Dayikên li Enqere di çalakiyê de: Em ji zarokên xwe fêrî berxwedanê dibin

  • rojane
  • 15:28 23 Gulan 2019
  • |
img

ENEQERE – Dayikên Laçik Spi yên zarokên wan li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne, bi armanca balê bikişînin ser daxwaza zarokên xwe 10 rojin li Enqereyê nobetê digirin. Dayikan îro TMMOB û Şoreşgerên 78’an ziyaret kirin. Li ser navê dayikan Nezahat Teke axivî û wiha got: “20 sal berê dayikek bi tenê nikarîbû teketa hundir û sifreyek raxistaya. Lê îro dayik li her derê li ber xwe didin. Em ji zarokên xwe fêrî berxwedanê dibin."  

 
21 Dayiken Laçik Spî yên 10 roj berê ji bo balê bikişînin ser daxwaza zarokên xweyên li dijî tecrîdê di grevê dene hatin Enqereyê, piştî 5 rojan li Miclîsê çalakiya rûniştinê berdewam kirin; niha li avahiya Navenda Giştî ya HDP'ê çalakiya xwe berdewam dikin. Dayikên ku 5 rojin li avahiya HDP'ê nobetê digirin di nava rojê de hem ziyaretan qebûl dikin û hem jî diçin saziyan ziyaret dikin. Dayikan Îro Yekîtiya Endezyarên Tirkiye (TMMOB) û Şoreşgerên 78’an ziyaret kir. Li TMMOB'ê 2'emîn serokê TMMOB'ê Selçuk Uluata û rêveberan dayik pêşwazî kirin û daxwazên dayikan guhdar kirin. Li ser navê dayikan Nezahat Teke, axivî û wiha got: "Duh parêzer çûn Îmraliyê. Em bi benda bersîvê ne. Ev bersîv ji bo me gelek girîng e. Bi taybetî hêj daxwaza girtiyan a bila tecrîd bi dawî bibe pêk nehatiye. Hêj me agahiyek ku dilê me rehet bike nestendiye.  Ger ku çalakiya grevê bi dawî bibe wê bêtir kar û bar têkve ser milê me. Divê em tev bibin yek. Bi taybetî di milê tenduristiyê de pir girîng e. Dayik hêj li kolanê ji aliyê polîsan ve rastî êrişan tên û polîs dayikan cop dikin. Dayik rastî pêkanînên dijmirovî têin. Em hêj bi hevî ne. Em dipen ku zarokên me bigêjin tenduristiya xwe. "
 
'EM HEWL DIDIN BI WERE HIN TIŞTAN BIKIN' 
 
Duyemîn Serokê TMMOB'ê Selçuk Uluata jî diyar kir ku ew ji nêzîk ve çalakiyên dayikan dişopînin û wiha got: “Di vê pêvajoyê de em ji we ne serbixwe ne. Em vê pêvajoyê wekî KESK, TTB û TMMOB bi rêve dibin. Em hewl didin bi were hin tiştan bikin. Em hêvî dikin ku ev pêvajo baştir bibe. " 
 
Dayikan piştre Şaxa Hewldana Şoreşgerên 78’an ziyaret kir. Li vir jî Nezahat Teke, anî ziman ku ev pêvajo wê bi kesên li Zindanan li ber xwe dide çareser bibe û wiha got: "20 sal berî niha dayikek bi tena serê xwe nikaribû sifre danîya. Îro dayik li her derê qadan li ber xwe didin. Em têkoşînê ji zarokên xwe fêr dibin. 
 
Li ser navê Hewldana Şoreşgerên 78’an Huseyin Esenturk jî anî ziman ku dayik li fikrên wan xwedî derketin û wiha got: "Em li gel dayikan in." 
 
Ziyareta Dayikan wê bi ziyareta Komeleya Dêrsimi û Meclîsa Jinên Sosyalist bi dawî bibe. 
 
