Dayika 23 salan ji bo kurê xwe li kolana bû niha ji bo neviyê xwe li kolanê ye

  • rojane
  • 10:02 21 Gulan 2019
  • |
img

AMED - Remziye Bayram a ji bo kurê xwe Şîrin Bayram ê 23 sal berê hat windakirin li kolana ye, niha jî ji bo bibe dengê neviyê xwe yê li dijî tecrîdê di gevra birçîbûnê de ye li Parka Koşuyolu têdikoşe. 

 
Dayikên Laçik Spî her roj li Bakirkoy, Gebze, Edene, Mêrsîn, Amed, Sîlopî, Qoser, Êlih û  Parka Koşuyolu, Qada Galatasarayê ji bo edaletê bixwazin li qadan in. Dayikên ku bi salan in li zaroken xwe yên winda digerin, niha jî j bo bibin dengê çalakgerên li dijî tecrîdê di greva birçûbûnê de ne li qadan têdikoşin. Yek ji van dayikan Dayika Laçik Spî Remziye Bayram e. Remziye Bayram bi gotina "Ger ku amûrekî we winda bibe hûnê her roj lê negerin? Yê min jî perçeyek ji canê min winda bûye. Ez çawa ji bîr bikim?" tê nasîn. Kurê Remziye Bayram Şîrîn Bayram di 1'ê Mijdara 1996'an de li Gundê Temiran ê Navçeya Pasûrê piştî hat binçavkirin carek din agahî jê nehat girtin. Dayika Mehmet Şirin Bayram, Remziye Bayram piştî kurê wê di bin çavan de hat windakirin 23 salin li qadan aqûbeta kurê xwe dipirse. Her Roja Şemiyê bi wêneyê kurê xwe dadikeve qadan û li edaletê digere. Remziye Bayram ku berê her şemî li Parka Koşuyolu li windayan digeriya, piştî Walîtiya Amedê Parka Koşuyolu li wan qedexe kir, niha lêgerîna xwe ya edaletê li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê berdewam dike. Remziye Bayram ku hêj aqûbeta kurê wê Mehmet Şîrin Bayram zelal nebûye, niha jî her roj ji bo piştgiriyê bide dengê neviyê xwe yê li dijî tecrîdkirina Îmraliyê di grevê de ye, li gel hemû astengiyên polîsan tê Parka Koşuyolu tev li çalakiyan dibe û ji bo neviyê xwe têdikoşe. Remziye Bayram hem tev li çalakiyên Şemiyê dibe, hem jî tev li çalakiya Dayikên Laçik Spî ya Parka Koşuyolu dibe. 
 
TEMENÊ WÎ HER DEM DI CIWANTIYA WÊNE DE YE
 
Dayika Mehmet Şîrîn, Remziye Bayram ku tevî wêneyê kurê xwe li hemberî me rûnişt, got: "Ez dayika Şîrin im.  Di zalên 1990'an de li ser gelek gundên Kurdan zext zêde bû. Li ser gundê me jî zexta dewletê zêde bû. Em li gundikê Temira bûn. Di sala 1994'an de xwestin em bi zorê bibin cerdevan. Me ji neçarî gundê xwe terk kir. Em tev ji gund derketin. Lê Şîrîn û mamê xwe di sala 1996'an de dîsa vegeriyan gund. Şîrîn ji bo mamê xwe bibîne vegeriya gund. Hêj 18 salî bû. Piştî 3 rojan li mala mamê xwe ma, çû mala cîranê xwe. Bi şev esker,  tîmên taybet û cerdevanan bi ser malê de girtin. Şîrîn û xwediyê malê Ramazan Tekin ê 65 salî binçav kirin. Serê sibê xwediyê malê agahî didin mamê wî û li ser vê yekê mamê wî diçe Qereqola Navenda Pasûrê. Lê rayedarên qereqolê diyar dikin ku kesekî wisa li cem wan tune ye. Piştre gundiyên din jî diçin qereqolê. Lê encam nagirin."  
 
CERDEVAN BÛ ŞAHÎD 
 
Remziye Bayram, da zanîn ku piştre aqûbeta Şîrîn ji cerdevanekî pirsîne û wiha lê zêde kir: "Cerdevan ewil got 'Min Şirin dîtiye. Li nezaretxaneyê bû. Çavê wî girtî bûn. Dema ez çûm min beng li wî kir. Wî dengê min nas kir. Ji min re got 'Tu li vir çi dike? Min jî got vir cihê min e. Tu li vir çi dike?' Lê cerdevan piştî demek şûnde şahidiya xwe înkar kir. Weki malbat bi salan e me serî li hemû deriyên dewletê dî. Lê hêj doz di lêpirsînê de ye û bi encma nebûye."
 
Remziye Bayram, da zaınîn ku ji roja kurê wê hatiye windakirin heta niha bê navber bi Laçika Spî li kurê xwe digere û wiha axivî: "Ji wê rojê ve ye ez têdikoşim. An wê dewlet aşkere bike ku kurê min çawa winda kiriye û revandiye. An jî wê hestiyên wan bidin me. Heta ku dewlet aqûbeta zarokên me diyar nekin em ê her roj li kolanan têkoşîna xwe berdewam bikin."  
 
