Parêzerê Komkujiya Beybahçayê: Heta heqîqet derkeve holê em ê têbikoşin

  • rojane
  • 09:08 25 Nîsan 2019
  • |
img
DÎLOK – Dadgehê der barê Komkujiya Beybahçeyê de bi heman hincetê ceza li bersûcekî birî û bi heman hincetê jî der barê bersûcekî de biryara beraatê da. Parêzerê dozê Yakûp Koca, diyar kir ku ew ê îtiraz bikin û heta dawiyê bitêkoşin. 
 
Di 20'ê Tebaxa 2016'an de li Taxa Beybahçe ya navçeya Şahînbey a Dîlokê DAIŞ'ê êrîşek pêk anî û di êrîşê de 40 jê zarok 56 kes mirin û gelek kes jî birîndar bibûn. Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Kayseriyê der barê komkujiyê de biryar da. Di biryarê de li 7 kesan 58 caran, li kesekî jî 61 caran cezayê muebeta giran birî û der barê hevjîna Emîrê DAIŞ'ê yê Dîlokê Mehmet Kadîr Cabael Fadîle Cabael û Hamza Nûrî Çalikûş de biryara beraatê da. Parêzerê dozê Yakûp Koca biryara dadgehê nirxand. 
 
ŞAHID NEHATIN GUHDARKIRIN 
 
Koca, diyar kir ku di vê komkujiyê de zarok hedef hatine girtin û di dîroka Komara Tirkiyeyê de komkujiyeke pir mezin e. Koca, anî ziman ku ew li bendê bûn ku darizandina vê komkujiyê li gor prensîbên hiqûqê bihatana kirin, lê belê aşkerekirina berpirsiyaran hatiye astengkirin. Koca, got: "Kesên ne di navenda vê bûyerê de bûn, bi sedan sal cezayê giran li wan hat birîn. Daxwazên me yên ji bo lêkolînkirina dosyeyê hatin redkirin. Hiqûqa ji bo ebrsûcan pêk hat, ji bo xizmên mexdûran pêk nehat. Dadgehê şahidên ku dê gelek tişt aşkere bikirana guhdar nekirin. Peywirdarên cemaweriyê ku di vê bûyerê de berpirsiyariya wan jî heye, bi tu awayî neketin rojevê. Daxwazên me yên di vî warî de jî hatin redkirin." 
 
Koca, diyar kir ku dozger xwestiye Hamza Nûrî Çalikûşû û Fadîle Cabael bên cezakirin, lê belê dadgehê der barê wan de biryara beraatê daye. Koca, bilêv kir ku cezakirina bersûcên din hinekî dilê mirovan rihet dike, lê belê beraatkirina hin kesan şik û gumanên me zêde dike. Koca got: "Plansazê vê komkujiyê Emîrê DAIŞ'ê Kadîr Cabael e. Hevjîna wî Fadîle Canael jî bi çavê xwe xwekuj dîtiye, lê belê di danişîna duyemîn de hat berdan û paşê der barê wê de biryara beraatê hatiye dayîn." 
 
BI HEMAN HINCETÊ HEM BERAAT HEM JÎ CEZA 
 
Parêzer Koca destnîşan kir ku di dozê de hiqûq û krîterên sereke yên hiqûqê hatine binpêkirin û got: "Dadegê di biryara xwe de bi heman hincetê ceza li bersûcekî birî û bi heman hincetê jî der barê bersûcekî de biryara beraatê da. Ev yek jî nîşan dide ku hiqûq çi qas hatiye binpêkirin. Em jî nikarin vê rewşê rave bikin." 
 
‘EM Ê SERÎ LI DMME'YÊ BIDIN' 
 
Koca, diyar kir ku wan xwestiye şopa tiliyên hemû bersûcan bê lêkolînkirin. Koca, da zanîn ku gelek raporên pêzaniyê yên di dosyeyê de jî li hev dernakevin û kiryarên sereke nehatine lêkolînkirin û cezakirin. Koca, got: "Ji bo bûyer tam zelal bibe û kiryarên sereke bên tespîtkirin me xwest daxwazên me bên qebûlkirin. Lê belê ji bo rastî derkeve holê lêkolîn û darizandineke baş nehatiye kirin. Prensîba sereke ya hiqûqê ew e ku delîlên bimukayese bên nîqaşkirin û paşê biryar bê dayîn, lê belê yek ji van jî nehat kirin û bi lez bez darizandin pêk hat. Di biryara dadgehê de gelek xal hene ku tetmîn nake." 
 
Koca, diyar kir ku ji bo îtirazê ew ê serî li dadgeha îstinaf û Dadgeha Bilind bidin û got: "Heta heqîqet dernekeve holê em ê di warê hiqûqî de bitêkoşin. Eger bivê em ê dosyeyê bişînin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME)." 
 
