Xizmên windayan: Komîsyona Hevrûbûna Paşerojê ava bikin

  • rojane
  • 16:45 18 Gulan 2019
  • |
img

AMED / ÊLIH – Xizmên windayan ên li Amed û Êlihê bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin, li şaxên ÎHD'ê kom bûn, bi wesîleya Hefteya Windayan xwestin heqîqet bê ronîkirin û ji bo avakirina aştiya civakî jî xwestin “Komîsyona Lêgerîn û Heqiqetê ya Hevrûbûna Paşerojê" bê avakirin. 

 
Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê di hefteya 535’an de dîsa li şaxa ÎHD'ê kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Malbatên windayan dîsa wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin rakirin û pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin. Endam û rêveberên ÎHD'ê, Nûnerên TÎHV'ê, Endamên Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê jî di daxuyaniyê de cihê xwe girtin. Serokê CHP'ê yê Amedê Mehmet Sayın, Akademîsyenên Aştiye yên Zanîngeha Dîcle, Endamên Platforma Îxracan a Amedê û parazvanên mafên mirovan jî piştgirî dan çalakiyê. 
 
'RÊBAZEK TUNDIYÊ YE' 
 
Bi minasebeta 17-31'ê Gulanê Hefteya windayan, daxuyaniya ku ÎHD û TÎHV'ê hevpar amade kiribûn xwendin. Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Hasan Yalçin, daxuyaniya hevpar xwend. Yalçin, anî ziman ku revandin û windakirina bi zorê bi taybetî di serdema şer de bi armanca tunekirinê pêş ket û wiha got: "Ev wekî rebaza tundiyê ya bi pergal tê zanîn. Di dîroka pir nêzîk de li welatên  Latin Amerika û welatên wekî Afrikaya Başûr, Sri Lanka, Filipinler, Irak, Suriye  hin komên paramiliter ên li ser navê dewletê tev digeriyan, serî li vê rêbazê  dan û îhlalên mezin ên mafên mirovan pêş xistin." 
 
Yalçin, anî ziman ku li herêmê û Tirkiye zêdeyî 35 salin şer heye û wiha got: "Hêzên dewletê gelek kes bi zorê hatin revandin û windakirin. Kuştinên kujer nediyar û înfazên bê daraz pêş xistin. Li gel ku kesên bi zorê hatin revandin û windakirin pir zêde bûn jî der barê bersûcan de tu kar û barên zagonî nehatin kirin. Ji ber vê yekê bi awayekî pergal, polîtîkaya bêcezakirinê pêş xistin." 
 
DAXWAZ 
 
Yalçin, anî ziman ku Walîtiya Amedê ji 1'ê ÎLona 2018'an di Roja Aştiya Cîhanê de bi awayekî bê navber qedexe daniye ser çalakiyê û daxwazên xwe wiha rêz kirin: 
 
“*Bi minasebeta "17-31'ê Gulanê Hefteya Têkoşkîna li Dijî Windayên Di Bin Çavan de A Navneteweyî"  divê ev daxwaz pêk bên. 
 
* Divê berî her diştî aqûba kesên bi zorê hatin revandin û windakirin bê ronîkirin. Divê kujerên kesên bi zorê hatin revandin û kuştin bên dîtin û darizandin. Divê dewlet arşîvên xwe vek e. 
 
* Em bang li hikûmetê dikin ku erka "Peymana Navneteweyî ya Der Barê Parastina Windayan a Kesên Dibin Çavan de ya NY'ê îmze bikin û têxin meriyetê. 
 
* Em bibîr dixin ku Tirkiye bibe alîyê Statuya  Roma ku Dadeha Ceza ya Navneteweyî ava kiriye. 
 
* Em dixwazin ku endamên darazê dest ji bêcezakirinê berdin. Li gorî belgeyên navneteweyî tev bigerin û der barê hemû kesên di bin çavan de hatine windakirin lêpirsînek çalak bidin destpêkirin. 
 
* Ji bo li ser vê axê carek din ev êş dubare nebe, ji bo civak di nava aştiyê de bijî, em dixwazin “Komîsyona Lêgerîn û Heqiqetê ya Hevrûbûna Paşerojê" bê avakirin. 
 
ÇÎROKA WINDA 
 
Rêveberê ÎHD'ê Adnan Orhan  jî piştre çîroka Îkram û Servet Îpek û Seyithan Yolur ên di 18'ê Gulana 1994'an de li gundê Turalli yê navçeya Pasûra Amedê hatin windakirin xwend. 
 
Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan berdewam kir. 
 
 
ÊLIH 
 
 
Li Elihê ji xizmên windayan û ÎHD'ê bi heman armancê di hefteya 442'an de kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Xizmen windayan û rêveberên ÎHD'ê li salona ÎHD'ê wêneyên windayan rakirin û pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin. Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Mehmet Zeki Tanguner li ser navê malbatan daxuyanî da û wiha got: "442  hefte ye em aqûbeta windayan dipirsin. Em di hefteya windayan de ne. Lê hêj çalakiya me ya li derve qedexe ye."  Tanguner, piştre çîroka Kadrî Yilmaz e di sala 1994'an de li navçeya Liceyê hat windakirin xwend. 
 
Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.
 

