB'ê Ekrem Îmamoglû beriya niha di weşana zindî ya hevpar a bi Bînalî Yildirim re ragihandibû ku dê bi awayekî zelal mal û milkê xwe aşkera bike. Niha jî em pêşîn lîsteya mal û milkê Ekrem-Dîlek Îmamoglû û paşê jî lîsteya mal û milkê bavê wî Hasan Îmamoglû pêşkêşî we dikin."
Lîsteya mal û milkê Ekrem-Dîlek Îmamoglû û Hasan Îmamoglû di beşa wêneyan de hatiye dayîn.