Parqa Koşûyolûyê 11 roj in di tecrîdê de ye

  • rojane
  • 10:39 16 Gulan 2019
  • |
img

AMED – Ji bo astenkirina çalakiya dayikên ku zarok û xizmên wan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, Parqa Koşûyolûyê 11 roj in ji aliyê polisan ve bi barîqatan hatiye girtin û tecrîdkirin. Welatî bertek nîşanî barîkatên polisan didin û daxwaz dikin ku tecrîda li ser parqê bê rakirin. 

Parqa Koşûyolû ya li navçeya Rezan a Amedê ku mirov mehên bihar û havînê li rûdinin û bêhna xwe vedidin, ji bo astenkirina çalakiya dayikên ku zarok û xizmên wan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne 11 rojin ji aliyê polisan ve bi barîqatan hatiye girtin û tecrîdkirin.
 
PARQ BERIYA ÇALAKIYAN TÊ VALAKIRIN
 
Parqa ku dora wê bi barîqatên polisan hatiye girtin, her roj beriya ku çalakiya dayikan dest pê bike ji aliyê polisan ve tê valakirin ê ji têketin û derketinê re tê girtin. Di vê kêliyê de TOMA û polisên hêzên çevîk li derdora parqê tên bicihkirin. Li gel ku qedexe ya dayikan a ji ber astengiya polisan li Xaçerêya Batikentê lidarxistin bi dawî dibe jî qedexeya li parqê heta saet 17.00’an didome. Ji vê saetê şûn ve welatî dikarin di 5 deriyên di nav barîkatan de bikevin parqê. 
 
‘EM GIRTINA PARQÊ RAST NABÎBNIN’
 
Esnafên ku dikanên wan û welatiyên ku malên wan li derdora parqê ne, bertek nîşanî vê pêkanîna polisan didin û diyar dikin ku qadên jiyanê yên mirov jî tên tecrîdkirin.
 
 Welatiyê bi navê Bedîr Doganay ku girtina parqê ya bi barîkatên polisan şiband girtîgehê û ev tişt anî ziman: “Li Tirkiyeyê ne tenê parq, hemû bajar û jiyana mirovan tê tecrîdkirin. Li tu welatî parq ji aliyê polîsan ve bi barîkatan nayên girtin. Li gel vê yekê jî her roj rayedar dibêjin ku li welat adalet heye. Gelo adalet bi girtin û tecrîdkirina parqekî tê welat? Mirovê welat bi rê ve dibe ne ne bi adalet e. Girtina parqeke ku gel tê lê bêhna xwe vedide, zarok lê dilîzin û dayik tên derdê xwe lê vedibêjin gelo çi qas rast e? Kesên xwedî wijdan vê yekê qebûl nakin. Mirov ji ber axaftina xwe terorîst tên îlankirin. Em vê pêkanînê qebûl nakin û rat nabînin.” 
 
‘HER QADA JIYANÊ DI BIN DORPÊÇÊ DE YE’
 
Esnaf Vedat Solmaz ku dikana wî li hemberî parqê ye bi şermezarkirina tecrîdkirina parqê dest bi axaftina xwe kir, tecrîdkirina parqê weke zilma li hemberî gel pênase kir. Solmaz destnîşan kir ku rûniştina xizmên girtiyan a li hundirê parqê normal e û wiha got: “Dewlet her roj li ber çavê me xizmên girtiyan derb dike. Hatina dayikan a vir û lêgerîna wan a mafan normal e, tişta pirsgirêk girtina bi keyfî ya parqê ya li mirovan e. Dorpêçkirinên bi vî rengî karê me jî asteng dike. Îro kî/kê bi axive tê girtin. Herkes dibîne ku kî zilmê dike. Her qadên jiyanê di bin dorpêçê de ne. Em vê pêkanîneke aborî, siyasî û civakî qebûl nakin.”
 
‘BILA PARQ LI DAYIKAN VEBE’ 
 
Welatiyê bi navê Alî Alkan jî xwest ku parq li dayikên aştiyê dixwazin vebe û ev tişt anîn ziman: “Divê tecrîd rojek zûtir rabe. Ji ber ku naxwazin dengê dayikan bibihîzin parqê li dayikan digirin. Îro bi dehan malbatên ku zarokên wan girtîne hene. Çalakiya grevê jî didome. Dayik xesar nadin parqê. Tenê ji bo zarok û xizmên wan nemirin li parqê rûdinin. Di rastiyê de heke em li daxwazin dayikên xwe xwedî derketina parq îro nedihat giritn. Barîkatan rakin û parqê li dayikan vekin.”
 
‘PARQ LI GEL NAYÊ GIRTIN’
 
Welatiyê bi navê Huseyîn Gul jî têkildarî mijarê wiha axivî: “Feyda girtina parqê ji tu kesî re tuneye. Dayik dixwazin dengê xwe bidin bihîstin ev tiştekî zor e. Îro gelek kes ji ber girtina parqê mexdûr dibin. Di serî de jî zarok nikarin biçin bilîzin. Ev zilm e. Bi sekna dayikan a di bin rojê de, dê bi kî çi bide qezenckirin? Parq ên gel in ji gel re nayên girtin. Girtina parqa bajarekî tê wateya tecrîdkirina bajarekî.” 
 