'BILA HESTIYÊN ZAROKÊN ME BIDIN ME'
 
Bayram, destnîşan kir ku piştî Şîrîn winda kirin 2 sal berê kurekî wê di şer de jiyana xwe ji dest da û wiha berdewam kir: "23 sal derbas bûn. Ez ê çi hîs bikim. Tenê dayik dizanin ez çi hîs dikim. Ez her roj xwe bi xwe dibêjim 'Şîrin tu çawa ye? Dest û piyên te girêdayî ne? û dipirsim. Ji roja Şîrîn hat windakirin û heta niha jiyan li me herimî. Şîrin çawa hat kuştin. Ger ku hestiyê wî jî bê dîtin dilê min wê piçek rehet bibe. Ez hêj dipirsim Şirin çawa jiyana xwe ji dest da hestiyê wî li ku ye. Hestiyen zarokên me bidin me." 
 
NIHA JI BO NEVIYÊ XWE LI QADAN E 
 
Remziye ku bi salan e ji bo kurê xwe Mehmet Şîrîn li qadan e, niha ji bo neviyê xwe yê ketiye greva birçîbûnê li qadê ye. Neviyê Remziye Azad Bayram, 8 meh berê li Êlihê li dadgehê hat girtin. 3 mehan li Girtigeha Êlihê ma. Niha 5 meh in li Girtîgeha Tîpa T a Wanê girtî ye. Neviyê Remziye Azad Bayram ji 1'ê Adarê de di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorvger de ye. Remziye tevî keça xwe her roj diçin Parka Koşuyolu û piştgiriyê didin neviyê xwe. 
Tevî hemû astengiyan diçim qadê. Tiştekî êdî em winda bikin û em jê bitirsin tune ye. Zarokên me çûn niha neviyên me hene. Bi salan e em li wandayan digerin. Lê niha em ji bo girtiyan li qadê ne. Ji bo çend dayikan deh qatî dayikan polîs li ser serê me kom dibin. 
 
Remziye Bayram a 62 salî, 23 salên xwe yên dawî li qadan ji bo dîtina kurê xwe jiya. Niha jî ji bo piştgiriyê bide çalakiya neviyê xwe û girtiyên din li qadan in. 
 
Remziye Bayram, destnişan kir ku dema diçe qada çalakiyê, ji malê heta qada çalakiyê li her derê polîs hene û wiha bi dawî kir: "Ez ji malê heta qadê li her kolanê rastî polîsan têm. Ev bi xwe tecrîd e. Ma ev ne tecrîd be çiye? Zarokên kurdan digirin, winda dikin û tecrîd dikin. Niha parka em lê çalakiyê li dar dixin dorpêç kirine. Ma ev ne tecrîd e?" 
 
MA / Dîcle Muftuoglu
 
 
 
 
 

