Di dîroka Tirkiye de gavek yekemîn: 21 Laçik Spî 5 rojin li meclîsê di çalakiyê de ne

  • rojane
  • 11:43 18 Gulan 2019
  • |
img

ENQERE - Di diroka Meclisa Tirkiye de gavek yekemîn tê avêtin. 21 dayikên Laçik Spî, bi armanca balê bikişînin ser daxwazên zarokên xwe 5 rojin, bi stran û zimêrên kurdî li Salona Meclisa Tirkiye çalakiya rûniştinê li dar dixin. Dayikên 5 rojin li meclîsê nobetê digirin, diyar kirin ku heta daxwazên girtiyan pêk neyê wê nobeta xwe li meclîsê berdewam bikin. Dayik 24 saetan li benda agahiyek xweş in.

 
Li Meclîsa Mezin a Milletê Tirkiyeyê (TBMM) 21 Dayikên Laçik Spî yên zarokên wan li girtîgehan li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne, bi armanca balê bikişînin ser daxwazên zarokên xwe, bi Laçikên Spî yên ku sembola aştiyê ne, 5 rojin nobetê digirin. 21 dayikên Laçik Spî yên berê li pêş Girtîgehên Gebze, Bakirkoy Amed û li navçeyên Qoser, Sîlopî û Rihayê xwestin balê bikişînin ser daxwazên zarokên xwe û rastî tundî û êrîşa polîsan hatin, vê carê li Meclîsa Tirkiye (TBMM)  çalakiya xwe berdewam dikin. Dayikên Laçik Spî li gel tundî û êrîşa polîsan gav paşve neavêtin û vê carê çalakiya xwe li Meclisê berdewam dikin. 
 
21 LAÇIK SPΠ
 
21 Dayiken Laçik Spî yên ji Amed, Mêrdîn, Êlih, Sêrt û Wanê kom bûn û berê xwe dan Enqereyê 5 rojin li Salona Meclîsê çalakiya xwe berdewam dikin. Dayikên ku li salonê roj û şevên xwe derbas dikin li vir fitara xwe vedikin û li vir radibin paşîvan. Dayik serê sibê saet di 07:00’an de hişyar dibin û hemû roja xwe li salonê derbas dikin. Dayik, karê ewil nûçeyan temaşe dikin û rojevê dişopînin. Çavên wan li agahî û nûçeyek xweş digere. Dema televîzyonê vedikin ango telefonek tê dixwazin agahiyek xweş bibhizin. Dîsa dema yek ji derve tê salonê dixwazin agahiyek xwe ji wan bibhîzin. Dayik li hemberî her geşedan û tevgerekê bi kelevan û hevî li benda geşedanek nû ne. 
 
 ‘ZILMA WAN HEYE 
 
Dayikên ku di nava rojê de li dora masa civînê kom dibin, di nava rojê de sohme dikin û li ser geşedanan niqaş dikin. Dayik hem bi mêvan û parlamenterênk HDP’ê yên tên ziyareta wan re sohbed dikin û hem jî dinava xwe de nqaşan dimeşînin. Dîsa çalakiyên dayikan ên li derve rastî tundiya polîsan tên jî dişopînin. Xwişka Taha Yaşar ê di 1'ê Adarêde li Girtîgeha Siwerekê di gervê de ye û dayika Selman Buyuktop ê li Girtîgeha Rihayê di grevê de ye Hamide Buyuktop, diyar kir ku dema êrîşa polîsan a li dijî dayikan temaşe dike pir bêzar dibe û wiha got: "Ger ku zilma wan hebe yê me jî xwedayê me heye." 
 
Dayikek din jî li dijî tundî û zilma polîsan destê xwe radike hewa û dike hawar.  
 
DENGÊ ZIMÊR, DUA Û DIRÛŞMEYAN DI NAVA HEV DE OLAN DIDE 
 
Di nava rojê de li Salonê dengê dayikan ê zimêr, dua, stran û dirûşmeyan di nava hevde kolan dide. Dayik herî zêde li ser zindanan stranan dibêjin. Dayik bê navber dirûşmeya “Bijî berxwedana zindana” berz dikin. 
 
LAÇIKA SPÎ BÛ SEMBOL 
 
Êş û daxwaza dayikan ku ew li Meclîsê û kolanan anîn cem hev, di Laçika Spî de bû Sembol. Dayik dema televizyonê demaşe dikin û dema di nûçeyan de ji bo çalakiya wan bi gotina "Tevgera Laçik Spîyan" tê pênasekirin moral distînni û bi vê yekê kefxweş dibin. 
 
