Altun ê 24 sal in girtîbû piştî biryara AYM’ê hat berdan

  • rojane
  • 11:21 20 Hezîran 2019
  • |
img
AMED – Dadgeha Destûra Bingehîn darizandina Abdullah Altun a li DGM’ê ji ber bi adil pêk nehatiye di cih de nedît û Altun tahliye kir. 
 
Parêzer Muslum Dalar ji bo miwekîlê xwe Abdullah Altun ê 24 sal in girtî ye di salekê de 10 caran serî li dadgeha bilind da û îtîrazî girtina miwekîlê xwe kir. Piştî îtîraza 10’emîn Altun hat berdan. 
 
GIRTIYÊN HÎZBULLAHÊ JÎ HATIBÛN BERDAN
 
Dadgeha Destûra Bingehîn ji ber ku li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ku di 17’ê tîrmeha 2004’an de hat girtin endamê eskerî hebûn û mafê darizandina adil hatiye binpêkirin ji bo Altun biryar da û ji nûve darizandina Altun qebûl kir. Ji bo Altun ji nûve bê darizandin 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê her carê serlêdanê red dikir. Heman dadgehê berdana bi ser 50 girtiyên Hîzbullahê biryara AYM’ê ya ji bo Altun emsal dît û wî tahliye kir. 
 
DADGEHA BILIND BIRYAR DA 
 
Parêzer Muslum Dalar di 6’ê gulanê de di danişîna Abdullah Altun de daxwaza berdanê anî rojevê û piştî daxwaz ji aliyê dadgehê ve hat redkirin serî li dadgehek bilindtir da. Dadgehê serlêdanê nirxand û biryara berdana Altun da. 
 
Altun duh di saetên êvarê de ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê hat berdan û li gel parêzerê xwe çû cem malbata xwe ya li navçeya Rezana Amedê. 
 
TÊKOŞÎNA HIQÛQÎ BI SALAN DEWAM KIR 
 
Di 3’ê hezîrana 1999’an de li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) cezayê heta hetayê yê girankirî li Altun birî. Dadgeha Bilind cezayê Altun erê kir. Parêzerên Altun li dijî biryarê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) dan. DMME’yê serlêdanê qebûl kir û hikum kir ku mafê darizandina bêalî û serbixwe yê Altun hatiye binpêkirin û ji bo binpêkirin ji holê rabe biryara ji nûve bê darizandin da. Li ser vê biryarê 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê di 10’ê tîrmeha 2013’an de daxwaza darizandina Altun red kir.  Vê carê Altun di 4’ê adarê 2014’an de bi awayek takekes serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû. 
 
 

Sernavên din

21:56 Koma MA’yê amediyan bi dengê stranên Şêxo û Tîgran dilgeş kirin
21:37 Ciwanên HDP’yî li Îzmîrê şahî li dar xistin
21:22 Li Keleha Heskîfê şewat derket
18:34 TSK amadekariyên ‘operasyona taybet’ dike
18:13 Oluç: Li pey komkujiyan hêzên îktîdarê hene û ji bo vê yekê hesab nayê pirsîn
15:33 Faîlê bûyera pêvajoya çareseriyê xelas kir nediyar hiştin
15:12 ‘Zext û gef nikarin têkoşîna me asteng bikin’
14:07 Eskeran li gundên Licê dest bi operasyonê kirin
13:53 Gelo Mucahît Yilmaz înfaz kirin?
13:06 Êlih ji bo mîtînga Amedê amade ye
12:23 Hunermendek ku bi stranên xwe bûye remza hunerê: Hozan Serhat
12:05 Li Tarsûsê 6 girtî sewqî Girtîgeha Kurkçuler a Edene kirin
11:03 Helîkoptêrê derdora mezrayê gulebaran kir
10:21 Rojên Şanoya Gerok a Zarokan dest pê kir
10:18 Asayîşa PDK’ê 4 rojin derketina welatiyên Mexmûrê qedexe kiriye
10:11 Kedkaran banga tevlêbûna mîtînga Amedê kir: Emê li mafê xwe xwedî derkevin
09:52 Çalakiyên Koşûyolû dest pê kir: Piştî 4 salan dengê stranên kurdî bilind bû
09:44 Polîsan li Rezan bi ser malekê de girt: Kesekî jiyana xwe ji dest da û polîser birîndar bû
09:31 Firotina maşîneyan ji sedî 50 kêm bû
09:07 Karkerên madenê doza tazmînata xwe dikin
09:05 Tê gotin qeyûm bi bertîlê goristan jî xistiye ber îmarê
09:04 Dozger ceza li birayê wê birî, lê ew nikare biçe malê
09:01 Hatimogûllari: Tirkiye ji ber pirsgirêka kurd fuzeyên S-400 kirîn
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2019'AN
20/07/2019
17:06 Mizrakli: Emê peravên Çemê Dîcle sererast bikin
16:46 Jinek li Beylîkduzu hat kuştin
16:23 Hiqûqnas: Erka qanûnî pêk bînin û xwezayê biparêzin
16:10 Destûr ji bo mîtînga HDP’ê ya Amedê hat dayîn
15:54 Girti Yilmaz Çerçel ê nexweşiya şîzofrenî pê re heyî nayê berdan
15:37 ‘Înfaza Sinan Turkmen ê nexweş taloq bikin'
15:20 'Girtîgeh bûne navendên mirinê’
15:10 33 kesên di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranin
14:54 ‘Berê mirov bi Torosan, îro jî bi wesayîtên nûjen serwinda dikin”
14:36 HDP'ê komkujiya li Pirsûsê şermezar kir
14:29 Nameya keça bavê wê winda: Dema fikrên we bi biryarên me re dibin yek hemû çiya mahkûmê hilweşînê ne
14:00 Jinên li Kadîfekale kooperatîf avakirin, dest bi firotina hilberînan kirin
13:18 DÎSK: Li dijî şer di 22'ê Tîrmehê de tev li mîtîna aştiyê bibin
13:14 Karkerên ji Şaredariya Alîaga hatin derxistin, xwestin vegerin ser karê xwe
12:39 TSK eskeran li sînor bi cih dike: DYA dixwaze rageşiyê zêde bike û xeta xwe ferz bike
10:38 Li Aknehîrê wê 2 hezar RES bên avakirin
10:37 Rojên Fîlmên Jinan ên Gerok bi dawî bû
10:05 Ji cenazeyên nehatin tespît kirin 7 jê hatin definkirin, 10 jê li morgê ne
09:49 Li Tirkiye zêdeyî 1 milyonek mayîn hatine çandin
09:07 Serokên baroyan: Der barê parastina Heskîfê de çi doz bên vekirin em ê daxil bibin
09:06 Dosyeya Eşref Erdîn jî ket nav dosyeyên kiryar nediyaran!
09:05 Di binçavan de rastî lêdanê hatin
09:04 Ji bo 2 milyon mirov tenê 8 hawizên avjeniyê hene!
09:03 Helbesta du helbestvanan can daye kilama wê
09:03 Parêzvanên mafên mirovan: Divê muxalefet ji bo hiqûqê bang li dewletê bike
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2019'AN