Li Dersimê banga 'yasayên xwe pêk bîne û pirsgirêkê çareser bike'

  • rojane
  • 15:05 20 Gulan 2019
  • |
img

DERSIM – Li Dersimê partiyên siyasî û saziyên sivîl derbarê çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê de bang li hikûmetê kirin ku di çarçoveya nirxên hiqûqî yên navneteweyî de bêyî kû dereng bimîne yasayên xwe pêk bîne û pirsgirêkê çarser bike.

Li Dersînê pêkhateyên Platforma Demokrasî û Kedê, li Kuçeya Hunerê derbarê çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê daxuyaniya çapameniyê da. Partiyên siyasî yên mîna HDP, DBP, ESP, EMEP, SMF û CHP'ê û nûnerên sazî û dezgehên sivîl ên mîna Komeleya Pîr Sûltan Abdal, ÎHD, DAD û Baroya Dersimê tevlî daxuyaniyê bûn. Pêkhateyên platformê bang li hikumetê kirin ku yasayên xwe bi cih bîne. 
 
'ROJİYÊN MIRINÊ JI BER NE GAV AVÊTINA HIKUMETÊ NE'
 
Serokê Şaxa ÎHD'a Dersimê Gurbuz Solmaz daxuyaniya ku hevpar hatibû amadekirin xwend. Solmaz bi bîr xist ku çalakiya greva birçîbûnê ya ku Hevseroka KCD'ê û Parlamentera Colemergê da destpêkirin, li welat û derveyî welat bi beşdariya hezaran didome û wiha got: "Ji ber ku hikumetê daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê nebersivand rojiya mirinê dest pê kir. Çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê asta krîtîk derbas kirine. Paşguhkirina hikumetê ya çalakiyan gumanên me zêdetir dike. Heke pêvajo wiha bidome dê  gelek kes jiyana xwe ji dest bidin. De ev rewş di aştiya civakî, demokrasî û mafê mirovan de birînên ku nikaribin bên dermankirin vebike. 
 
'REWŞA WAN A TENDURISTIYÊ ASTA KRÎTÎK DERBAS KIRIYE'
 
Solmaz destnîşan kir ku derbarê rewşa tenduristiyê ya çalakgeran de agahiyên zelal nagirin û wiha daxuyaniya xwe wiha domand: "Li gorî agahiyên ku ji parêzer û xizmên çalakgeran ên ku diçin hevdîtinan hatine wergirtin, çalakgeran gelek kîlo winda kirine, pirsgirêkên wan ên tenduristiyê derketine û rewşa wan asta krîtîk derbas kiriye. Li hin girtîgehan vîtamîna B1, şilatî, xwê û şekir nadin çalakgeran.
 
BANGA JI BO ÇARESERIYÊ
 
Solmaz herî dawî ji bo aştiyê herkesî vexwend berpirsyariya mirovî, sincî û wijdanî û ev tişt got: "Di vê çarçoveyê de ji bo mafê jiyan û aştiyê berî ku derengî bikeve em bang li hikûmetê dikin ku di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de yasayên xwe pêk bîne û pirsgirêkê çareser bike." 