‘EZ JI MECLÎSÊ JI WERE DINIVÎSIM'
 
Dayika Azîz Tufan ê ji 1'ê Adarê de li Girtîgeha tîpa D a Amedê di grevê de ye, Yesure Tufan diyar kir ku 7 xwarzê û biraziyên wê li girtîgehên cuda girtî ne. Yesure Tufan, ji xwarzê û braziyê xwe re nameyan dişîne. Tufan di nameya xwe de bi sernavê “Ez ji Meclîsê ji were dinigvîsim" dest bi nivîsê dike. Tufan, di sala 1990'an de piştî li dijî navenda Liceyê operasyon pêk hat, piştî gulebarana ji helîkoptêrê  ji ber tirs û panîkê 3 zarokên wê beriya bên ruyê dinyayê mirî çêbûn. Tufan, anî ziman ku di salên 90’an de dewletê 3 zarokên wê di zikê wê de kuştin û wiha got: "Zarokên min ên cêwî dema 8 mehî di zekê min de jiyana xwe ji dest dan. Dîsa zarokek min a 7  mehî di zikê min de jiyana xwe ji dest da. Niha kurekî min di grevê de ye. Her roj li ber çavê min dihile. Çîroka her kurdekî romamek e. Heta tecrid bi dawî bibe çalakiya me wê berdewam bike. Heta tecrîd bi dawî nebe ez deriyê mala xwe yşa Lecê venakim. " 
 
‘EWIL LI KOLANÊ NIHA LI MECLÎSÊ LI ER XWE DIDE
 
Dayika Mazlum Demîr ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê ji 1'ê Adarê de di greva birçîbûnê de ye, Feride Demir jî diyar kir ku beriya bê meclîsê li Amedê çalakiya xwe li kolanê berdewam dikir û wiha got: "Min berê li kolanê xwest dengê xwe bilind bikim, niha li Meclisê hewl didim dengê xwe bilind bikim. Berê dengê me li kolanê nebihîstin. Niha em dengê xwe li meclîsê bilind dikin. Divê hikûmet bi lez gavan bavêje. Êdî her kêlî ji bo me pir girîng e. Kêliya ku derbas dibe pir girîng e. Kurê min 13 kilo winda kiriye. Ez êdî li malê xwarin çênakim. Ez bi heviyekê hatim. Tu carî heviya min qut nebû. Berxgxwedan jiyane." 
 
DAYIKA POLÎSAN EW LI QOSERÊ BI ERDÊ RE KAŞ KIR
 
Dayika ku polîsan ew li Qoserê bi erdê re kaş kir Havlet Oncu jî piştî çalakiya li Qosere niha li Meclîsê çalakiya xwe berdewam dike. Oncu wiha got: "Em tu carî dest ji vê têkoşînê bernadin. Heta daxwazên girtiyan pêk nînin emê li vir bin." 
 
ÇALAKIYA DAYIKAN DI DÎROKA TIRKIYE DE YEKEM E 
 
Dayikên ku berê li kolanan xwestin hawar û dengê xwe bilind bikin û rastî tundiya polîsan hatin, niha li Meclîse yekem car bi girseyî çalakiya xwe berdewam dikin. Ev çalakiya dayikan a li Meclîse di Dîroka Tirkiye de gava yekemîn e. 
 
Dayikên ku bi daxuyaniya Wezîrê Dadê Abdülhamit Gul a 'Me qedexeya ku parêzer bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin rakiriye.'  kêfxweş bûn, lê ji ber ku hêj gavên şênber nehatine avêtin û dawî li çalakiya grevê nehatiye dayik bi biryarin heta encam bistînin çalakiya xwe berdewam bikin. 
 
