ENQERE - Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di parastina xwe ya ku têkildarî fezlekeya derbarê xwe de kir de da zanîn ku ji bo mirin çenebin têkoşiyane û wiha got: "Ji bo siyasetmedarekî mekanîzmeya herî bi hêz axaftin û gotin anîna ziman e. Axaftina bûye mijara fezlekeyê jî ji xebateke siyasî wêdetir tiştek din nîne."
Rûniştina doza sereke ya Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ku bi daxwaza 142 salan têde tê darizandin, li Kampusa Girtîgeha Sîncan a Enqereyê dest pê kir. Demîrtaş, ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê bi rêya SEGBÎS'ê tevlî rûniştinê bû. Wekîlê Serokê Meclisê Mithat Sancar, Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç, parlamenterên HDP'ê Alîcan Önlü, Mahmût Togrûl, Huseyîn Kaçmaz, Nûsrettîn Maçîn û heyetên biyanî jî tevlî rûniştinê bûn.
Rûniştinê bi parastina Demîrtaş dest pê kir. Demîrtaş têkildarî fezlekeya ku derbarê axaftinên wî yên dema Hevserokatiya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) yên sala 2012'an de bi angaşta "pezne sûc û sûcdar daye" hatibû amadekirin, axivî. Demîrtaş di parastina xwe de ev tişt anî ziman: "Ez wê demê bi rêzdar Gultan Kişanak re Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê bûm. Bi rastî weke navenda giştî me weke niha dîsa dixwest ku pêşî li mirinan bigirin û ji bo derbasî demokrasiyê bibin têkoşîn dida. Ji bo vê yekê me li parlamentoyê û derveyî parlamentoyê axaftinan dikir. Ji bo siyasetmedarekî mekanîzmeya herî bi hêz axaftin û gotin anîna ziman e. Axaftinên me yên ku cihê em diçûnê li rojnameya dibûn nûçe. Me bi rêya axaftinê xwe digihand raya giştî û xebatên xwe yên siyasî dimeşand. Ji ber vê sedemê axaftina bûye mijara fezlekeyê jî ji xebateke siyasî wêdetir tiştek din nîne."
Rûniştin bi parastina Demîrtaş didome.