Birayê ciwanê betal ê xwe şewitand: Sedema wê krîza aborî ye

  • rojane
  • 11:25 21 Gulan 2019
  • |
img

DÎLOK - Ciwanê betal Eyup Dal, ji bo kar çû serî li Şaredariya Şahînbey a AKP'î da. Lê rayedaran ew derb kirin û avêtin derve. Li ser vê yekê Eyup Dal bedena xwe şewitand û dawî li jiyana xwe anî. Birayê Eyup Dal, Mesut Dal, diyar kir ku kekê wî ji bo serlêdana kar çû şaredariyê, lê derî li ser ruyê wî girtin û avêtin derve. Dal, anî ziman ku kekê wî ji ber krîza aborî dawî li jiyana xwe anî.

 
Li Dîlokê Eyup Dal ê demek dirêje li kar digeriya, di 16'ê Gulanê de ji bo kar bi dest bixe çû Şaredariya Şanînbey a AKP'î û serlêdana kar kir. Lê rayedarên Şaredariya Şahînbey, Dal derb kirin û ew avêtin devre. Dal, piştî rastî lêdanê hat li pêş şaredariya Şahînbey bedena xwe da ber agir. Dal 4 roj şûnde li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Dal ku 6 salin li kar digere, heta niha li çend deriyan dan, derî li ser ruyê wî hatin girtin. Herî dawî li pêş şaredariyê çalakî li dar xist û bedena xwe şewitand. Birayê Dal, Mesut Dal, anî ziman ku kekê wî bi 20  tl benzîn krî û xwe şewitand. 
 
Dayika Eyup Dal Turkan Dal, anî ziman ku kurê wê 6 sal berê ji girtîgehê hat berdan û 6 salin li kar digere û wiha axivî: "Eyup ji min re got 'Dayê li farbîqeyê karkeran distînin. Hevalê min li min geriya. Ji ber vê yekê ezê biçim Dîlokê. Piştî çû Dîlokê fabrîqeyê kar nedan wî. 3 roj şûnde li min geriya. Got ‘Li dolmîşe suyarên û bên Dîlokê' Şaredariyê kar daye min. Ez ê sibê biçin dest bi kar bikim.' Di telefonê de dengê wî pir xweş dihat û pir kêfxweş bû. Piştî salên dirêj ji xwe re kar dîtbû. Min jî got 'Em nikarin bên, lê em hevjîna te bişînin' Roja din xwe amede kir û çû Şaredariya Şahinbeyê. Dema çû şaredariyê, xebatkarên wir jêre gotin 'Sabiqeya te heye. Em nikarin kar bidin te' û li ser vê yekê niqaş kirin. Piştî niqaşê li pêş şaredariyê bedena xwe da ber agir û xwe şewitand. Piştre min xwest bi Şaredar Mehmet Tahmazoglu re hevdîtin bikim. Lê memûrê wir destûr nedan. 
Çima kurê min li cihekî din xwe neşewitand. Çima li pêş şaredariyê xwe şewitand? Kes nehatin sersaxiya me."
 
 
BI 20 TL BENZÎN KIRÎ Û XWE ŞEWITAND
 
Birayê Eyup Dal Mesut Dal jî anî ziman ku beriya xwe bişewitîne çend saet berêhat cem wî û wiha got: "Ji min pere xwest. Min 20 tl pere da wî. Qet nehat serê aqilê min ku kekê min xwe bişewitîne. Çend saet şûnde polîs li min geriyan û bang li min kirin ku biçim nexweşxaneyê. Pişti ez çûm nexweşxaneyê û min got 'Te çima xwe şewitandiye? Wi ji got 'Ji bo kar ez çûm şaredariyê. Lê wan neheqî li min kirin. Derî li ruyê min girtin û ez avêtim derve.' Tu mirov vala vala naçin li ber deriyê şaredariyê xwe naşewitnînin. Lê polîs di girtekê de diyar diin ku bûyer li cihekî din pêk hatiye. Em pere û pûlê wan naxwazin. Em dixwazin rastî bê zanîn. Kî bûye sedema şewitandina birayê min bila bên darizandin û cezakirin. Niha li kolanan bi hezaran kesên betal hene. Em nawxwazin heman tişt bên serê kesên din jî."  
 
Hevjîna Eyup Dal  Elif Dal jî wiha got: “Min hevjînê xwe di temenê ciwan de winda kir. Niha rewşa derûniya min pir xerab e. Bila xwedê nîne serê tu kesên din. Hevjîne min bi salan e li kar digeriya." 
 

