Rayedarên MEB’ê ji dayika zaroka wê rastî tecawîz hat re gotin: Ger bê bihîstin dê sazî zirar bibîne

  • rojane
  • 13:08 20 Hezîran 2019
  • |
img
STENBOL - Li Bazîdê, Cemîle Keskîn a ragihand ku zaroka wê ya 12 salî B.K. rastî tecawîza mamosteyê xwe hatiye, diyar kir ku kesên ji Wezareta Perwerdê ya Mîllî hatin gel wê jêre gotine ‘Dinava perwerdê de bûyer wiha hatiye jiyîn, ger bê bihîstin dê sazî zirar bibîne.’ 
 
Li dibistana gundekê navçeya Bazîda Agiriyê, mamosteyê Perwerdeya Wezîrşê H.K. di 22’yê Gulanê roja Çarpemê tecawazî zaroka 12 salî B.K. kir. B.K. bûyer ji Midûrê dibistanê re vegot. Midûr jî agahî da cendirmeyan. Ekîbên cendirmeyan 4 saet şûn de tên gund û mamoste binçav dikin. Mamosteyê dûre sewqî dadgehê hat kirin, bi hinceta “Gumana bihêz” hat girtin û şandin girtîgehê.  
 
‘DIXWAZIN SER BÛYERÊ BIGIRIN’
 
Xalê B.K. Îbrahîm Halîl Yildiz ê li navçeya Sancaktepe ya Stenbolê dijî û dayika wê Cemîle Keskîn a li Bazîdê dijî, bûyera B.K. jiya ji Ajansa Mezopotamya (MA) re vegotin. 
 
Xalê B.K. Îbrahîm Halîl Yildiz, diyar kir ku qereqol ji bo ku îfade bi bangî dayika B.K. dikin û wiha axivî: “Ji qereqolê ji Cemîle geriyan û rê gotin keça te rastî tecawîza mamosteyê xwe hatiye. Xwişka min ser vê yekê diçe qereqolê. Lê ligel vê yekê dema îfadeya keça wê digirin, destûr nadinê ku ligel keça xwe  cih bigire. Kiçên keça me şandin Saziya Tipa Edlî (ATK), lê nêzê mehekê sere derbas bû. Nû hatin û dibin navê  dermankirina derûnîde B.K. bi xwe re birin navenda Agiriyê. Dixwazin îfadeya B.K. biguherînin, pere bidin malbatê û wisan ser bûyerê bigirin.”  
 
'DEWLET BÛYERÊ VEDIŞÊRE’ 
 
Yildiz, anî ziman ku wan derbarê bûyerê de, li Wezareta Dadê, Wezareta Civakî û Karê Malbatê, Wezareta Perwerdê ya Mîllî û Navenda Ragihandina Serokkomariyê (CÎMER) geriyan, lê heya niha kesekê derbarê mijarê de tu agahî nedane wan. Yildiz, pirsa dewlet çima dixwaze vê bûyerê veşêre? kir û wiha got: “Derbarê bûyerê de tu agahî û belgeyan nadin me. Ji ber ku naxwazin medya seh bike.” 
 
BANGA HESTIYARIYÊ KIR
 
Yildiz, di dawiya axaftina xwe banga hestiyarê kir û wiha got: “Melayê gund A.K., muxtarê gund ê berê M.Y. û yên bi wan re ji malbarê xwestin ku keça 12 salî ya rastî tecawîzê hat, bi mamoste re bidin zewicandin û cezayê pêwîst bidin. Ez ji bo xwarziya xwe bang hestiyariyê dikim. Dixwazim hemû kes di vî warî de bi me re bibin alîkar. Bêhiqûqiyek mezin heye. Bavê B.K., A.K. hevjîna xwe berdaye, zarokên xwe terk kiriye û çûye Romanya. Birayên wê jî, xemsar nêzî bûyerê dibin. Dê wan bixwapînin, pere bidin wan û wisan ser bûyerê bigirin. Lê ezê şopdarê vê bûyerê bim. Ez dixwazim hemû kes dengê me bibisin. Bi taybetî dixwazim medya vê bûyerê servîs bike.”
 
'KEÇA MIN XISTIN ODEYEK BÎLGISEYARÊ Û DERÎ SER DE GIRTIN’
 
Dayika B.K. Cemîle Keskîn a bi telefonê me xwe gihandê jî, diyar kir ku piştî keça wî çû dibistanê û hat malê pir tengav bibû û wiha axivî: “Tu agahiya min ji bûyerê nebû. Ez dûre fêr bûm ku mamosteyê werîzê keça min tengav û aciz dike. Rojekê piyê keça min seqet bû. Rapor girt û çû dibistanê. Mamost H.K. ê di deriyê dibistanê de rawestiyayî, jê re dibêje ‘Gelo tu min dişopînî? Dengê xwe dernexwe.’ Keça min jî jê re dibêje ‘Ma çima ez we bişopînim?’ Mamoste nêzî 5 deqeyan keça min nerehet dike û dûre tecawîzê wê dike. Çawan ku midûr bûyerê dibihîse, agahiyê dide alîkarê xwe. Ji ber ku difikirin ku emê keça xwe bikujin, wê dixin odeya bîlgiseyarê û derî ser de digirin.” 
 