Sernavên din

12:38 Binçavkirina rojnamevanan tê şermezarkirin | ZINDÎ
12:33 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê’ hate taloqkirin
12:10 CPT’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got: Em rewşê ji nêz ve dişopînin
11:40 Di doza qezaya trenê ya Çorluyê de biryar hate dayîn
11:39 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:30 AYM’ê ji bo serlêdana Can Memîş biryara binpêkirinê da
11:16 Li Mûşa ku AKP’ê digot ‘bêdeyn e’ 890 milyon lîre deyn heye!
10:59 Rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
10:15 Girtiya di çalakiyê de: Em xeleka berxwedaneke li cîhanê belav bûyî ne
09:48 Cûdî û Gabar jinûve hatin qedexekirin
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:33 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
09:13 Berdana Ceylan a 32 sal in girtî ye cara 6’emîn hate taloqkirin
09:00 Asayîşa PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 184 roj in agahî jê nayên girtin
09:00 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya xwe didomînin
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
09:00 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê ket meha 38'an
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2024’AN
24/04/2024
22:50 Mîhrîcana Şanoyê di roja 7'an de ye
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
19:23 Şenyaşar a ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di bin vê zilmê de bimînin
19:14 OHD û ÎHD çûn serdana kedkarên çapemeniya azad
19:11 Li Mêrdînê êrişên li dijî çapemeniya azad hatin şermezarkirin
17:04 Parêzeran bi rojnamegeran re hevdîtin kir: Delîlên li maleke din ji bo rojnamegeran nivîsandin
16:36 Şanoger Sadeghî: Kurdan xwest bi rêya govendê mîtolojiyê zindî bigirin
16:31 Parêzer û malbatan bertek nîşanî mutalaaya dozger dan
16:08 Sîvrî ku di Komkujiya Madimakê de 2 zarokên xwe winda kiribû wefat kir
16:07 Telefona kesê bombevan anîne hatiye guhdarkirin
15:44 Sendîka li Taksîmê ne: Em biryara walîtiyê nas nakin
15:42 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt: Qirkirinê qebûl bikin û lêborînê bixwazin
15:32 Serdegirtina studyoyên televizyonê ser daxwaza Fransayê pêk hatiye
15:24 Polîsan li Êlihê bi ser avahiya DEM Partiyê de girtin
15:16 Ji bo 2 kesên Soylu hedef nîşandabû cezayê muebbetê hat xwestin
15:13 Seroka Giştî ya DÎSK’ê: Peywira walîtiyê ne nîşandana cih, parastina ewlehiyê ye
14:19 Girtina Makbule Ozer hate protestokirin
13:57 Di Doza Komkujiya Garê de ‘sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin’ tune hat hesibandin
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:41 Li Colemêrgê li dijî madenan çalakî hate destpêkirin
12:25 Dema binçavmayînê ya rojnamegeran hate dirêjkirin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
12:09 Ji bo Qirkirina Ermenan banga ‘hevrûbûnê’ hat kirin
12:08 Li Îskenderûnê di 3 konteynirên weke polîklînîk dihatin bikaranîn de şewat derket
11:11 Li Mereşê zarokek hate qetilkirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
11:08 Li Dêrsimê 2 kes hatin girtin
10:43 Gundên Şehba û Minbicê tên bombebarankirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
10:07 Quntarê Qerejdaxê bi rengên biharê xemilî
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 183 roj in agahî nayên girtin
09:09 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
09:00 ROJEVA 24’Ê NÎSANA 2024’AN
08:26 Li Pasûrê çawişekî pispor gef li ciwanekî xwar
23/04/2024
21:43 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê di roja 6'an de ye
19:13 DEM Partî û HDK: Çapemeniya kurd teslîm nabe
19:08 Bakay ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
17:22 Şenyaşar: Erdoganê dozê li min vekiriye çima faîl negirtin?
17:02 Ji ber binçavkirina rojnamegeran îtîraz hate kirin
16:14 KNK: Şerê nû yê Erdogan, ser Rojhilata Navîn gef e
15:42 Dayik û zaroka xwe ji madeya AYM’ê betal kiribû xistin girtîgehê
15:39 Bertekên li dijî binçavkirina rojnamegeran didomin
15:03 Rojnameger: Çapemeniya kurd tu carî bêdeng nema
14:52 Serlêdana DÎSK’ê ya ji bo Taksîmê hate redkirin
14:51 Li Amedê girtina Makbûle Ozerê hate protestokirin
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
13:53 HDK, DBP û DEM Partî: Em li cem Çapemeniya Azad in
13:48 Ji bo parêzerên rojnamegeran biryara bisînorkirina hevdîtinê hate dayîn
13:41 Li dijî êrişan banga piştevaniya bi Çapemeniya Azad re hate kirin
13:06 Şaredariya Farqînê biryarên dewirkirina neguhezbaran a qeyûm betal kir
12:58 Li Amedê zêdetirî 200’an qadên lêgerîn û derxistina petrolê hatine vekirin
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:43 Li dijî binçavkirinên Çapemeniya Azad bertek hatin nîşandan
12:20 Hejmara rojnamegerên hatine biçavkirin zêde bû
12:17 KNK'ê serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV'yê şermezar kir
12:16 Bîranîna Qirkirina Ermenan a li Kadikoyê hate qedexekirin
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
11:16 Rojnameger Ozdemîr: Dê şer hinek din dirêj bibe lê encam naguhere
10:43 Bi hinceta ‘heqareta li Erdogan’ doz li Emîne Şenyaşarê hate vekirin
10:37 DFG û MKG: Ev êriş nikarin çavên kedkarên Çapemeniya Azad bitirsînin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:52 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt
09:51 NÇR-Ewropa serdagirtinên Stêrk û Medya Haber TV’yan şermezar kir
09:50 Li Malezyayê helîkopterên leşkerî li hev ketin: 10 kes mirin
09:24 Di serdegirtina 4 saetan de malzemeyên teknîkê hatin desteserkirin
09:23 Banga 1'ê Gulanê: Bi dirûşma 'ji bo nan û aştiyê azadî' ber bi Qada Taksîmê ve
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:02 Qeyûm 20 milyon lîre ji budçeya 'Nivîsgehê' xerc kirine
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 149’an de didome
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 182 roj in agahî nayên girtin