Sernavên din

23/04/2024
21:43 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê di roja 6'an de ye
19:13 DEM Partî û HDK: Çapemeniya kurd teslîm nabe
19:08 Bakay ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
17:22 Şenyaşar: Erdoganê dozê li min vekiriye çima faîl negirtin?
17:02 Ji ber binçavkirina rojnamegeran îtîraz hate kirin
16:14 KNK: Şerê nû yê Erdogan, ser Rojhilata Navîn gef e
15:42 Dayik û zaroka xwe ji madeya AYM’ê betal kiribû xistin girtîgehê
15:39 Bertekên li dijî binçavkirina rojnamegeran didomin
15:03 Rojnameger: Çapemeniya kurd tu carî bêdeng nema
14:52 Serlêdana DÎSK’ê ya ji bo Taksîmê hate redkirin
14:51 Li Amedê girtina Makbûle Ozerê hate protestokirin
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
13:53 HDK, DBP û DEM Partî: Em li cem Çapemeniya Azad in
13:48 Ji bo parêzerên rojnamegeran biryara bisînorkirina hevdîtinê hate dayîn
13:41 Li dijî êrişan banga piştevaniya bi Çapemeniya Azad re hate kirin
13:06 Şaredariya Farqînê biryarên dewirkirina neguhezbaran a qeyûm betal kir
12:58 Li Amedê zêdetirî 200’an qadên lêgerîn û derxistina petrolê hatine vekirin
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:43 Li dijî binçavkirinên Çapemeniya Azad bertek hatin nîşandan
12:20 Hejmara rojnamegerên hatine biçavkirin zêde bû
12:17 KNK'ê serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV'yê şermezar kir
12:16 Bîranîna Qirkirina Ermenan a li Kadikoyê hate qedexekirin
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
11:16 Rojnameger Ozdemîr: Dê şer hinek din dirêj bibe lê encam naguhere
10:43 Bi hinceta ‘heqareta li Erdogan’ doz li Emîne Şenyaşarê hate vekirin
10:37 DFG û MKG: Ev êriş nikarin çavên kedkarên Çapemeniya Azad bitirsînin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:52 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt
09:51 NÇR-Ewropa serdagirtinên Stêrk û Medya Haber TV’yan şermezar kir
09:50 Li Malezyayê helîkopterên leşkerî li hev ketin: 10 kes mirin
09:24 Di serdegirtina 4 saetan de malzemeyên teknîkê hatin desteserkirin
09:23 Banga 1'ê Gulanê: Bi dirûşma 'ji bo nan û aştiyê azadî' ber bi Qada Taksîmê ve
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:02 Qeyûm 20 milyon lîre ji budçeya 'Nivîsgehê' xerc kirine
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 149’an de didome
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 182 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2024'AN
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê
08:12 Xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin
08:05 Polîs bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê girtin
22/04/2024
22:41 Mîhrîcana şanoyê di roja 5’emîn de didome
22:29 Li Geverê 12 kesên hatibûn girtin hatin berdan
20:48 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 84'an de ye
20:46 Di navbera Tirkiye û Iraqê de 26 peyman hatin îmzekirin
17:02 Qeyûm li Êlihê 3 milyar û 53 milyon û 977 hezar TL deyn hişt
15:32 Li Bagokê dengê çekan bilind dibe
14:43 Pîra 81 salî Makbule Ozer dîsa girtin
14:35 Tekoşîn û şanoya kurdan bi hev re girêdayî ye
14:31 Qeyûmê Kopê 165 milyon û 226 hezar û 845 tl deyn hişt
13:57 Bakirhan serdana ajansên JINNEWS û MA’yê kir
13:05 Berdevka DEM Partiyê: Em ê nexşerêya xwe bi rêya sêyemîn pêş bixin
13:04 Serokkomar Erdogan çû Bexdeyê
12:29 Walî 5 gundên Bagokê ji çûn û hatinê re qedexe kir
12:18 Rejîma Îranê 5 sal ceza li hunermendê kurd birî
12:01 Polîsan li Dêrsimê 5 û li Rihayê jî kesek binçav kirin
11:24 Ji bo Erdogan kolanên Hewlêrê bi alên tirk xemilandin
11:12 DFG: Salên 90'î bû destpêka serdemek nû
10:47 DEM Partî: Têkoşîna heqiwetê bênavber didome
10:28 Statûya Başûr di xetereyê de ye
10:07 Li Edeneyê qeza pêk hat: 3 kes mirin
09:53 Jinên êzidî dest bi xweparastinê dikin
09:51 Qeyûmê Geverê ji bo emniyet, pîrozbahî û şirînahiyê bi milyonan lîre xerc kiriye
09:15 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 148'an de didome
09:01 181 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 Prz. Demîr: Tecrîda li Îmraliyê dê bi têkoşîna hevpar ji holê rabe
09:01 Nivîskar Karacabey: Rika hunermendan desthilatê tîne xwarê
09:00 Rojnameger Karadaş: Dibe ku şer li Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve
09:00 ROJEVA 22’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:28 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Statû di xetereyê de ye’ derket
21/04/2024
23:43 Li Amedê mihrîcan didome
21:49 Li Erziromê qezaya trafîkê çêbû: Miriyek û 6 birîndar hene
20:05 Encamnameya Civata Giştî ya KNK'ê: Êdî dema yekitiyê ye
18:06 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 82’emîn de domiya
17:50 Amedspor alîgirên xwe xemgîn kir
16:54 KNK: Li dijî êrişan hewcehî bi helwesta seferberiyê heye
16:20 Astengdarê zihnî Gezer ê hedef hatibû nîşandan hate girtin
15:42 Li Turhalê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
15:36 Di lijneya KNK’ê de bal kişandin ser ‘yekitiyê’
15:32 Maça ‘şampiyoniyê’ ya Amedsporê dest pê kir
15:19 Kenan Bakay piştî 30 salan hate berdan
15:11 ‘Kesekî astengdar çawa dibe rêveberê partiyê’
15:01 Çandar: Rêzê ji bo îradeya gel bigirin
14:04 Li Amedê beriya maçê coşa ‘şampiyontiyê’
14:03 Di êrişên Îsraîlê de zêdetirî 34 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
14:03 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Jinan erdnîgarî bi rengê morê xemiland
12:49 Beriya maça Amedspor-Igdirsporê 2 kes hatin binçavkirin
11:50 Rejîma Îranê 10 sal cezayê hefsê da mamosteya kurdî
11:36 Metîna bi dijwarî tê bombebarankirin
10:56 Tirkiye ji hêla enflasyona bilind ve li cîhanê di rêza 4’emîn de ye
10:36 Dr. Pashang: Di krîza Rojhilata Navîn de tenê rêyeke kurdan heye ew jî yekitî ye
10:14 Amedsporê ji ber ‘bilêtên sexte’ hişyarî da
10:07 Kovara Jînê di hejmarê nû de bal kişand ser mafên zarokan
10:06 Beriya serdana Erdogan li dijî Metînayê êrişeke nû hate destpêkirin
09:21 Albayrak ê AKPî li Xelfetiyê 460 milyon û 601 hezar TL deyn hişt û çû
09:20 Jin wê her roj ji bo Abdullah Ocalan nameyan ji CPT'yê re bişînin
09:05 180 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome