Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê: Karkeriya zarokan rawestînin

  • rojane
  • 15:08 12 Hezîran 2019
  • |
img
EDENE – Komîsyona Mafên Zarokan a Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê, diyar kir ku her ji 5 zarokan yek di kar de dixebite û xwest dawî li karkeriya zarokan bînin. 
 
 
Komîsyona Mafên Zarokan a Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê, bi minasebeta 12'ê Hezîranê Roja Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan, li avahiya komeleyê daxuyanî dan. Beriya daxuyaniyê sînevîzyona der barê karkeriya zarokan de dan pêşandan. Endamê Komisyona Mafên Zarokan a ÎHD'ê, Taner Taş, diyar kir ku her ji 5 zarokan yek di kar de dixebite û xwest dawî li karkeriya zarokan bînin. Taş, anî ziman ku li cîhanê 2 milyon zarokên karker hene û wiha got: "Li gel ku AKP'ê sala 2018'an wekî “Sala Têkoşîna li Dijî Kargeriya Zarokan" îlan kiriye jî zarokên karker bêtir bûne. Her çend heta niha gelek zagon hatin guhertin jî dîsa zarok ji perwerdehiya xwe dûr ketin û wekî karker dixebitin. Li gorî daneyên TUÎK'ê û Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) jî vê rastiyê nîşan dide. Li gorî Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran û Rapora Cînaıyetên Karkerên Zarok a Tirkiyeyê di navbera 2013 û 2018'an de 319 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Di sala 2017'an de di navbera salên 15-17'an de ji sedî 20,3, di sala 2018'an de ji sedî 21,1 zarokên karker zêde bûn. Li gorî daneyan ji 5 zarokan zarokek kar dike. Dîsa di 6 salên dawî de li Tirkiyeyê herî zêde li Edene karker jiyana xwe ji dest didin. Di salên 2018-2019'an de li Edeneyê rêjeya zarokên karker û mirina zarokan pir zêde bûye. Bi taybedî bandora koçkirina Kurdan û piştî şerê Sûriye koçkirina welatiyên Sûriye ya Edeneyê li  ser vê yekê pir zêde ye. Em bang li her kesî dikin ku li dijî karkerên zarok tedbîran bigirin û rê li pêş kargeriya zarokan bigirin." 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

19:05 Li Amedê bi çekan êrîşî buroya hiqûqê kirin: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
19:02 4 parêzerê Buroya Hiqûqê ya Gel girtin
16:22 Şopên xwînê ya li qeraxê Munzurê aîdî Eroglu derket
16:21 Zeviyên Şengalê dişewitin
15:41 Baroya Amedê: Dixwazin lêpirsîna Arkaş li ser derewan bi rêve bibin
15:08 Ekrem Îmamoglû mal û milkê xwe aşkera kir
15:05 Temellî: Em li dijî faşîzmê têbikoşin û muzakereyê bi hev re rêxistin bikin
14:33 Îmîr: Sedema mirinên Dîcleyê kanên qûmê ne
14:32 Can Atalay: Gezî heviya azadî, edalet û wekheviya vî welatî ye
14:09 6 kes li Qersê hatin binçavkirin
14:03 MA Musîc konsera mezûniyetê li dar dixe
13:25 HDP’iyan malbata Îbrahîm Layik ziyaret kirin
13:04 Rûsya: Di demeke nêz de sewqiyeta S-400'an a ji bo Tirkiyeyê dest pê bike
13:00 Di 33 saliya xwe de bi hezaran hezkiriyên xwe hişt û çû
12:49 Beriya hevdîtina Erdogan û Trump xebatkarê sefaretxaneya Amerîkayê hat berdan
12:30 Dozger ji bo polîsê ku 5 sivîl kuşt pêdivî bi lêpirsînê nedît
12:20 Îranê bersiv da biryara danekirina DYA'yê
12:09 Li Farqînê, ajokarê li zarokekê xist û kuşt hat berdan
11:47 Polîsan endamê Meclîsa Ciwanên HDP'ê Akbiyik binçavkirin
11:46 Nexweşxanê rapora ji sedî 87 astengdar, piştî 4 salan sifir kir!
11:45 Parêzer ji bo biçim Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:57 Motorîn 23 qurîş, çay jî ji sedî 15 giran kirin
10:44 Kesê dersa Ol dida ji ber tecawîzkirina zarokekê 9 salî hat girtin
10:35 Gelo Kurdistana Federe bedelê 26 milyar dolar dide Tirkiye!
09:26 Cenazeyê Hazal Aslan piştî 40 mehan hat veşartin
09:25 Li Edeneyê 7 ciwan hatin girtin
09:24 Qeymeqam nahêle Şaredariya Hezexê kevirên parkeyî bi cih bike
09:23 Karkerê nexweş ket û ket nav nivînan nayê teqawidkirin
09:23 Ji ber ketiye greva birçîbûnê dozger dixwaze girtiyê nexweş Yilmaz bê cezakirin
09:22 Wê galaya belgefîlma Komujiya Pirsûsê 'Gîtmek' li Amedê pêk bê
09:21 Li sîteya pîşesaziyê ya Mêrsînê di 6 mehan de 25 esnaf top avêtin
09:21 Piştî 26 salan dixwazin vegerin gundê xwe
09:20 Karkerên jin ên ji Şaredariya Alîagayê hatin avêtin: Em karê xwe dixwazin
09:19 'Divê parêzvanên jiyanê ji bo Heskîfê têbikoşin'
09:18 Dozgeriyê belgeyên îşkenceyê xwestin: Dibe delîl bên windakirin
09:17 Hevkarê DAIŞ'ê yê ji Enqereyê alîkariya lojîstîkê da DAÎŞ'ê di destê QSD'ê de ye
09:00 ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2019'AN
24/06/2019
22:52 Tabelayên bi kurdî ji nû ve hatin daliqandin
15:56 Dayika 56 salî hefteyekê di bin çavan de hiştin: Kodê te çiye?
15:23 Peymana 3 hekîman fes kirin
14:58 Aksakoglu: Bi îdîanameyê dixwazin civaka sivîl krîmînalize bikin
14:44 Cenazeyê Aslan piştî 40 mehan hat teşhîskirin
14:37 Kubîlay: Divê Tirkiye vegere polîtîkayên aştiyane
14:23 Qamyona ka lê barkirî qelibî
14:12 Rêveberekî DBP'ê hat binçavkirin
14:07 Kavala yê 20 mehin girtî ye. Îdîaname xizmeta bêîtîbariyê dike
13:42 Bachelet: Divê dewletên têkildarî DAIŞ û mabatên wan ên li Sûriye berpirsiyar tev bigerin
13:41 Ciwanê ku bi avê re çû hê jî nedîtine
13:26 Danişîna Doza Geziyê dest pê kir
13:15 Serokê YSK’ê Guven daxuyanî da