'DÊ ZIRARÊ BIDE SAZIYA PERWERDÊ’’ 
 
Keskîn, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Polîsan, dûre li min geriyan û bangî min kirin. Ez çûm qereqolê. Fermandarê qereqolê, pirsa ‘Xaltî ji vê bûyerê agahiya te heye? kir.  Min jî got na tuneye, ma çi bûye? Ligel ku agahiya min ji bûyerê tunebû jî, ji min re gotin ‘Tu gilîdarî?’ Ji ber ku agahiya min ji bûyerê tunebû, ez wisan mat mayî mam. Rayedarên Midûriyeta Perwerdê ya Mîllî û berbaz bi min re axivin. Ji min re gotin ‘Ger tu gilî bikî jî sûce, lê tu nekî jî sûçe. Bûyer wisan dinava perwerdê de rû daye. Ger bê bihîstin, dê saziya perwerdê zirar bibîne.’ Keça min hîna 12 saliye û wê pir êşandine.”
 
'JI MIN XWEST KU KEÇA XWE BI MAMOSTE RE BIDIM ZEWICANDIN’
 
Keskin, da zanîn ku ev hefteyeke rayedarên Midûriyeta Bajêr a Xizmeta Civakî û Karê Malbatê tên mala wê û wiha domand: “Kesên tên mala min, ji min re dibêjin ‘Kes te nerehet dike?’ Qaşo wisan rewşa min dipirsin. Melayê gund A.K. û mûxtarê gund ê berê M.Y. hatin mala min û ji min re gotin ‘Dest ji gilî kirinê berde. Bila mamoste hevjîna xwe berde û beramberî pere em keça te bidin wî.’ Min jî ji wan re got, ‘Ev ne karê edaletê ye, ev zilme.’ Ez dîsan dibêjim ev nayê qebûl kirin û nêzîkatiyek dij mirovhiye.” 
 
'BILA ÇAPEMENÎ BÊEDALETIYÊ BINIVÎSE’ 
 
Keskîn, dest nîşan kir ku rayedarên miduriyetê keça wê ji malê girtine û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez dixwazin bûyera hat serê keça min, bê bihîstin. Ez naxwazim zarokên din jî rastî bûyerek wiha bên. Bila çapemenî bêedaletiya heyî binivîse.” 
 