 
 
 

Sernavên din

16/06/2019
19:16 KKP’ê li Amedê panela qeyrana aborî li dar xist
16:46 Temellî: Rêya têkbirina bloka faşîst di têkoşîna hevpa re derbas dibe
16:38 Li Kobanê zêdeyî 50 hektar zevî şewitî
15:10 Rêxistinên rojnamegeran: Bila rojnamegerên hatin binçavkirin bi lez bên berdan
15:09 TJA: Ji bo azadiya jinê heta dawiyê têkoşîn
14:25 Li Çinarê 70 dolim zevî bûn xwelî
13:40 Derket holê ku qeyûm ketina Rojnameger Kanbal a şaredariyê asteng kiriye
13:28 Li operasyona Şirnexê de eskerekî jiyana xwe ji dest da
13:12 Qeymeqam destûr neda ku li dijî talankirina Heskifê daxuyanî bidin
12:41 Çalakgerên Mertalên Zindî ji Qendîlê banga piştgiriyê kirin
12:11 Mehabad û Qadî Mihemed: Wê kengî li şûna kindirê gul vedin
11:35 Li Gabarê operasyona eskerî dest pê kir
11:35 Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya: Rojnamegerên di bin çavan de berdin
10:49 Şaredariya AKP'î ku tabelayên Kurdî daxistin perava Golê paqij nake
09:53 Kuçukbalaban: Divê zagona bingehîn a zarokan hebe
09:11 Ji ber debra îsal kêm e, cotkar ji bo berê dudoyan dudilî ne
09:09 Cîhangîr Îslam: Di AKP'ê de jihevqutbûyîneke mezin heye
09:07 Ji 828 serlêdanan tenê 3 serlêdan qebûl kirin
09:05 Piştî 5 salan ji ber çalakiya 25'ê Mijdarê doz li 17 jinan hat vekirin
09:04 Gundê Yorukan ê 450 salî li dijî RES'an li ber xwe dide
09:02 Aborîzan Başer: Ji ber nebaweriya di siyasetê de derzên mezin li aboriyê ketin
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2019'AN
15/06/2019
20:41 3 nûçegihanên Rojnameya Ozgur Gelecekê hatin binçavkirin
20:15 Pirtûka helbestvanê girtî Îlhan Çomak îmze kirin
18:28 Polîsan avêt ser ETHA'yê: 6 rojnameger binçav kirin
18:23 Rojnamevan Kaplanoglû hat berdan
17:09 Tevî rapora ATK’ê Aslan ê ji sedî 80 astengdar bernadin
15:44 Eskerên ku kamuflajê pêşmergayan li xwe dikin li Bradostan kontrola rê dikin
15:38 Li aqûbeta 6 welatiyan pirsîn
15:29 ÎHD: Hêzên paramîlîter bi hezaran mirov winda kirin
15:28 ‘Rojnameger Yilmaz ê pişika wî îflas kirî berdin’
14:08 Şaredariya Pirsûsê kampanyaya paqijiyê da destpêkirin
13:58 Temellî: Hûn li ku dibin bibin di 23'ê Hezîranê de biçin ser sindoqê û dengê xwe bidin
13:53 Dayikên Şemiyê yên pirsa faîlên Çelîkbîlek kirin: Bila edalet pêk bê
13:22 Li Amedê sempozyuma çandiniyê: Em li axa xwe xwedî derkevin
13:00 Li Stewrê 3 hezar û 400 donim genim şewitî
12:59 TJA: Bila Nesrîn Sotoudeh bê berdan
12:55 Gelê Mexmûrê operasyona TSK'ê şermezar kir
12:49 Li Xakurkê rewşa dawî: Esker herêmê dişewitînin
12:38 Li Siwêregê pevçûna erdan: 6 kes mirin 5 kes birîndar bûn
11:31 HDP: Me nexşe derxist emê hemû hilbijêran bibin ser sindoqan
11:26 Serlêdana malbatan a Îmraliyê red kirin
10:51 Moody's, puanên krêdiya Tirkiye ya aborî daxist
09:53 Li Dersimê dem dema zozana ye
09:52 Kartal ê li Çorluyê xizmên xwe winda kirin: Têkoşîna me wê bidome
09:51 Pêşî bi balyoz şikand paşê jî 'lêborîn' xwest
09:24 Personelê çopê rijand kolanê ji kar hat derxistin
09:24 Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Oztep: Em ê peyamên Ocalan ji gel re vebêjin
09:23 Hatîmogûllari: Li Rojhilata Navîn jiyaneke bi xwişk û bratî pêkan e
09:22 Miftiyê Hezroyê ji ber tecawizê hat darizandin