Ji bo neyên binçavkirin xwe li Newala Qoriyê veşartin

  • rojane
  • 09:29 20 Hezîran 2019
  • |
img

MÊRDÎN – Hat zanîn ku 2 welatiyên di pevçûna li Newala Qoriyê de qewimî û di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dan, demek beriya niha bi ser mala wan de hatiye girtin û ji bo neyên binçavkirin xwe li herêmê veşartine. 

 
Li Newala Qoriyê (Cehenem Deresi) ya dikeve navbera navçeya Kerborana Mêrdînê û navçeya Hezexa Şirnexê di 16’ê hezîranê de esker derketibûn operasyonê û di navbera wan û endamên HPG’ê de pevçûn qewimîbû û helîkoptêran herêm bombebaran kiribû. 
 
Di pevçûnê de eskerek payebilind jiyana xwe ji dest da. Wezareta Karê Hundir îda kiribû ku 8 endamên HPG’ê jî jiyana xwe ji dest dane û tenê nasnameya 2 kesan eşkere kiribû. Wezareta derbarê kesên din de daxuyanî neda û agahî parve nekiribû. 
 
HER DU SIVÎL JÎ HEVALÊN HEV NÊZ IN
 
Ramazan Toksoy ê bavê 5 zarokan û Abdulsamet Akgul ku ji aliyê wezaretê ve wek endamên HPG’ê hatin nîşandan cenazeyê wan pêr êvarkî li gundê Wersîkê ya girêdayî Kerboranê hat veşartin. Malbatan duh ji Ajansa Mezopotamyayê re axivîn û gotibûn cenaze nedihatin naskirin û her du kes jî sivîl in û di heman demê de her du jî hevalên hev nêz in. 
 
JI BO NEYÊN BINÇAVKIRIN XWE VEŞARTINE 
 
Derbarê her du kesan de agahiyên nû hatin bidestxistin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; beriya Cejna Remezanê derbarê Toksoy û Akgul lêpirsîn hatiye destpêkirin û biryara girtina wan hatiye dayîn. Eskeran bi ser mala her du welatiyan de digirin û ji ber ne li mal in nayên binçavkirin. Ji bo detayên lêpirsînê fêr bibin piştî cejnê biryar digirin xwe veşêrin. Toksoy û Akgul ji bo binçavkirinek muhtemel pêk neyê û xwe biparêzin bi şev li şikeftek Newala Qoriyê xwe parastine. Her du welatî di vê demê de bi roj diçin gund karên xwe dikin. 
 
WEZARET DIZANE KU HER DU WELATÎ SIVÎL IN 
 
Roja 16’ê hezîranê operasyon dest pê dike û li cihê Toksoy û Akgul lê ne pevçûn derdikeve. Di pevçûnê de serpelek cendirmeyan Şafak Evran jiyana xwe ji dest dide û li ser vê yekê li herêmê operasyona hewayî tê destpêkirin. Piştî ku pevçûn giran dibe Toksoy û Akgul li cihê xwe veşartine dixwazin ji wir dûr bibin û di vê kêliyê de bombebaran destpê dike. Di encama bombebaranê de Akgul û Toksoy jiyana xwe ji dest didin. 
 
Wezaretê têkildarî pevçûnê daxuyanî da. Ancak navê her du welatiyên sivîl di daxuyaniyê de cih negirt. Hat îdakirin ku ji ber her du welatî sivîl in wezaretê di daxuyaniya xwe de cih nedaye wan. 
 
NASNAMEYA CENAZEYÊN DIN EŞKERE NEBÛNE 
 
Li aliyê din cenazeyên kesên din ku di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dan li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tê ragirtin û derbarê cenazeyê wan de hêj hûrgulî nehatine parvekirin. 
 