MA / Diren Yurtsever
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

23:04 9’emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê kir: Em Li hember qirkirinê tekoşîna me heye
20:34 Erdogan, hevdîtin bi serokê AYM'ê re kir
20:09 Şaredariya AKP’î xweliya komirê rijand çem
19:37 DEM Partî û OHD çûn serdana Emîne Şenyaşarê
19:33 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê li dijî feraseta serdest têbikoşin
19:31 Li Tokatê erdhej çêbû
16:16 Derket holê ku 5 stûnên hotêla 21 kes lê miribûn kêm bûn
16:01 Li Amedê qeza çêbû: 2 jê zarok 10 kes birîndar bûn
15:56 Di lêpirsîna ‘îhaleyê’ ya MEB’ê de 3 kes hatin binçavkirin
15:42 Peykerê jina ku Beyoglû yê AKP’î rakiribû jinûve hate danîn
15:17 Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Şamê re hevdîtin kir
14:59 Qeyûmê Êlihê li pey xwe 3 milyar û 53 milyon û 970 hezar TL deyn hişt
14:59 Li Wanê ji bo mitînga herêmî ya 1’ê Gulanê bang hate kirin
14:45 Rêveberiya AKP’ê wesayitên şaredariyê ji hev kirine
14:36 Ji ber şopandina tacîza çawişê pispor gef li Baroya Şirnexê hatin xwarin
14:29 Di kolandina qaçax de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:11 AKP’iyên bi dengên veguhestî hatin hilbijartin hevdu bi ‘karên qirêjî’ sûcdar kirin
14:10 Derbarê rojnamevan Gultekînê de biryara beraetê hate dayîn
12:56 Serokwekîlê koma CHP’ê yê nû diyar bû
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:47 Ji ber hezazê rêya di navbera Wan-Geverê de hate girtin
11:45 Talana AKP’iyan li ser bîllboardan hate teşhîrkirin
11:22 Salek cezayê hefsê û 17 hezar lîre cezayê pere li rojnamevan Yalçin hate birîn
11:05 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:00 Kolberek hate qetilkirin kolberek jî winda ye
10:52 Têkildarî tecrîda li Îmraliyê bi CPT’ê re hevdîtin hate kirin
10:37 Leşkerê ji ber êrişa zayendî hate girtin parastina ‘ez mirovekî rêzdar im’ kir
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
10:04 Qeyûm ji bo mitînga Erdogan û diyariyan 8 milyon û 886 hezar lîre xerc kiriye
09:39 Axtamara bi biharê re xemilî
09:29 Ozûgûrlû: Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê mirovên vê erdnîgariyê ve bê diyarkirin wê pirsgirêk nemînin
09:23 Bertek nîşanî projeya 'zarokan' a MÎT'ê dan: Perwerde karê perwerdekaran e
09:06 Dê rojên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ ya navneteweyî bên lidarxistin
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
09:02 Rojnameger Silêman Ehmed 177 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 144 roj in di çalakiyê de ne
09:01 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN
08:53 Piştî erdhejê li Tokatê navber dan perwerdeyê
17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê
20:55 Êrişî Binarê Qendîlê hat kirin
20:30 Li Cenevreyê bang li CPT'yê kirin: Dawî li îşknecya tecrîdê biînin
19:06 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 78'emîn de didome
17:12 Di Doza Kobanê de kes nehate berdan
16:55 Deynên qeyûmê Misircê bi bilboardê ve hatin daliqandin
16:39 Sirri Sureya Onder di rûniştina Meclisê de aciz bû
16:17 Hizbullaha Lubnanê bakurê Îsraîlê bombebaran kir
16:12 Li Hezexê pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a rengîn
16:11 Bafil Talbanî: Dê hilbijartin di dema xwe de werin kirin
16:00 Qeyûm 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayan da jêkirin
15:52 Li Colemêrgê 3 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin
15:51 Serokê AKP’î 4 karan dikir: Ji kar hate girtin
15:50 Parêzer û malbata Abdullah Ocalan li KE’yê ne: Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin
15:28 Bi rojan e agahî ji Weliyê ku dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê nayê girtin
15:27 YSK’ê îtîrazên Hatay û Orduyê red kirin
15:20 Berdana Rozerîn Kalkanê 11 mehan hate taloqkirin
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
14:54 Li Sudanê pevçûn: 25 sivîl hatin kuştin
14:14 Erdogan: Desthilata tekane serokkomar e
13:46 Doza Kobanê: 13 siyasetmedarên girtî tev li danişînê nebûn
13:45 Li Ûmmanê lêhî: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
12:54 Wezîr Işikhan: Di meha tîrmehê de dê mûçeya kêmtirîn nayê zemkirin
12:27 Gardiyan gef 'îşkenceyê' li girtiyên jin xwarin
11:12 Qedexekirina ‘Bêrûyê’ bêhiqûqî hate dîtin
10:49 Îsraîlê êrişî Xezayê kir: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
10:39 Ji AYM’ê biryara ‘cilên yekreng’
10:24 Li Giyadînê Hevserokê DEM Partiyê hate binçavkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
10:16 KNK: Çarşema Sor jî xwedî taybetmendiyek dînî, civakî û dîrokî ye
09:10 Rojnameger Silêman Ehmed 176 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:08 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 143 roj in di çalakiyê de ne
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:04 Qeyûmên Mêrdînê 3 milyar û nîv TL deyn li dû xwe hiştin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
09:00 ROJEVA 17’Ê NÎSANA 2024’AN
08:56 Ketina Kato ji bo 15 rojan hate qedexekirin
16/04/2024
22:03 Ji jinan banga xweparastinê
19:24 Şenyaşarê tevî astengiya polîsan çalakiya xwe berdewam kir
19:22 YSK'ê îtîrazên ji bo 2 bajar, 11 navçe û 7 bajarokan red kir
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
17:53 5 meh cezayê hefsê dan Leyla Guvenê
15:46 Li Amedê qezaya trafîkê: Mirî û birîndar hene!
15:32 Piştî hilbijartinê anketa nû: AKP li paş ket
15:04 Hamas: 33 hezar û 843 kes mirin
14:21 Banga 1’ê Gulanê: Em li dijî pergala bêedalet dakevin qadan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:40 Danişîna doza 6 rojnamevanan hate taloqkirin
12:35 9'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê dike
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:41 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:36 BÎSAM: Sînorê xizaniyê 57 hezar û 578 lîre ye
11:25 TEV-ÇAND: Hozan Sefkan bingeha eniya çand û hunerê ava kir
11:04 Li Stenbolê polîsan bi ser malan de girtin
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
10:24 Di bihayê zêr de rekoreke nû
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:07 Rojnameger Silêman Ehmed 175 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:04 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm