XARPÊT- Hat diyar kirin ku li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Xarpêtê, girtî dê di girtîgehê de bên tedawî kirin.
Nêzî 150 girtiyên li Girtîgehên Ewlekariya Bilind a Hejara 1 û 2 ên Xarpêtê, li ser banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dawî li çalakiyên xwe yên greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê anîn.
Parêzer û Parlementerê HDP’ê yê Çewlîgê Erdal Aydemîr, piştî biryara bi dawî anîna greva birçîbûnê, hevdîtîn bi midur û dozgerê girtîgehê re kirin.
Parlementer Aydemîr, diyar kir ku rayedarên girtîgehê ji wan re gotine ku dê girtiyan di girtîgehê de tedawî bikin û ewê girtiyan sewqî nexweşxaneyên derve nekin.