MA / Muhamed Abdulkadir Esen
 

Sernavên din

18/04/2024
23:04 9’emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê kir
20:34 Erdogan, hevdîtin bi serokê AYM'ê re kir
20:09 Şaredariya AKP’î xweliya komirê rijand çem
19:37 DEM Partî û OHD çûn serdana Emîne Şenyaşarê
19:33 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê li dijî feraseta serdest têbikoşin
19:31 Li Tokatê erdhej çêbû
16:16 Derket holê ku 5 stûnên hotêla 21 kes lê miribûn kêm bûn
16:01 Li Amedê qeza çêbû: 2 jê zarok 10 kes birîndar bûn
15:56 Di lêpirsîna ‘îhaleyê’ ya MEB’ê de 3 kes hatin binçavkirin
15:42 Peykerê jina ku Beyoglû yê AKP’î rakiribû jinûve hate danîn
15:17 Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Şamê re hevdîtin kir
14:59 Qeyûmê Êlihê li pey xwe 3 milyar û 53 milyon û 970 hezar TL deyn hişt
14:59 Li Wanê ji bo mitînga herêmî ya 1’ê Gulanê bang hate kirin
14:45 Rêveberiya AKP’ê wesayitên şaredariyê ji hev kirine
14:36 Ji ber şopandina tacîza çawişê pispor gef li Baroya Şirnexê hatin xwarin
14:29 Di kolandina qaçax de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:11 AKP’iyên bi dengên veguhestî hatin hilbijartin hevdu bi ‘karên qirêjî’ sûcdar kirin
14:10 Derbarê rojnamevan Gultekînê de biryara beraetê hate dayîn
12:56 Serokwekîlê koma CHP’ê yê nû diyar bû
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:47 Ji ber hezazê rêya di navbera Wan-Geverê de hate girtin
11:45 Talana AKP’iyan li ser bîllboardan hate teşhîrkirin
11:22 Salek cezayê hefsê û 17 hezar lîre cezayê pere li rojnamevan Yalçin hate birîn
11:05 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:00 Kolberek hate qetilkirin kolberek jî winda ye
10:52 Têkildarî tecrîda li Îmraliyê bi CPT’ê re hevdîtin hate kirin
10:37 Leşkerê ji ber êrişa zayendî hate girtin parastina ‘ez mirovekî rêzdar im’ kir
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
10:04 Qeyûm ji bo mitînga Erdogan û diyariyan 8 milyon û 886 hezar lîre xerc kiriye
09:39 Axtamara bi biharê re xemilî
09:29 Ozûgûrlû: Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê mirovên vê erdnîgariyê ve bê diyarkirin wê pirsgirêk nemînin
09:23 Bertek nîşanî projeya 'zarokan' a MÎT'ê dan: Perwerde karê perwerdekaran e
09:06 Dê rojên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ ya navneteweyî bên lidarxistin
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
09:02 Rojnameger Silêman Ehmed 177 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 144 roj in di çalakiyê de ne
09:01 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN
08:53 Piştî erdhejê li Tokatê navber dan perwerdeyê
17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê
20:55 Êrişî Binarê Qendîlê hat kirin
20:30 Li Cenevreyê bang li CPT'yê kirin: Dawî li îşknecya tecrîdê biînin
19:06 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 78'emîn de didome
17:12 Di Doza Kobanê de kes nehate berdan
16:55 Deynên qeyûmê Misircê bi bilboardê ve hatin daliqandin
16:39 Sirri Sureya Onder di rûniştina Meclisê de aciz bû
16:17 Hizbullaha Lubnanê bakurê Îsraîlê bombebaran kir
16:12 Li Hezexê pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a rengîn
16:11 Bafil Talbanî: Dê hilbijartin di dema xwe de werin kirin
16:00 Qeyûm 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayan da jêkirin
15:52 Li Colemêrgê 3 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin
15:51 Serokê AKP’î 4 karan dikir: Ji kar hate girtin
15:50 Parêzer û malbata Abdullah Ocalan li KE’yê ne: Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin
15:28 Bi rojan e agahî ji Weliyê ku dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê nayê girtin
15:27 YSK’ê îtîrazên Hatay û Orduyê red kirin
15:20 Berdana Rozerîn Kalkanê 11 mehan hate taloqkirin
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
14:54 Li Sudanê pevçûn: 25 sivîl hatin kuştin
14:14 Erdogan: Desthilata tekane serokkomar e
13:46 Doza Kobanê: 13 siyasetmedarên girtî tev li danişînê nebûn
13:45 Li Ûmmanê lêhî: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
12:54 Wezîr Işikhan: Di meha tîrmehê de dê mûçeya kêmtirîn nayê zemkirin
12:27 Gardiyan gef 'îşkenceyê' li girtiyên jin xwarin
11:12 Qedexekirina ‘Bêrûyê’ bêhiqûqî hate dîtin
10:49 Îsraîlê êrişî Xezayê kir: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
10:39 Ji AYM’ê biryara ‘cilên yekreng’
10:24 Li Giyadînê Hevserokê DEM Partiyê hate binçavkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
10:16 KNK: Çarşema Sor jî xwedî taybetmendiyek dînî, civakî û dîrokî ye
09:10 Rojnameger Silêman Ehmed 176 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:08 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 143 roj in di çalakiyê de ne
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:04 Qeyûmên Mêrdînê 3 milyar û nîv TL deyn li dû xwe hiştin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
09:00 ROJEVA 17’Ê NÎSANA 2024’AN
08:56 Ketina Kato ji bo 15 rojan hate qedexekirin
16/04/2024
22:03 Ji jinan banga xweparastinê
19:24 Şenyaşarê tevî astengiya polîsan çalakiya xwe berdewam kir
19:22 YSK'ê îtîrazên ji bo 2 bajar, 11 navçe û 7 bajarokan red kir
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
17:53 5 meh cezayê hefsê dan Leyla Guvenê
15:46 Li Amedê qezaya trafîkê: Mirî û birîndar hene!
15:32 Piştî hilbijartinê anketa nû: AKP li paş ket
15:04 Hamas: 33 hezar û 843 kes mirin
14:21 Banga 1’ê Gulanê: Em li dijî pergala bêedalet dakevin qadan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:40 Danişîna doza 6 rojnamevanan hate taloqkirin
12:35 9'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê dike
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:41 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:36 BÎSAM: Sînorê xizaniyê 57 hezar û 578 lîre ye
11:25 TEV-ÇAND: Hozan Sefkan bingeha eniya çand û hunerê ava kir
11:04 Li Stenbolê polîsan bi ser malan de girtin
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
10:24 Di bihayê zêr de rekoreke nû
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:07 Rojnameger Silêman Ehmed 175 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:04 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm