SÊRT - Li navçeya Dihê ya Sêrtê polisan di serdegirtina malan de 2 kesan binçav kir.
Li navçeya Dihê ya Sêrtê polisan bi ser gelek malan de girt. Polisan di serdegirtinan de welatiyên bi navê Sînan Ozer (20) û Abdûllah Oktay (32) binçav kir. Hat ragihandin ku polisan hin kesên ku geriyane di serdegirtinan de nedîtine. Nehat hînbûn ku serdegirtina malan û binçavkirin ji ber çê pêk hatiye. Kesên hatin binçavkirin birin Miduriyeta Polisan a Sêrtê.