Sernavên din

10:40 Doza rojnameger Ataman ê bi muebeta giran tê darizandin bi dawî dibe
10:11 Li Girtîgeha Turkoglu pêkanînên 12’ê Îlonê: Sirûda Îstîklalê ferzî girtiyan dikin
09:39 Ji ber ‘heqareta li Serokkomar kirinê’ 12 sal ceza birîn
09:12 Dêrsimî ji bo Mûnzûrê zend û bend badan
09:11 Mêrsînî santrala nukleerê naxwazin
09:10 ‘Rewşa Ergîn Aktaş di asta mirinê de ye'
09:06 Li qada kurdî êdî xêzekovareke bi kurdî jî heye: ZRÎNG
09:04 Gulum: Tu rewabûneke hikûmetê nemaye
09:02 'Eger dayik doza zarokên xwe dikin, navnîşan deriyê Qesrê û Erdogan e'
09:01 Hîn jî 'bûkok'an çê dike
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2019'AN
21/09/2019
23:59 Xelatên Pêşbirka Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter hatin dayîn
16:55 Dayikên xwendekarên Harbiye serî li ÎHD'ê dan
16:39 Ji BEKSAV'ê ji bo qurbaniyên Pirsûsê pêşangeh
16:28 Li Stewrê Kargeha Hunerê ya Zarokan dest pê kir
16:14 Di konferansa 'Lêgerîna Tirkiyeya Demokratik' de çareserî xwestin
16:10 Ji bo bîranîna Elçî qurnefîl danîn ber Minareya Çar Ling
16:09 Şaxa ÎHD'a Îzmirê aqûbeta Şeyhmus Eroglu pirsî
15:46 Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî: Bila Girtiyên Pençeşêra Prostatê Akay bi tenê nemîne
Keça Guler: Zerara bavê min ê 80 salî digêje kê?
15:35 Jinan bertek nîşanî sempozyûma OG-DER'ê da
15:35 Koramaz: Wê gel tu carî darbeyên we efû neke
15:25 ÎHD’ê rapora Seyhanê aşkere kir: Divê can û malê Sûriyeyiyan bên parastin
15:10 Turkdogan bang li darazê kir: Demildest dest ji vê xeletiyê berdin
14:55 Ciwanên li Nobeta Demokrasiyê: Dixwazin têkçûna xwe biveşêrin
14:49 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Polîtîkayên qedexekar girêdayî hişmendiya qeyûm e
14:44 Bertek nîşanî biryara Demîrtaş û Yuksekdag dan: Emê paşve gav ne avêjin
14:33 Dayikên Şemiyê ji bo Abdulmecît Baskin edalet xwestin
14:21 Malbatên harbiyeyî yên li pêşiya AKP'ê dîsa hat astengkirin
14:14 Nobeta Demokrasiyê li Qoserê dewam kir: Emê serî netewînin
14:03 Temellî bang li Meclîsê kir: Li dijî pergala bêbinî îradeya xwe nîşan bide
13:57 Partiyên Kurd: Navnîşana hemû pirsgirêkan TBMM ye
13:55 Ji Erdogan îtîrafa biryara girtina Yuksekdag û Demîrtaş: Em wan bernadın
13:26 Jinên xemilandî dê sibê bisiqlêt bajon
12:31 HDP’ê Îbrahîm Ayhan bi bîr anî
11:03 Esker li Farqînê li malbatan ferz dikin ku biçin ber HDP'ê
10:21 Jinên ji ber ku gotin ‘Em dixwazin bijîn’ hatibû binçavkirin hatin berdan
10:17 Bendava Ilisûyê dê ekosîstema Mezopotamyayê serûbin bike
09:07 'Dizê paraşûtan' dîsa kirin serokê daîreya ciwanan
09:06 Teatra Jiyana Nû, Rojên Şanoya Kurdî li dar dixe
09:05 Daxwaza dayikeke 87 salî: Berî bimirim dixwazim kurê xwe bibînim
09:05 Rapora mifetîşên milkiyeyê: Bila Serokwezîr şaredaran tayîn bike
09:04 Dayik: 6-7 gardiyanan bi hev re li kurê min xistin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2019'AN
20/09/2019
23:11 Li Iraqê teqînek pêk hat: 9 kes mirin
22:58 Neslîcan Tay jiyana xwe ji dest da
22:34 Demirtaş dîsa hat girtin
18:01 Apê Mûsa li ser gora wî bibîr anîn: Em ji te hîn bûn ku zilm ne qeder e
17:49 Xwestin Yuksekdag û Demîrtaş ji nû ve bêne girtin
16:16 Serdozgeriyê serlêdana malbatan red kir
15:58 Hevşaredarên Pasûrê sewqî Girtîgeha Osmaniyê kirin