RIHA - Hevserokê Berê yê HDP'ê yê Serêkaniyê Hiznî Kilinç piştî ku hat berdan çalakiya xwe ya greva birçîbûnê li mala xwe didomîne diyar kir ku dê heta tecrîd ranebe dê çalakiya wî jî bi dawî nebe.
Hevserokê Berê yê HDP'ê yê Serêkaniyê Hiznî Kilinç ku di 1'ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê dest bi greva birçîbûnê kir, niha li mala xwe çalakiya xwe didomîne. Kilinç kû îro 79 roj in di grevê de ye her roj bi sedan kes wî ziyaret dikin. Kilinç diyar kir ku dê heta tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ranebe dê çalakiya wî jî bi dawî nebe.
.