Sernavên din

25/08/2019
21:26 8 endamên meclisa Şaredariya Wanê ji peywirê girtin
19:33 Heyeta CHP'ê Hevşreredarê Amedê Selçuk Mizrakli ziyaret kir
19:01 Muxtaran bi whatsapê agahî dan: Wê Kelhê ya Cûdî bombe bikin
18:38 Rojnamevan 6 roj in bêyî îfade bidin tên girtin
18:03 'Çi bikin bila bikin em ê li vîna gelê xwe xwedî derkevin'
17:15 Semîha Tugan a piştî 28 salan gihişt kurê xwe jiyana xwe ji dest da
17:01 Dest bi ziyaretên 'Îtîfaqa demokratîk' dikin
16:43 Polîsan gaza îsotê avêt ruyê parlamenterên HDP'ê
15:44 Li dijî êrîşên Tirkiyeyê meşiyan
15:22 Stenbolî: Li dijî darbeyê bêdeng nemînin wekî 23'ê Hezîranê bi hevre têbikoşin
14:46 Hevserokê Mala Gel: Wê nikaribin heviya me tune bikin
14:24 Polisan li Mêrdînê êrîşî HDP'iyan kir
13:57 Di operasyona Pençe-3 de 3 eskeran jiyana xwe ji dest da
13:08 7 rojin li Amedê çalakî didomin: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin
12:51 Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Me duh AKP têk bir emê îro jî têk bibin
12:19 5 rojnamevan 6 roj in di binçavan de ne
12:06 'Li aliyekî weşana kurdî dikin, li aliyekî dijminantiya Kurdî dikin'
11:35 Yolerî: Girtî êdî nikarin xwe bigînin edaletê
10:59 Mizrakli bersîva 'Kandîlê' da Erdogan: Bêbextiyê neke
10:34 'Her ku îktîdar diaxive kuştina jinan zêde dibin êdî bila bes biaxivin'
09:13 'Ji bo axa me ji neviyên me re bimîne em ê têbikoşin'
09:10 Ozgokçe: Qeyûm bi 700 hezar lîreyî kinc kirîn, wê gel hesab bipirse
09:08 Piştî zanîngeh kuta kir, dest bi çandiniyê kir
09:06 Girtiyê nexweş êdî malbata xwe nas nake!
09:04 Yildiztekîn: Mafê hevdîtinê ji saetekê daxistine 50 deqîqeyî
09:00 ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2019'AN
24/08/2019
21:57 Li Amedê Yekemîn Rojên Govendê li dar xistin
21:10 ‘Êdî em naxwazin bimrin’
21:00 Çalakiyên dengderxistinê didomin
20:46 Keça xwe û hevjîna xwe kuşt
20:06 Endama MYK'ê ya HDP'ê hat binçavkirin
19:00 5 rojnamevan 5 roj in di binçavan de ne
17:57 Çalakiya Wanê di roja 6’an de didome: Gel bi dirûşmeyan meşiyan
16:40 Ji Amedê bang li Davutoglu kirin: Tu çima bêdeng î?
16:01 Bila Turan ê felç bê berdan
15:49 2 jê rojnameger 11 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:46 ‘Duh qetil dikirin îro xezp dike'
15:22 Ciwanê ku dihat angaştkirin revandine çiyê hat binçavkirin
14:52 Ji KESK DİSK TMMOB û TTB’ê biryara Amedê
14:41 Salek e Qada Galatasaray qedexe ye: Hesabpirsîn didome
14:35 TJA: Em serî natewînin û naxwazin bimirin
14:02 ÇÛKÛROVA TÛHAY-DER kongreya xwe ya yekemîn pêk anî
14:01 HDP: Divê meclîs gotinên Davutoglu lêkolîn bike
13:31 Tundiya mêr sînoran nas nake: Li nexweşxaneyê êrîşî hevjîna xwe kir
13:12 Mezlûm Ebdî: Emê bingeha hêza eskerî ya ewlehiya Sûriye ava bikin
12:39 Gelê Nisêbînê li dijî qeyûman rabû ser piyan
12:30 KESK, DÎSK, TTB û TMMOB: Qeyûm cînayeta demokrasiyê ye
12:25 Banga 1'ê Îlonê: Em ji bo aştiyê dengê xwe bilind bikin
12:15 Li Pîranê maşîna zirxî qulipî: 6 polîs birîndar bûn
11:54 Li Amedê çalakiya rûniştinê ya 6'emîn dest pê kir