Astengdarên Wanê di nava astengiyan de dijîn

  • rojane
  • 11:08 16 Gulan 2019
  • |
img

WAN - Li Wanê astengdarên ku hêjmara wan nêzî 20 hezar e, di milê civakî, aborî û binesaizyê de astengiyên mezin dijîn. Astengdar bi taybetî ji ber li kolanan peyarê hatine dagirkirin rastî zahmetiyên mezin tên. Astengdaran bertekên xwe anîn ziman û wiha gotin: "Ji xwe em astengdar in. Em astengiya duyemîn jî ji ber astengiyên ku welatî derdixin dijîn. 

 
Li Wanê nêzî 20 hezar astengdar dijîn. Welatiyên astengdar ên li Wanê dijîn rastî astengiyên aborî, civakî, tenduristî, perwerdehî û xizmeta binasiyê tên. Ji ber ku mimariya bajar li gorî pêdiviya astengdaran nehatiye avakirin, astengdar dema di rêde dimeşin rastî astengiya mirovan tên. Astengdar dixazin wekî welatiyên din xwedî heman maf bin. 
 
'ESNAFAN PEYARÊ DAGIR KIRINE' 
 
Welatiyê astengdar Mustafa Namaz, diyar kir ku dagirkirina peyarêyan ji bo wan astengî ye û wiha got: "Bi taybeti peyarê û kolan divê li gorî pêdiviya astengdaran bê amadekirin. Divê ji bo astengdarên kor rê bên amadekirin. Niha hemû peyarê ji aliyê esnafan ve hatiye dagirkirin. Her esnaf alav û amûrê xwe di nava rê de datînin. Ya esil jiyana me asteng dike, ev astengiyên mirovan in. Em dixwazin dengê xwe biginin rayedaran. Em ji xwe astengdar in. Em ji ber pratîka mirovan a şaş bêtir rasti astengiyan tên. Em dixwazin dagirkirina peyarêyan bi dawî bibe da ku em bi hêsanî bimeşin. Namaz, anî ziman ku di pirayên jor de asansor tune û dema derbasî milê din ê kolanê dibin zahmetiyan dijîn. Namaz xwest di pirên jora re de asansor bên avakirin û wiha got: "li aliyê din qadên ku em maşîneyên xwe lê park bikin tune ye. Mafê me yên em 2 saetan park bikin heye. Lê li wanê ev pêkanîn tune ye. Em dixwazin şaredarî ji bo em maşîneyên xwe park bikin ava bike. 
 
Astengdar Alî Bilen jî xwest civak bêtir hasas nêzî astengdaran bibe û wiha got: "Em di nava rojê de rastî astengiyên zor tên. Esnafan peyarê tev dagir kirine. Ev rewş bêtir me dixe nava zahmetiyan. Divê şaredarî ji bo welatî û esnafan zahe bike panel û semîneran bide." 
 
Bilen, da zanîn ku li malê amadekariya ezmûnê zaningehê dike û wiha bi dawî kir: "Lê ji ber şert û derfetên kêm min navber daye. Em êdî nikarin xeyalan ava bikin. Xeyala min piştî min zanîngeh xelas kir ez komeke muzîkê ava bikim û dengê xwe bigînim her kesî. Lê êdî em nikarin xeyalan jî bikin." 
 
Welatiyê astengdar Nihat Almaz jî bal kişand ser heman astengiyên esnaf û welatiyan û xwest her kes hestiyar nêzî vê mijarê bibe.
 
Rayedarên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê jî têkildarî pirsgirêka astengdaran diyar kirin ku yek ji xebata wan a bajar, çareserkirina pirsgirêka li pêş astengdaran e û ji bo vê yekê çareser bikin wê di nava hewldanan de bin. 
 
