'Divê girtî li nexweşxaneyê bên tedawîkirin'

  • rojane
  • 09:24 12 Hezîran 2019
  • |
img

ENQERE - Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya ÎHD'ê Nûray Çevîrmen, diyar kir ku piştî bidawîbûna çalakiyên greva birçîbûnê li gelek girtîgehan girtî nehatine muayenekirin. Çevîrmen, bilêv kir ku divê pêkanînên derî mirovî bi dawî bibin. 

 
Piştî bidawîbûna grevên birçîbûnê li gelek girtîgehan di warê tedawîkirina çalakgeran de binpêkirinên mafan rû dan û ev pêkanîn hîn jî didomin. Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen, bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehên herêma Anatolyaya Navîn û Behra Reş rû didin. 
 
Çevîrmen, bi bîr xist ku piştî grevên birçîbûnê pêvajoyeke girîng dest pê kiriye û nexasim jî ji bo tenduristiya girtiyan baş bibe divê di warê tibbî de mudaxileyeke baş bibe lê belê ew bi rewşên cuda re rû bi rû dimînin. Çevîrmen, destnîşan kir ku ew li bendê bûn ku girtî sewqî nexweşxaneyê bên kirin lê belê pir hindik girtî sewqî nexweşxaneyan hatine kirine. 
 
‘DIVÊ LI NEXWEŞXANEYÊ BÊN TEDAWÎKIRIN' 
 
Çevîrmen, bi bîr xist ku di dema sewqkirinê de tenê xwîn ji girtiyan hatiye kirin, li îdrara wan nerîne û serom li wan xistine û wan şandine girtîgehê. Çevîrmen, got: "Lê nexasim di girtiyên ku demeke dirêj di greva birçîbûnê de mane pirsgirêk rû didin. Pirsgirêkên roviyan, pirsgirêka çavan, zihîfbûyîn û xwîî li girtiyan peyda bûye. Ev pirsgirêk bi rojeke li nexweşxaneyên nayên çareserkirin." 
 
Çevîrmen, got: "Piştî bidawîbûna grevên birçîbûnê ne Wezareta Tenduristiyê, ne Wezareta Karên navxweyî û ne jî Wezareta Dadê tu amadekarî nekirine. Gelek nexweşxane û bijîşkên girtîgehan bi alîgorîtmaya TTB'ê nizanin. Ji ber vê li hin girtîgehan bi xwarinên kaloriya wan zêe dest pê kirine. Muayenekirina bikelemçe, xwîngirtina bi kelemçe, kişandina rontgena ya bi kelemçe didomin. Ji ber ferzkirina muayenekirina bi kelemçe gelek girtî bêyî tedawî bibin vegeriyane girtîgehan. Li nexweşxaneyan girtiyênd i greva birçîbûnê de bi gotinên nîjadperest re rû bi rû man. Peywirdarên tenduristiyê baş bi wan re eleqedar nebûne û di rê de cendirmeyan tehde li wan kiriye." 
 
Çevîrmen, destnîşan kir ku divê girtiyên demek dirêj di greva birçîbûnê de mane bên tedawîkirin û got: "Uzun süredir açlık grevinde olan tutukluların hastanede tedavi edilmemelerinin çok önemli olduğunu vurgulayan Çevirmen, şöyle devam etti: “Direk oral beslenmeden önce gerekli olan takviyeler yapılmadığında sonrasında sorun ve sıkıntılar oluşuyor. Buna mutlaka dikkat edilmeli. SES, İHD ve TTB olarak gerekli görüşmeleri yapıyoruz. Aksaklıkların giderilmesiyle ilgili önerilere açık ancak hazırlık olmadığı çok açık. Bu yüzden birçok sorun yaşanıyor.”
 
Herî dawî çevîrmen agahiyên der barê girtîgehên li Anatolyaya Navîn û Behra Reş parve kir. 
 
GIRTÎGEHA AFYON OMAR 
 
xwîn û îdarara girtiyan hatiye girtin, lê belê li cem bijîşkan nehatine muayenekirin. Piştî greva birçîbûnê vîtamîna B1 nehatine dayîn û xwarinên diyetê nadin girtiyan. 
 
GIRTÎGEHA TÎPA E YA AFYONÊ 
 
Girtiyekî di greva birçîbûnê de rakirine nexweşxaneyê. Xwîn û îdarar jê hatiye girtin lê belê bêyî bijîşk muayene bike wî şandine girtîgehê. 
 
GIRTÎGEHA TÎPA E YA AMASYAYÊ 
 
3 girtiyên di greva birçîbûnê de rakirina nexweşxaneyê, lê belê ji ber muayeneya bi kelemçekirî hatiye ferzkirin bêyî muayene bibin vegeriyane girtîgehê. Ji girtiyên di greva birçîbûnê de Fethî Yaşa hem ji ber zihîfbûnê hem jî ji ber temenê xwe rewşa wî krîtîk e. Xwarinên diyetî nadin girtiyan. 
 
LI GIRTÎGEHA TÎPA F A BOLÛYÊ 
 
3 girtî sewqî nexweşxaneyê hatine kirin, 2 kes piştî tedawiyê hatine tabûrcîkirin. Girtiyên din jî dor bi dor hatine sewqkirin. Li girtîgehê algorîtmaya TTB'ê pêk tê. 
 
Li girtîgehên Çankiri û Eskîşehîrê tu pirsgirêk rû nedane. 
 
LI GIRTÎGEHA TÎPA T A KARABUKÊ 
 
Ji ber ferzkirina muayenekirina bikelemçe gelek girtî sewqkirina ji bo nexweşxaneyan qebûl nekirine û ên hatine sewqkirin jî rontgena bi kelemçe li wan hatiye ferzkirin. Girtiyên muayene bi kelemçe qebûl nekirine şandine girtîgehê. 
 
