ENQERE - Dayika Laçik Spî ya 71 salî Besra Salhan ji bo dengê kurê xwe bilind bike Hezar û 217 kilometre rê meşiya hat Enqereyê û hefteyek e li Enqereyê li Edaletê digere. Salhan ji bo kurê xwe got: “Min ew pir delalî mezin kir, lê niha her roj li pêş çavê min dihile û diçe. Em dixazin bêyî dem winda bibe gavan bavêjin."
21 Dayikên Laçik Spî hefteyek in li Enqere ji bo balê bikişînin ser daxwazên zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de ne, nobetê digirin. Dayikan ewil li Meclîsa Tirkiye çalakiya rûniştinê li dar xistin. Niha li Navenda Giştî ya HDP'ê nobeta xwe berdewam dikin. Yek ji van Dayikên Laçki Spî, dayika 71 salî Besra Salhan e. Besra Salhan Hezar û 217 kîlometre ji Wanê hat Enqereyê û hefteyek e li Enqere li edaletê digere. Salhan tevî temenê xwe yê mezin û tevî rasî gelek zilm û zextan tê jî dîsa ji bo edaletê bixwaze û dawî li vê neheqiyê bê çalakiya xwe ya nobetê berdewam dike. Salhan, ji bo dengê kurê xwe û girtiyên din ên di greva birçîbûnê de bide bihîstin li Enqere nobetê digire. Hem bi rojî ye û hem jî tevî tevî temenê mezin û rojiyê li saziyan digere û dixwaze ku dengê zorokên bibhîzin.
‘ZAROKÊN ME 5 MEHIN DI GREVÊ DE YE'
Dayika Sînan Salhan Besra Salhan anî ziman ku kurê wê 7 salin girtî ye û wiha got: “Zarokên me 5 mehin li girtîgehê di grevê de ye. Zarokên me li peş çavên me dihilin. Kurê min pir jîr û zane ye. 10 sal ceza li kurê min birîn. Li Beşa Zimanê Tirki ya Zanîngehea Erzincanê dixwend hat girtin. Heta niha 2 girtîgeh guhert. 4 caran ket greva birçibûnê. Kurê min ji serdema lîseyê de di nava siyaseta kurd de cih digire. Ji bo azadiya Kurdan têdikoşe. Tenê derdê wî azadiya gelê Kurd e. Herî dawî min kurê xwe di serê Gulanê de ziyaret kir. Cerm û hestî mabûn. Zikê wî bi pişta wî ve zeliqî bû. Ez tevî vî emrê xwe û bi rojî li vir li edaletê digerim. Gelek dayik wekî min êdî nikarin bi axivn. Ez ji bo zarokên xwe li vir im."
MIN EW BI DELALÎ MEZIN KIR LÊ NIHA LI PÊŞ ÇAVÊ MIN DIHILE
Besra Salhan herî dawî destnîşan kir ku wê kurê xwe bi delalî mezin kir û niha li pêş çavê wê dihile û wiha bi dawî kir: "Em bang li hikûmedê dikin ku êdî gavan bavêjin. Dibe ku sibê dereng be. Dibe ku her kêlî cenaze bên. Em tevî vî temenê xwe yê mezin û bi rojî li vir in. Em dikaribûn li mala xwe bûna. Lê Bi rojan in em li vir in. Êdî saniye ji bo me gelek giring in. Êdî Bes e."