AMED – Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan di hefteya 540'an de li Amed û Êlihê aqûbeta windayan pirsîn. ÎHD'ê diyar kir ku hêzên paramîlîter li Kurdistanê bi hezaran mirov winda kirin û li şûna rayedarên dewletê sucdaran ceza bikin, polîtîkayên bêcezakirinê meşandin.
Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD'ê li Amedê û Êlihê di hefteya 540’emîn û 446'emîn de çalakiya “Bila Winda Bên Dîtin û Kujer Bên Darizandin” berdewam kirin.
AMED
Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan li avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê di hefteya 540'an de çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" berdewam kirin. Ji ber ku vê hefteyê jî walitiyê destûr neda ku li Parka Koşuyolu daxuyanî bidin, xizmên windayan disa çalakiya xwe li avahiya ÎHD'ê berdewam kirin. Malbatan dîsa wêneyên zarokên xwe hilgirtin û qurnefil danîn ser wêneyan. Li erdê jî pankarta ku wêne li ser heye û dirûşma "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandtin" nivîsandine vekirin. Xizmên windayan û rêveberên ÎHD'ê tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytûn bal kişand ser polîtîkayên dewletê yên salên 90’î û got: “Di erdnîgariya Kurdistanê de bi awayekî sîstematîk hêzên dewletê yên paramîlîter û kontra bi hezaran mirov winda kirin. Esas kiryarên wan diyarin, mafê mirovan yên jiyanê ji destê wan hatin girtin. Li hemberî mirovahiyê sûc hatin kirin. Li hemberî van sûcan hêzên dewletê yên îdarî, adlî û burokrasiyê, li şuna lêkolînkirina van sucan bikin û faîlên wan bibinin, dijberi vê yekê kiryar parastin û politikaya bêceza hiştinê şopandin.” Zeytûn diyar kir ku di qada navnetewî de ji bo ev sucdra bên ceza kirin tera wan qanûn hene û wiha berdewam kir: “Tirkiye ne hiqûqa navîn ne jî peymanên navnetewî pêk anîn. Bêguman ev jî wek polîtîkayeke dewletê bi awayekî sistematik tên kirin. Lê em dibînin ku çend sal derbasbûn jî, li şûna tekoşîna heqîqetê bimeşînin, polîtîkayeke ji bîrkirinê û bê belekhiştinê dimeşînin.”
EM Ê XIZMÊN WINDAYAN TENÊ NEHÊLIN
Zeytûn, da zanîn ku ji bo tekoşîna bi salan didin neyê jibîrkirin û zindî bihêlin têdikoşin û wiha axivî: “Em vê yekê tenê tekoşînê windayan bi nav nakin. Di heman demê de em wekî aşitiyeke civakî û lihevhatina civakî bi nav dikin. Em ê di têkoşîna dayîkan a edalet û heqîqetê de her dem bi wan re bin."
Piştre Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Hasan Yalçin jî çîroka Recep Îkîncîsoy ê di 16'ê Tîrmeha 1980'an de li mala xwe ya Amedê hat revandin û windakirin xwend. Yalçin, anî ziman ku Îkincisoy di 16'ê Tîrmeha 1980'an de li li pêş mala xwe ya kolana pişt PTT'a Mezin ji aliyê kesên sivîl ve hat revandin. Yalçin, destnîşan kir ku tevî hemû hewldanên malbatê hêj tu encam nigirtine.
Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.
ÊLIH
Li Êlihê jî Xizmên windayan û rêveberên ÎHD'ê ya Êlihê di hefteyae 446'an de li avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Êlihê kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Xizmên windayan ji ber Walîtiya Êlihê destûr nadin ku li Kolana Gulistanê daxuyanî bidin 41 hefteye li avahiya ÎHD'ê ya Êlihê daxuyanî didin. Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) jî piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de pankrata "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin. Dîsa wêneyên windayan rakirin. Rêveberê ÎHD'ê yê Êlihê Celal Anlayici daxuyanî da diyar kir ku çalakiya wan li qada vekirî hatiye qedexekirin û wiha got: "Di 14'ê Nîsana 1995'an de endamên JİTEM'ê Kadir Keremoglu yê 75 salî li Navenda Wanê dema ji mizgeftekê derket, kesên li gel texsiya toros a spî ya plakeya wê 01 EA 600 û 3 maşîneyên din daketin ew revandin. Piştî malbatê bi mehan lêkolîn kir, malbat fêr bû ku Keremoglu teslîmî Mahmut Yildirim (Yeşîl) kirine. Berê birine Navenda JÎTEM'a Wanê û piştre birin Fermandariya Alayê ya Cendirmeyan. Piştî malbatê serlêdan kir, keseki telefon kiriye û ji malbatê re gotiye "Ger hûn 750 hezar mark bidin bavê we wê bê berdan. Li ser vê yekê malbatê pere li Panka Ziraatê razandiye. Tevî hemû van tiştan disa îro hêj agahî ji Keremoglu nayê stendin."
Anlayici, anî ziman ku kesên mirov winda kirine nayên darizandin û bêcezakirin sûcê mirovahiyê ye. Anlayici, da zanin ku xwestina ku dewlet vê erkê pêk bîne ne sûc e û wiha bi dawî kir: "Ya sûc ewe ku mirov suc û sucdaran biparêze ye."
Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.