 

Sernavên din

11:25 Karkerê înşaetê ji qatê 15'an ket û jiyana xwe ji dest da
10:50 Polîsan ciwanê HDP’î bi guleyên plastîk birîndar kir
10:46 Di civîna MÎT û ENKS’ê ya li Efrînê de çi niqaş kirin?
10:39 HDP'ê wê li 5 herêman mîtîngê li dar bixe
10:00 Serokê Meclîsê gotina 'Bajarê Kurdan' qibe dît
09:54 Belgefîlma ‘Efsaneya Yaşar Kemal’ li Amedê hat pêşandan
09:47 Miftîtiyê bi awayekî qaçax li ser erseya şaredariyê mizgeft çêkir!
09:12 Siyasetmedarê ermenî Akhoyan: Divê siyasetmedar dev ji zimanê nefretê berdin
09:11 Bi saya pûl û dermanan dijîn
09:09 'Piştî komkujî pêk hat tevdîr hatin girtin'
09:07 Ji ber li def û zirnê xistibûn hatibûn girtin, piştî sê salan beraat kirin
09:06 Dayika Sîbel: Keça min hatiye kuştin
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2019'AN
17/07/2019
16:23 Dadgehê di doza Dink de biryar da
15:35 Leyla Guven gora Zulkuf Gezen ziyaret kir: Sibeya me roni kir
15:23 Li Hewlerê êrîş li dijî karmendên Konsolosxaneya Tirkiyeyê pêk hat
15:06 Li Ege 146 koçber hatin binçavkirin
14:56 Turkdogan: Pêdiviya Tirkiyeyê bi destûrek bingehîn a demokratîk heye
14:17 Xwestiye ji bo tamîrê biçe Kobanê lê ji Pirsûsê venegeriya
14:14 'Bi lêdanê em der sînor kirin’
14:12 HDP’ê ji bo zarokên li Dersîmê jiyana xwe ji dest dan daxuyanî da
13:33 Di doza Ozgur Gundemê de ji bo 7 kesan ceza hat xwestin
13:32 Walîtiyê tabelaya navê Dr. Îlhan Dîken daxist
13:28 Mamosteya nehat tayînkirin dawî li jiyana xwe anî
12:48 Demîrtaş: Ez Kurd im û welatê min Kurdistan e
12:47 Di doza Ozgur Gundemê de Fîncanci, Onderoglû û Nesîn beraet kirin
12:46 Şoreş li Rojava 7 salî ye
11:54 Dolmîşa kerkeran li Çanakkale qeza kir: 17 karker birîndar bûn
11:52 Firotina xaniyan pir kêm bûye
11:30 Bernameya Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzurê eşkere bû
10:39 Çavkanîya helbest û qesîdeyên Feqî: Ava Miksê
10:27 Derbarê rojnameger Demîr de lêpirsîn hat destpêkirin
10:08 Lêkolînerê Lubnanî: Tirkiye gihîştiye dawiya rê
10:07 Rojên Şanoya Gerok a Zarokan” dest pê dike
09:59 Hevserokê HDP'ê yê Kaxizmanê binçav kirin
09:57 ‘Pereyê li şer xerc dikin li perwerdehiyê xwerç bikin'
09:09 Polîs li Êlihê ciwanan dijfermî binçav dikin û sîxurtî li wan tê ferzkirin
09:09 Danişîna biryargirtinê ya doza rojanmevan Evren sibê ye
09:06 2 sal in li benda neqilkirina gurçikê ye
09:05 Wê Gever, texrîbatên qeyûm pêkve ji holê rabike
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2019'AN
16/07/2019
17:09 Girtiyê nexweş Başaran: Eskerê li min da wergirtina rapora min asteng kir
16:27 HDP’iyên li Qereyazi hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:14 Forma ‘Kurdistan’ li ser nivîsandîbû xistin ber lêpirsînê
16:02 Demîrtaş: Divê Ocalan bi parêzer û heyetan re hevdîtin bike
15:42 Malbatan 44 roj şûnde cenazeyên zarokên xwe ji herêma operasyonê girtin
15:07 Onlu: Walîtiyê rê li pêş cezakirina bersûcan girt
14:29 Bêyî ku hincet nîşan bidin Qempa Havînê ya Jinan qedexe kirin
14:00 Buldan: Biryar, bawerî û gotina jinan heye ku cîhanê bi rêve bibin
13:52 Malbata Davût Acar ê HPG’î cenazeyê kurê xwe nas nekir