STENBOL - Jina bi navê Yasemîn Babat a xwest tecawiza li dijî zaroka 5 salî ya pêr li Kuçukçekmece pêk hat, li Qada Taksîmê bi çalakiya rûniştî şermezar bike, hat binçavkirin.
Jinan bi navê Yasemîn Babat Kayan a xwest tecawiza li dijî zaroka 5 salî ya pêr li Taxa Kanarya ya Kuçukçekmece ya Stenbolê pêk hat, bi çalakiya rûniştinê li ber birdariya Atatûrk a Qada Taksîmê şermezar bike hat binçavkirin.
Kayan a bi armanca tecawîz û tacîz li ser zarokan bi dawî bibin û rayedar tedbîrên pêwîst bigirin, dest bi çalakiya rûniştinê kir, diyar kir ku cihê dişewite tenê wê derê na şewitîne, di heman demê de dilê hemû dayikan dişewitîne û got: “Ez weke dayikekê êdî li hemberî rewşên wan nikarim li ber xwe bidin. Êdî tehemûla min nemaye. Êdî tehemûla min ji tecawîzên li hemberî zarokan re nemaye. Kayan di çalakiya xwe de tim dirûşmeya “Ji tecawizê re n” berz kirin. Piştî demekê ekîbên polîsan hatin gel Kayan û jê xwestin ku çalakiya xwe bi dawî bike.
Kayan ji polîsan re got hûn dij qanûnî tevdigerin û wiha bilêv kir: “Êdî ji bo zaroka min fikarên min hene. Ez naxwazim ji bo zarokan fikarên min hebin. Êdî naxwazim her roj bi heman nûçeyan şiyar bibim. Dixwazim tecawiza li dijî zarokan bi dawî bibe. Ger weke dayikekê li dijî tecawiza zarokan derketin sûc be, ez sûcê xwe qebûl dikim. Qaşo duh 23’yê Nîsanê Cejna Zarokan bû. Zarokekê duh nekarî cejna xwe bijî û rastî tecawîzê hat. Niha li nexweşxanê di beşa lezgîn deye.”
‘JI BO ZAROKAN TÊBIKOŞIN’
Kayan pirsa tecawîzê zarokan kirin gelo di kîjan olî de ye kir û wiha dewam kir: “Ger ev di ol de hebe, di misilmantiyê de hebe, ezê ji vî olî derkevim. Êdî dixwazim mîna mirovan bijîm. Dixwazim zarokên me bên parastin. Bila serokkomar, serokên şaredariyan, wezîr, dozger û dadger dest ji karê xwe berdin û ji bo zarokên me hinek be jî têbikoşin. Êdî bila zarokên me, zarokatiya xwe bijîn.”
Ligel vê yekê jî polîsan ji Kayan re gotin ger dawî li çalakiya xwe neyînê dê wê binçav bikin. Kayan a got dê çalakiya xwe berdewam bike, ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û wê birin Qereqola Polîsan a Beyoglû.