Beriya niha di îlona 2018’an de jî ji ber qedexeya Walîtiyê Amedê ya çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” ku ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windeyan ve tê li darxistin, parq ji aliyê polîsan ve bi rojan hatibû dorpêçkirin û tecrîdkirin.  
 
MA / Rûken Demîr – Omer Akin
 

Sernavên din

10:00 Serokê Meclîsê gotina 'Bajarê Kurdan' qibe dît
09:54 Belgefîlma ‘Efsaneya Yaşar Kemal’ li Amedê hat pêşandan
09:47 Miftîtiyê bi awayekî qaçax li ser erseya şaredariyê mizgeft çêkir!
09:12 Siyasetmedarê ermenî Akhoyan: Divê siyasetmedar dev ji zimanê nefretê berdin
09:11 Bi saya pûl û dermanan dijîn
09:09 'Piştî komkujî pêk hat tevdîr hatin girtin'
09:07 Ji ber li def û zirnê xistibûn hatibûn girtin, piştî sê salan beraat kirin
09:06 Dayika Sîbel: Keça min hatiye kuştin
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2019'AN
17/07/2019
16:23 Dadgehê di doza Dink de biryar da
15:35 Leyla Guven gora Zulkuf Gezen ziyaret kir: Sibeya me roni kir
15:23 Li Hewlerê êrîş li dijî karmendên Konsolosxaneya Tirkiyeyê pêk hat
15:06 Li Ege 146 koçber hatin binçavkirin
14:56 Turkdogan: Pêdiviya Tirkiyeyê bi destûrek bingehîn a demokratîk heye
14:17 Xwestiye ji bo tamîrê biçe Kobanê lê ji Pirsûsê venegeriya
14:14 'Bi lêdanê em der sînor kirin’
14:12 HDP’ê ji bo zarokên li Dersîmê jiyana xwe ji dest dan daxuyanî da
13:33 Di doza Ozgur Gundemê de ji bo 7 kesan ceza hat xwestin
13:32 Walîtiyê tabelaya navê Dr. Îlhan Dîken daxist
13:28 Mamosteya nehat tayînkirin dawî li jiyana xwe anî
12:48 Demîrtaş: Ez Kurd im û welatê min Kurdistan e
12:47 Di doza Ozgur Gundemê de Fîncanci, Onderoglû û Nesîn beraet kirin
12:46 Şoreş li Rojava 7 salî ye
11:54 Dolmîşa kerkeran li Çanakkale qeza kir: 17 karker birîndar bûn
11:52 Firotina xaniyan pir kêm bûye
11:30 Bernameya Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzurê eşkere bû
10:39 Çavkanîya helbest û qesîdeyên Feqî: Ava Miksê
10:27 Derbarê rojnameger Demîr de lêpirsîn hat destpêkirin
10:08 Lêkolînerê Lubnanî: Tirkiye gihîştiye dawiya rê
10:07 Rojên Şanoya Gerok a Zarokan” dest pê dike
09:59 Hevserokê HDP'ê yê Kaxizmanê binçav kirin
09:57 ‘Pereyê li şer xerc dikin li perwerdehiyê xwerç bikin'
09:09 Polîs li Êlihê ciwanan dijfermî binçav dikin û sîxurtî li wan tê ferzkirin
09:09 Danişîna biryargirtinê ya doza rojanmevan Evren sibê ye
09:06 2 sal in li benda neqilkirina gurçikê ye
09:05 Wê Gever, texrîbatên qeyûm pêkve ji holê rabike
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2019'AN
16/07/2019
17:09 Girtiyê nexweş Başaran: Eskerê li min da wergirtina rapora min asteng kir
16:27 HDP’iyên li Qereyazi hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:14 Forma ‘Kurdistan’ li ser nivîsandîbû xistin ber lêpirsînê
16:02 Demîrtaş: Divê Ocalan bi parêzer û heyetan re hevdîtin bike
15:42 Malbatan 44 roj şûnde cenazeyên zarokên xwe ji herêma operasyonê girtin
15:07 Onlu: Walîtiyê rê li pêş cezakirina bersûcan girt
14:29 Bêyî ku hincet nîşan bidin Qempa Havînê ya Jinan qedexe kirin
14:00 Buldan: Biryar, bawerî û gotina jinan heye ku cîhanê bi rêve bibin
13:52 Malbata Davût Acar ê HPG’î cenazeyê kurê xwe nas nekir
13:24 HDK: Ocalan nefes da civakê lê îktîdar tecrîdê didomîne
12:49 Demîrtaş: Gelo hûn ji bo berjewendiyê kîjan çemaweriyê min digirin
12:33 Ocalan: Ji bo kujer bên dîtin û komkujiyek din pêk neyê bila Meclîs lêkolînê bike
12:13 Danişîna doza Buyukada ji ber dozger hat guhertin taloq kirin