Sernavên din

16:23 Dadgehê di doza Dink de biryar da
16:00 Di doza dîng de navbera biryarê dan
15:35 Leyla Guven gora Zulkuf Gezen ziyaret kir: Sibeya me roni kir
15:23 Li Hewlerê êrîş li dijî karmendên Konsolosxaneya Tirkiyeyê pêk hat
15:06 Li Ege 146 koçber hatin binçavkirin
14:56 Turkdogan: Pêdiviya Tirkiyeyê bi destûrek bingehîn a demokratîk heye
14:17 Xwestiye ji bo tamîrê biçe Kobanê lê ji Pirsûsê venegeriya
14:14 'Bi lêdanê em der sînor kirin’
14:12 HDP’ê ji bo zarokên li Dersîmê jiyana xwe ji dest dan daxuyanî da
13:33 Di doza Ozgur Gundemê de ji bo 7 kesan ceza hat xwestin
13:32 Walîtiyê tabelaya navê Dr. Îlhan Dîken daxist
13:28 Mamosteya nehat tayînkirin dawî li jiyana xwe anî
12:48 Demîrtaş: Ez Kurd im û welatê min Kurdistan e
12:47 Di doza Ozgur Gundemê de Fîncanci, Onderoglû û Nesîn beraet kirin
12:46 Şoreş li Rojava 7 salî ye
11:54 Mînîbusa kerkeran li Çanakkale qeza kir: 2 jê giran 17 kes birîndar bûn
11:52 Firotina xaniyan pir kêm bûye
11:30 Bernameya Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzurê eşkere bû
10:39 Çavkanîya helbest û qesîdeyên Feqî: Ava Miksê
10:27 Derbarê rojnameger Demîr de lêpirsîn hat destpêkirin
10:08 Lêkolînerê Lubnanî: Tirkiye gihîştiye dawiya rê
10:07 Rojên Şanoya Gerok a Zarokan” dest pê dike
09:59 Hevserokê HDP'ê yê Kaxizmanê binçav kirin
09:57 ‘Pereyê li şer xerc dikin li perwerdehiyê xwerç bikin'
09:09 Polîs li Êlihê ciwanan dijfermî binçav dikin û sîxurtî li wan tê ferzkirin
09:09 Danişîna biryargirtinê ya doza rojanmevan Evren sibê ye
09:06 2 sal in li benda neqilkirina gurçikê ye
09:05 Wê Gever, texrîbatên qeyûm pêkve ji holê rabike
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2019'AN
16/07/2019
17:09 Girtiyê nexweş Başaran: Eskerê li min da wergirtina rapora min asteng kir
16:27 HDP’iyên li Qereyazi hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:14 Forma ‘Kurdistan’ li ser nivîsandîbû xistin ber lêpirsînê
16:02 Demîrtaş: Divê Ocalan bi parêzer û heyetan re hevdîtin bike
15:42 Malbatan 44 roj şûnde cenazeyên zarokên xwe ji herêma operasyonê girtin
15:07 Onlu: Walîtiyê rê li pêş cezakirina bersûcan girt
14:29 Bêyî ku hincet nîşan bidin Qempa Havînê ya Jinan qedexe kirin
14:00 Buldan: Biryar, bawerî û gotina jinan heye ku cîhanê bi rêve bibin
13:52 Malbata Davût Acar ê HPG’î cenazeyê kurê xwe nas nekir
13:24 HDK: Ocalan nefes da civakê lê îktîdar tecrîdê didomîne
12:49 Demîrtaş: Gelo hûn ji bo berjewendiyê kîjan çemaweriyê min digirin
12:33 Ocalan: Ji bo kujer bên dîtin û komkujiyek din pêk neyê bila Meclîs lêkolînê bike
12:13 Danişîna doza Buyukada ji ber dozger hat guhertin taloq kirin
11:36 ‘Di Doza Parêzeran a KCK’ê de’ şahid Dundar beşdar nebû
11:31 Hunermend Orhan Aydin hat berdan
11:30 Rojnameger Kanbal: Ez bi biryara kesên 'ji jor ferman dan' hatim binçavkirin
11:17 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:13 ‘Ger deriyên Îmraliyê bên girtin, wê li welat kaos kûrtir bibe’
10:56 Axa ji gund diçe bajar ruh dide pîra 71 salî û pîrê ruh dide axê
10:06 Ji bo heqê gubre û mazotê bide, çêlek firot
09:46 Hunermend Orhan Aydin binçav kirin