HDP: Em qîmetê bidin zarokan

  • rojane
  • 16:21 12 Hezîran 2019
  • |
img
ENQERE - HDP'ê polîtîkayên desthilata AKP'ê yên debarê û zêdebûna karkeriya zarokan rexne kir û got ku zarok nikarin weke "sibê" ango "paşeroj" bên pênasekirin û divê zarok îro qîmet bibînin. 
 
Maseya Kedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê 12'ê Hezîranê Roja Têkoşîna Li Dijî Karkeriya Zarokan a Cîhanê ku ji aliyê Fona Piştgiriyê ya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ve hatiye îlankirin daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya ku bi îmzeya Berdevkê Maseya Kedê Huseyîn Taka ve hat weşandin de tê diyarkirin ku cihe zarokan erd û febrîqe nîne parq û dibistan e û ev tişt tê gotin: "Li gel ku li cîhanê di têkoşîna li dijî karkeriya zarokan de gavên erênî tên avêtin jî lê mixabin li Tirkiyeyê rewşeke berovajiyê vê yekê heye."
 
Di berdewama daxuyaniyê de tê destnîşankirin ku rêjeya karkeriya zarokên dema desthilata AKP'ê zêde bûye û ev tişt tê ragihandin: "Li gorî daneyên TUÎK'ê rêjeya karkeriya zarokan dema desthilata AKP'ê ji sedî 21,1 zêde bûye. Li Tirkiyeyê ji her 5 zarokê 1 neçare ku bixebite. Ji sedî 80'yê van bê qeyd in. Xebitandina zarokan xwe di qezayên kar de jî nîşan dide. Di sala 2018'an de herî kêm 67 zarok di qezayên kar de mirin. Dema ku bi vê yekê re tê fikirîn tê dîtin ku îlankirina sala 2018'an a têkoşîna li dijî karkeriya zarokan ku sala 2023'an jî dihewîne nav xwe ne ji dil e. AKP zarokan weke hêza erzan a kar dibîne." 
 
Di dawiya daxuyaniyê de HDP zarokên ku di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û vê bangê li AKP'ê kir: "Ji bo karkeriya zarokan bi dawî bibe û zarok di qezayên kar de jiyana xwe ji dest nedin em bang li raya giştî dikin ku bikeve nav liv û tevgerê. Pergala perwerdeyê ya 4+4+4 ku karkeriya zarokan berbelav dike divê rabe. Divê karkeriya zarokan teqez bê qedexekirin û peymanên navneteweyî yên ji bo zarokan bê fikar bên qebûlkirin. Divê Wezareta Zarokan bê avakirin û neyê jibîrkirin ku zarok nikarin weke "sibê" ango "paşeroj" bên pênasekirin û divê zarok îro qîmet bibînin." 
 

Sernavên din

19:05 Li Amedê bi çekan êrîşî buroya hiqûqê kirin: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
19:02 4 parêzer Buroya Hiqûqê ya Gel girtin
16:22 Şopên xwînê ya li qeraxê Munzurê aîdî Eroglu derket
16:21 Zeviyên Şengalê dişewitin
15:41 Baroya Amedê: Dixwazin lêpirsîna Arkaş li ser derewan bi rêve bibin
15:08 Ekrem Îmamoglû mal û milkê xwe aşkera kir
15:05 Temellî: Em li dijî faşîzmê têbikoşin û muzakereyê bi hev re rêxistin bikin
14:33 Îmîr: Sedema mirinên Dîcleyê kanên qûmê ne
14:32 Can Atalay: Gezî heviya azadî, edalet û wekheviya vî welatî ye
14:09 6 kes li Qersê hatin binçavkirin
14:03 MA Musîc konsera mezûniyetê li dar dixe
13:25 HDP’iyan malbata Îbrahîm Layik ziyaret kirin
13:04 Rûsya: Di demeke nêz de sewqiyeta S-400'an a ji bo Tirkiyeyê dest pê bike
13:00 Di 33 saliya xwe de bi hezaran hezkiriyên xwe hişt û çû
12:49 Beriya hevdîtina Erdogan û Trump xebatkarê sefaretxaneya Amerîkayê hat berdan
12:30 Dozger ji bo polîsê ku 5 sivîl kuşt pêdivî bi lêpirsînê nedît
12:20 Îranê bersiv da biryara danekirina DYA'yê
12:09 Li Farqînê, ajokarê li zarokekê xist û kuşt hat berdan
11:47 Polîsan endamê Meclîsa Ciwanên HDP'ê Akbiyik binçavkirin
11:46 Nexweşxanê rapora ji sedî 87 astengdar, piştî 4 salan sifir kir!
11:45 Parêzer ji bo biçim Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:57 Motorîn 23 qurîş, çay jî ji sedî 15 giran kirin
10:44 Kesê dersa Ol dida ji ber tecawîzkirina zarokekê 9 salî hat girtin
10:35 Gelo Kurdistana Federe bedelê 26 milyar dolar dide Tirkiye!
09:26 Cenazeyê Hazal Aslan piştî 40 mehan hat veşartin
09:25 Li Edeneyê 7 ciwan hatin girtin
09:24 Qeymeqam nahêle Şaredariya Hezexê kevirên parkeyî bi cih bike
09:23 Karkerê nexweş ket û ket nav nivînan nayê teqawidkirin
09:23 Ji ber ketiye greva birçîbûnê dozger dixwaze girtiyê nexweş Yilmaz bê cezakirin
09:22 Wê galaya belgefîlma Komujiya Pirsûsê 'Gîtmek' li Amedê pêk bê
09:21 Li sîteya pîşesaziyê ya Mêrsînê di 6 mehan de 25 esnaf top avêtin
09:21 Piştî 26 salan dixwazin vegerin gundê xwe
09:20 Karkerên jin ên ji Şaredariya Alîagayê hatin avêtin: Em karê xwe dixwazin
09:19 'Divê parêzvanên jiyanê ji bo Heskîfê têbikoşin'
09:18 Dozgeriyê belgeyên îşkenceyê xwestin: Dibe delîl bên windakirin
09:17 Hevkarê DAIŞ'ê yê ji Enqereyê alîkariya lojîstîkê da DAÎŞ'ê di destê QSD'ê de ye
09:00 ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2019'AN
24/06/2019
22:52 Tabelayên bi kurdî ji nû ve hatin daliqandin
15:56 Dayika 56 salî hefteyekê di bin çavan de hiştin: Kodê te çiye?
15:23 Peymana 3 hekîman fes kirin
14:58 Aksakoglu: Bi îdîanameyê dixwazin civaka sivîl krîmînalize bikin
14:44 Cenazeyê Aslan piştî 40 mehan hat teşhîskirin
14:37 Kubîlay: Divê Tirkiye vegere polîtîkayên aştiyane
14:23 Qamyona ka lê barkirî qelibî
14:12 Rêveberekî DBP'ê hat binçavkirin
14:07 Kavala yê 20 mehin girtî ye. Îdîaname xizmeta bêîtîbariyê dike
13:42 Bachelet: Divê dewletên têkildarî DAIŞ û mabatên wan ên li Sûriye berpirsiyar tev bigerin
13:41 Ciwanê ku bi avê re çû hê jî nedîtine
13:26 Danişîna Doza Geziyê dest pê kir
13:15 Serokê YSK’ê Guven daxuyanî da