MA / Îrfan Tunççelik
 

Sernavên din

23/04/2024
21:43 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê di roja 6'an de ye
19:13 DEM Partî û HDK: Çapemeniya kurd teslîm nabe
19:08 Bakay ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
17:22 Şenyaşar: Erdoganê dozê li min vekiriye çima faîl negirtin?
17:02 Ji ber binçavkirina rojnamegeran îtîraz hate kirin
16:14 KNK: Şerê nû yê Erdogan, ser Rojhilata Navîn gef e
15:42 Dayik û zaroka xwe ji madeya AYM’ê betal kiribû xistin girtîgehê
15:39 Bertekên li dijî binçavkirina rojnamegeran didomin
15:03 Rojnameger: Çapemeniya kurd tu carî bêdeng nema
14:52 Serlêdana DÎSK’ê ya ji bo Taksîmê hate redkirin
14:51 Li Amedê girtina Makbûle Ozerê hate protestokirin
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
13:53 HDK, DBP û DEM Partî: Em li cem Çapemeniya Azad in
13:48 Ji bo parêzerên rojnamegeran biryara bisînorkirina hevdîtinê hate dayîn
13:41 Li dijî êrişan banga piştevaniya bi Çapemeniya Azad re hate kirin
13:06 Şaredariya Farqînê biryarên dewirkirina neguhezbaran a qeyûm betal kir
12:58 Li Amedê zêdetirî 200’an qadên lêgerîn û derxistina petrolê hatine vekirin
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:43 Li dijî binçavkirinên Çapemeniya Azad bertek hatin nîşandan
12:20 Hejmara rojnamegerên hatine biçavkirin zêde bû
12:17 KNK'ê serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV'yê şermezar kir
12:16 Bîranîna Qirkirina Ermenan a li Kadikoyê hate qedexekirin
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
11:16 Rojnameger Ozdemîr: Dê şer hinek din dirêj bibe lê encam naguhere
10:43 Bi hinceta ‘heqareta li Erdogan’ doz li Emîne Şenyaşarê hate vekirin
10:37 DFG û MKG: Ev êriş nikarin çavên kedkarên Çapemeniya Azad bitirsînin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:52 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt
09:51 NÇR-Ewropa serdagirtinên Stêrk û Medya Haber TV’yan şermezar kir
09:50 Li Malezyayê helîkopterên leşkerî li hev ketin: 10 kes mirin
09:24 Di serdegirtina 4 saetan de malzemeyên teknîkê hatin desteserkirin
09:23 Banga 1'ê Gulanê: Bi dirûşma 'ji bo nan û aştiyê azadî' ber bi Qada Taksîmê ve
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:02 Qeyûm 20 milyon lîre ji budçeya 'Nivîsgehê' xerc kirine
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 149’an de didome
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 182 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2024'AN
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê
08:12 Xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin
08:05 Polîs bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê girtin
22/04/2024
22:41 Mîhrîcana şanoyê di roja 5’emîn de didome
22:29 Li Geverê 12 kesên hatibûn girtin hatin berdan
20:48 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 84'an de ye
20:46 Di navbera Tirkiye û Iraqê de 26 peyman hatin îmzekirin
17:02 Qeyûm li Êlihê 3 milyar û 53 milyon û 977 hezar TL deyn hişt
15:32 Li Bagokê dengê çekan bilind dibe
14:43 Pîra 81 salî Makbule Ozer dîsa girtin
14:35 Tekoşîn û şanoya kurdan bi hev re girêdayî ye
14:31 Qeyûmê Kopê 165 milyon û 226 hezar û 845 tl deyn hişt
13:57 Bakirhan serdana ajansên JINNEWS û MA’yê kir
13:05 Berdevka DEM Partiyê: Em ê nexşerêya xwe bi rêya sêyemîn pêş bixin
13:04 Serokkomar Erdogan çû Bexdeyê
12:29 Walî 5 gundên Bagokê ji çûn û hatinê re qedexe kir
12:18 Rejîma Îranê 5 sal ceza li hunermendê kurd birî
12:01 Polîsan li Dêrsimê 5 û li Rihayê jî kesek binçav kirin
11:24 Ji bo Erdogan kolanên Hewlêrê bi alên tirk xemilandin
11:12 DFG: Salên 90'î bû destpêka serdemek nû
10:47 DEM Partî: Têkoşîna heqiwetê bênavber didome
10:28 Statûya Başûr di xetereyê de ye
10:07 Li Edeneyê qeza pêk hat: 3 kes mirin
09:53 Jinên êzidî dest bi xweparastinê dikin
09:51 Qeyûmê Geverê ji bo emniyet, pîrozbahî û şirînahiyê bi milyonan lîre xerc kiriye
09:15 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 148'an de didome
09:01 181 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 Prz. Demîr: Tecrîda li Îmraliyê dê bi têkoşîna hevpar ji holê rabe
09:01 Nivîskar Karacabey: Rika hunermendan desthilatê tîne xwarê
09:00 Rojnameger Karadaş: Dibe ku şer li Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve
09:00 ROJEVA 22’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:28 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Statû di xetereyê de ye’ derket
21/04/2024
23:43 Li Amedê mihrîcan didome
21:49 Li Erziromê qezaya trafîkê çêbû: Miriyek û 6 birîndar hene
20:05 Encamnameya Civata Giştî ya KNK'ê: Êdî dema yekitiyê ye
18:06 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 82’emîn de domiya
17:50 Amedspor alîgirên xwe xemgîn kir
16:54 KNK: Li dijî êrişan hewcehî bi helwesta seferberiyê heye
16:20 Astengdarê zihnî Gezer ê hedef hatibû nîşandan hate girtin
15:42 Li Turhalê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
15:36 Di lijneya KNK’ê de bal kişandin ser ‘yekitiyê’
15:32 Maça ‘şampiyoniyê’ ya Amedsporê dest pê kir
15:19 Kenan Bakay piştî 30 salan hate berdan
15:11 ‘Kesekî astengdar çawa dibe rêveberê partiyê’
15:01 Çandar: Rêzê ji bo îradeya gel bigirin
14:04 Li Amedê beriya maçê coşa ‘şampiyontiyê’
14:03 Di êrişên Îsraîlê de zêdetirî 34 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
14:03 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Jinan erdnîgarî bi rengê morê xemiland
12:49 Beriya maça Amedspor-Igdirsporê 2 kes hatin binçavkirin
11:50 Rejîma Îranê 10 sal cezayê hefsê da mamosteya kurdî
11:36 Metîna bi dijwarî tê bombebarankirin
10:56 Tirkiye ji hêla enflasyona bilind ve li cîhanê di rêza 4’emîn de ye
10:36 Dr. Pashang: Di krîza Rojhilata Navîn de tenê rêyeke kurdan heye ew jî yekitî ye
10:14 Amedsporê ji ber ‘bilêtên sexte’ hişyarî da
10:07 Kovara Jînê di hejmarê nû de bal kişand ser mafên zarokan
10:06 Beriya serdana Erdogan li dijî Metînayê êrişeke nû hate destpêkirin
09:21 Albayrak ê AKPî li Xelfetiyê 460 milyon û 601 hezar TL deyn hişt û çû
09:20 Jin wê her roj ji bo Abdullah Ocalan nameyan ji CPT'yê re bişînin
09:05 180 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome