Li 3 girtîgehên Çukurova rewşa dawî

  • rojane
  • 16:33 23 Gulan 2019
  • |
img
EDENE - ÎHD, Baroya Edeneye û ÇHD'ê rewşa 3 girtîgehên herema  Çukurova ya dawî kirin rapor û bi raya giştî re parve kirin. Saziyan di raporê de diyar kirin ku li 3 girtîgehan rewşa 67 girtiyan krîtîk e û xwestin demek beri demekê daxwazên girtiyan bînin cih. 
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Edene, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ya Edeneyê û Baroya Edeneyê, têkildarî çalakiya greva birçîbûnê li avahiya ÎHD'ê ya Edeneyê daxuyanî dan çapemeniyê. Hiqûqnas û parazvanên mafên mirovan der barê rewşa Girtîgeha Tipa F a Kurkçuler a Edeneyê, Girtîgeha Tîpa M a Ceyhanê û Girtîgeha Tîpa T-2 a Osmaniye rapor amade kirin û li şaxa ÎHD'ê bi raya giştî re parvekirin. 
 
Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatimogullari, xizmên girtiyên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de amade bûn. Dîsa rêveberên TUAY-DER  û Nûneren HDK'ê beşdarî civîne bûn. Serokê Komîsyona Çavderiya Girtîgehan a Baroya Edeneyê, Tugay Bek, diyar kir ku jiyana mirovan dikin mijara bazarê û wiha got: "Divê demek berî demekê daxwazên girtian pêk bînin." 
 
Berdevka Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê Prz. Zelal Demiray, diyar kir ku wan li 3 girtîgehên navborî bi girtiyan re hevditin kirine û wiha got: "Me li ser hevdîtinên girtiyên di grevê de rapor amade kir. Li 3 girtîgehan 67 di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Niha li tevahiya girtîgehan bi hezaran girtî di grevê dene. Li şûna her roj bijîşk wan kontrol bike, her roj nayên kontrolkirin. Gelek kîlo dane. Pirsgirêkên wan ên tansiyon, şekirê xwînê, bi pirsgirêk in. Dest danîne ser nameyên girtiyên di grevê de. Kawîşên wan bê hewa û bi ritûbet in. Dema sewq dikirin li dijî rumeta mirovaniyê li ser wan lêgerîn dikin. Li hundirê devê wan dinerin. 
Niha girttiyên di grevê de gelek ji wan ketine asta ku nexweşiyên neyên dermankirin li wan peyda bibe de ne. Divê heyetek tenduristiyê ya serbixwe li vir lêkolîn bike û li gorî wê raporê amade bike. Girtiyên di grevê de rewşa wan pir krîtîk e. Ji bo ev daxwazên wan ên rewa pêk bê û jiyana wan nekeve bin talûkeyek mezin divê demek beriya demekê daxwazên wan pêk bên. 
 
Prz. Zelal Demîray, di raporê de îhlalên heyî jî rêz kir û wiha got: 
 
“* Girtiyên di grevê de, di roja ewil de rastî cezayên dîsîplînê hatine. Girtiyên neketine grevê û piştgirî dane jî rastî heman cezayî hatine. 
 
* Bi taybetî li Girtîgeha Osmaniye piştî girtî ketine grevê di heman demê de dawî li mafê wan ê telefona di navbera wan û malbatê de anîne. Telefon li wan qedexe kirine û avêtine hucreyê. 
 
 * Girtiyên ketine grevê li şûna ji roja ewil ve ji aliye hekîm ve di kontrolê re derbas bibin, kontrola kilo û tansiyonan ji aliyê hemşire û gardiyanan ve hatiye kirin. 
 
* Girtiyên ji meha çile de di grevê de êdî zêde kîlo winda kirine û sergêşî, tansiyon û bandora deng û rohahiyê li ser wan zêde bûye. 
 
* Li hemû girtîgehan zorê li wan dikin ku li ser piyan jimarê bidin. Gardiyan wan bi zorê radikin ser piyan. Rumeta wan dişkînin. 
 
* Mafê çapemeniyê û agahdariyê ji destê wan hatiye girtin. Dîsa mafê pirtûk, kovar, rojname ji deste wan hatiye girtin. Rojnameya Yenî Yaşamê nadin girtiyan. 
 
* Bi taybetî li Girtîgeha Osmaniye nameyan nadin girtiyan. Nameyên bi kurdî hatine nivîsînk nadin girtiyan. 
 
* Bi taybeti li Osmaniye girtiyên ji doza Nisêbinê hatine girtin û birîndar in nayên dermankirin. Hinek ji wan bi tena sere xwe tên hiştin. Melis Teksan û Abdülkadir Baybars  nêzî salekê bi tenê tên girtin. 
 