LI GIRTÎGEHA TÎPA F A KIRIKKALEYÊ 
 
Hin girtî sewqî enxweşxaneyan hatine kirin. Piştî tedawiyê wan şandine girtîgehê. 
 
LI GIRTÎGEHA JINA YA KAYSERIYÊ 
 
Li Girtîgeha Jina ya Bunyan a Kayseriyê, her çend rewşa girtiyên ektibûn greva birçîbûnê nebaş e sewqî enxweşxaneyan nayên kirin û nayên tedawîkirin. Ji girtiyan Berîvan Bîtmen çi dixwe vedirişe û nikare bimeşe. Her wiha serlêdanên ji bo tedawiyê jî nayên bersivandin. 
 
TOKAT
 
Li girtîgehê girtî bi awayekî rûtîn hatine kontrolkiri lê belê sewqî enxweşxaneyê nehatine kirin. 
 
YOZGAT
 
Piştî kontrola rûtîn dest bi dayîna xwarinê hatiye kirin. Heta niha tu pirsgirêk tune ne. 
 
 
 

Sernavên din

19/06/2019
16:51 Temellî: Ocalan hêz da teza me ya ‘îtîfaqa demokrasiyê’
16:20 Kurtulan: Em li Stenbolê jî li dijî qeyûm têdikoşin
16:09 ‘Berpirsê hemû êşên penaberan polîtîkayên şerin’
15:39 Doza Panzêrê: Polîsek berat kirin û tenê 2 sal û mehek ceza li polîsek birîn
15:09 HDP: Demildest endamên Meclîsa Ciwanên me berdin
15:04 Yekbun û Dîlan Îzol ên dayik û bavê wan hatin kuştin: Ev zilm a 17 salan e
14:40 Berdana Bîlgîlî yê kiryarê tecawîzê hat şermezarkirin
14:40 Ji bo Çemê Dîcleyê banga ‘Avêtina Mezin’ hat kirin
14:27 ESP'ê binçavkirina rojnamegeran şermezar kir
14:13 Komeleya Lêkolînên Kurd ji bo zarokan dersa kurdî dide destpêkirin
14:06 Ewil cendirmeyan lêgerîna çekan kirin, piştre bi ser de girtin
14:00 Êzidiyên Kelhokê: Em dixwazin vegerin gundê xwe
13:36 2 welatiyên Mexmûrî yên PDK'ê ew binçav kiribûn li ku ne?
13:35 3 kes li Mersînê hatin binçavkirin
13:16 Li Qersê dema festîvalê ye
13:14 Demîrtaş: Cemaetê gelek hez ji Bînalî Yildirim dikir
12:52 Înîsiyatifa Maf: Di 2 salên dawî de 28 kes bi korsanî hatin revandin
12:36 TJA: Divê Tirkiye mafê penaberan biparêze
12:35 Oldarên Başûr: Operasyon şermezar kirin
12:35 Sara Kaya nehat berdan
11:53 Hunermend Çiya berdan, xwestin hunermend Arhat binçav bikin
11:46 Li Îzmîrê 12 kes hatin binçavkirin
11:37 Di doza rojnamegeran de dadgehê ji emniyetê agahî xwest
11:30 DMME’yê got ‘binpêkirina maf’: Piştî 26 salan hat berdan
11:26 Karkerê Nexweşxaneyê întîhar kir
11:20 'Îbrahîm Layik piştî ji kar hat derxistin întîhar kir'
11:00 Li Amedê kesek hat girtin
10:48 Serokê Komeleya 78'an Ganî Alkan hat binçavkirin
10:38 ‘Ji bo ku Bîlgîlî ceza bigire, ezê têbikoşim’
10:34 Di bombebarana Newala Qoriyê de 2 sivîl hatin kuştin
10:34 Polisên bi ser malê de girt li kolanê jî gef xwarin
10:13 Qeymeqamê Cizîrê destûr neda lêpirsina mirina 2 pitikan
10:09 Xizmên windayan 'biryara qedexeyê' dibin dadgehê
10:04 Ji bo 32 jinan beraet, Leyla Guven fezleke
10:03 DMME’ê derbarê wekîlên HDP’ê de ji Tirkiyeyê parastin xwest
09:23 Wanî: Li Stenbole dê kurd bersiva pêwîst bidin AKP'ê
09:23 ‘Di 4 salên dawî de 2 hezar û 500 penaber li peravên Ege fetisîn
09:22 HTŞ, li Reyhanliyê li hev dicive!
09:16 Encu: Ji ber min Komkujiya Robiskiyê anî ziman ceza li min birîn
09:15 Bi hunera xêzê texrîbata şer ji ser xwe davêjin
09:14 Denîz: Dewlet bi destekê dikare rê li ber şewitandina pirêzeyan bigire
09:14 Selexane û axurên ku qeyûm çêkirin bêyî bên vekirin rûxiyan'
09:13 Çîrokbêj Erkmen: Ez ê gund bi gund bigerim û çîrokan vebêjim
09:11 Cotkaran dev ji firingî û îsotan berdan, berê xwe dan xox û mûzan
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2019'AN
18/06/2019
18:02 Wesayît li refûjê xist: Kesek mir, 3 kes jî birîndar bûn
16:37 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê: Zextên tên kirin hêceta têkoşîna me ne
16:28 Leyla Guven, Fatma û Mehmet Ocalan beraat kirin
14:54 Heqê ziyareta Xerabreşkê ji 5 tl derxistin 35 tl'yan
14:10 ‘Em bang dikin ku li dijî binçavkirina rojnamegeran dengê xwe bilind bikin'