RIHA - Polîsan li Bajaroka Elîgor a Pirsûsa Rihayê, dolmîşa karkerên çandiniyê gulebaran kir. Di êrişa polîsan de 6 karkerên çandiniyê birîndar bûn.
Polîsan di saetên serê sibê de li bajaroka Elîgor a Navçeya Pirsûsê ya Rihayê dema dolmîşa karkerên çandiniyê di kontrola wan re derbas bû, maşîne gulebaran kirin. Di gulebaranê de 6 karkerên çandiniyê birîndar bûn. Sedema êrîşa polîsan a li dijî karkeran nehat zanîn. Karkerên di êrîşa polîsan de birîndar bûn, rakirin nexweşxaneyên Riha û Pirsûsê.
Kesên birindar bûn wiha ne: Hava Algac, Emine Çalişan, Gulcan Ertaş, Aysel Geçîcî, Zehra Kurt, Kubra Kurt.