Sernavên din

16/06/2019
19:16 KKP’ê li Amedê panela qeyrana aborî li dar xist
16:46 Temellî: Rêya têkbirina bloka faşîst di têkoşîna hevpa re derbas dibe
16:38 Li Kobanê zêdeyî 50 hektar zevî şewitî
15:10 Rêxistinên rojnamegeran: Bila rojnamegerên hatin binçavkirin bi lez bên berdan
15:09 TJA: Ji bo azadiya jinê heta dawiyê têkoşîn
14:25 Li Çinarê 70 dolim zevî bûn xwelî
13:40 Derket holê ku qeyûm ketina Rojnameger Kanbal a şaredariyê asteng kiriye
13:28 Li operasyona Şirnexê de eskerekî jiyana xwe ji dest da
13:12 Qeymeqam destûr neda ku li dijî talankirina Heskifê daxuyanî bidin
12:41 Çalakgerên Mertalên Zindî ji Qendîlê banga piştgiriyê kirin
12:11 Mehabad û Qadî Mihemed: Wê kengî li şûna kindirê gul vedin
11:35 Li Gabarê operasyona eskerî dest pê kir
11:35 Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya: Rojnamegerên di bin çavan de berdin
10:49 Şaredariya AKP'î ku tabelayên Kurdî daxistin perava Golê paqij nake
09:53 Kuçukbalaban: Divê zagona bingehîn a zarokan hebe
09:11 Ji ber debra îsal kêm e, cotkar ji bo berê dudoyan dudilî ne
09:09 Cîhangîr Îslam: Di AKP'ê de jihevqutbûyîneke mezin heye
09:07 Ji 828 serlêdanan tenê 3 serlêdan qebûl kirin
09:05 Piştî 5 salan ji ber çalakiya 25'ê Mijdarê doz li 17 jinan hat vekirin
09:04 Gundê Yorukan ê 450 salî li dijî RES'an li ber xwe dide
09:02 Aborîzan Başer: Ji ber nebaweriya di siyasetê de derzên mezin li aboriyê ketin
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2019'AN
15/06/2019
20:41 3 nûçegihanên Rojnameya Ozgur Gelecekê hatin binçavkirin
20:15 Pirtûka helbestvanê girtî Îlhan Çomak îmze kirin
18:28 Polîsan avêt ser ETHA'yê: 6 rojnameger binçav kirin
18:23 Rojnamevan Kaplanoglû hat berdan
17:09 Tevî rapora ATK’ê Aslan ê ji sedî 80 astengdar bernadin
15:44 Eskerên ku kamuflajê pêşmergayan li xwe dikin li Bradostan kontrola rê dikin
15:38 Li aqûbeta 6 welatiyan pirsîn
15:29 ÎHD: Hêzên paramîlîter bi hezaran mirov winda kirin
15:28 ‘Rojnameger Yilmaz ê pişika wî îflas kirî berdin’
14:08 Şaredariya Pirsûsê kampanyaya paqijiyê da destpêkirin
13:58 Temellî: Hûn li ku dibin bibin di 23'ê Hezîranê de biçin ser sindoqê û dengê xwe bidin
13:53 Dayikên Şemiyê yên pirsa faîlên Çelîkbîlek kirin: Bila edalet pêk bê
13:22 Li Amedê sempozyuma çandiniyê: Em li axa xwe xwedî derkevin
13:00 Li Stewrê 3 hezar û 400 donim genim şewitî
12:59 TJA: Bila Nesrîn Sotoudeh bê berdan
12:55 Gelê Mexmûrê operasyona TSK'ê şermezar kir
12:49 Li Xakurkê rewşa dawî: Esker herêmê dişewitînin
12:38 Li Siwêregê pevçûna erdan: 6 kes mirin 5 kes birîndar bûn
11:31 HDP: Me nexşe derxist emê hemû hilbijêran bibin ser sindoqan
11:26 Serlêdana malbatan a Îmraliyê red kirin
10:51 Moody's, puanên krêdiya Tirkiye ya aborî daxist
09:53 Li Dersimê dem dema zozana ye
09:52 Kartal ê li Çorluyê xizmên xwe winda kirin: Têkoşîna me wê bidome
09:51 Pêşî bi balyoz şikand paşê jî 'lêborîn' xwest
09:24 Personelê çopê rijand kolanê ji kar hat derxistin
09:24 Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Oztep: Em ê peyamên Ocalan ji gel re vebêjin
09:23 Hatîmogûllari: Li Rojhilata Navîn jiyaneke bi xwişk û bratî pêkan e
09:22 Miftiyê Hezroyê ji ber tecawizê hat darizandin