Leyla Guven 168 rojin di greva birçîbûnê deye

  • rojane
  • 09:08 24 Nîsan 2019
  • |
img

AMED - Berxwedana Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê  ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo ku tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir, di roja 168'an dewam dike.   

Çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 8'ê Mijdara 2018'an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçibûnê ya bêdem û bêdorveger kir, di roja 168'an li mala xwe berdewam dike.  
 
Li aliyê din, li Hewlêrê berxwedana Endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nasir Yagiz jî ku bi heman armancê dest bi greva birçîbûnê kir di roja 155'an de didome. Berxwedana li Strasbourgê ya 14 çalakgeran û li Galler Îmam Şîş jî di roja 129'an dewam dike. Çalakiya girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê ku koma ewil ji 16'ê kanûna 2018'an ve da bû destpêkirin 130 roj in berdewam dike. Piştî 1'ê Adarê bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan di roja 54'yan berdewam dike.  
 
ÇALAKIYÊN LI DERVE DEWAM DIKIN 
 
Çalakiya Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dersîm Dag a di 3'ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8'ê Adarê de dan destpêkirin dewam dikin. Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan, piştî hatin berdan jî çalakiyên xwe li malên xwe berdewam dikin. Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 108 roj, Gurbet Ektîren 100, Mahsun Şen 110 û Mûrat Aksin 41 roj ên li Dêrika Mêrdînê, Semra Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê 108 roj, Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 57 roj in di grevê de çalakiya xwe li malê berdewam dikin.  
 
Îsmet Yilmaz, Salîh Tekin, Sevican Yaşar, Bîlal Ozgezer li avahiya HDP'ê ya Amedê di 3'ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Piştî çalakiyê hatin girtin û li girtîgehê çalakiya xwe berdewam kirin. Mehek şûnde dîsa hatin berdan û niha Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozezer ên hatin girtin û dîsa hatin berdan, niha li malê çalakiyên xwe berdewam dikin. 
 
JI BO ŞERMEZARKIRINA TECRÎDÊ DAWÎ LI JIYANA XWE ANÎN 
 
Li bajarê Krefeldê yê Almanya di 20'ê sibatê de Ugur Şakar li dijî tecrîdê agir berda bedena xwe û di 22'ê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Zulkuf Gezen (33) di 17'ê Adarê de li dijî tecrîdê li Girtîgeha tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23'ê Adarê de li Girtîgeha Gebze, Zehra Saglam (23) di 24'ê Adarê de li Girtîgeha tîpa T a Oltu de, Medya Çinar (24) di 25'ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dawî li jiyana xwe anîn. Yonca Akici di 29'ê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakî pêk anî û di 1'ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest da. Siraç Yuksek, di 2'ê Nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniye, Mahsum Pamay jî di 5'ê Nîsane de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi heman armancê dawî li jiyana xwe anî.

Sernavên din

21:51 Dayika Şemiye Elmas Eren wê sibê defin bikin
20:44 Xebatên rojnamegeriyê yên Rojnameger Ergin Çaglar sûc dîtin
20:23 Li Nevşehîrê karkerên çandiniyê qeza kirin
7 karker mirin û 11 kes birîndar bûn
19:51 Waliyê Mêrdînê meheke çalakî qedexe kirin
18:52 Elmas Eren a 39 salan li Kurê xwe Hayrettîn Eren geriya jiyana xwe ji dest da
17:24 HDP dê sibê li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyanî bide
16:46 28 baroyan bertek nîşanî qeyûm da: Dev ji pêkanîna nehiqûqî berdin
16:43 Li dijî tayinkirina qeyûm daketin kolanan
16:13 Li Amedê protesto didomin
15:16 Gul û Davûtoglû jî bertek nîşanî qeyûman dan
14:55 Temellî: Yên winda kirin wê dîsa winda bikin em bi ser ketin emê dîsa bi ser bikein
14:50 Katî Pîrî: Di dorê de Enqere û Stenbol hene?
14:42 Edîtora Ajansa Mezopotamyayê Karahan binçav kirin
14:40 Li Amed û Dersimê herî kêm 82 kes hatin binçavkirin
13:35 Polîsan li pêş şaredariyê mudaxaleyî gel kir
12:50 Bahçelî ji ber tayînkirna qeyûman Soylû pîroz kir
12:37 HDP'î dimeşin Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
12:17 CHP'iyan bertek nîşanî qeyûman da: Darbeya li vîna gel nayê qebûlkirin
11:30 Malpera înternetê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat birîn
11:19 Qeyûmê Wanê bi 'Erdogan' hat
10:55 Piştî tayînkirina qeyûm Merdînê dorpêç kirin
10:48 MYK'a HDP'ê awarte civiyan: Ev darbeya siyasi ya nû ye
10:31 Lêgerîna polisan a li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi dawî bû
10:28 Ahmet Turk: Vîna gel nas nakin û ji vêre dibêjin ‘demokrasi’
09:11 Qala ziyareta li Îmraliyê kir
09:10 Di ser Komkujiya Beybahçeyê re 3 sal derbas bûn: Kiryarên sereke nehatin aşkerekirin!
09:09 Şertên wê zor in, zerarên wê pir in
09:09 Can: Ocalan hewl dide Tirkiye ji nava çirava şer rizgar bike
09:08 Xizmên windayan: Ger dewlet gav bavêje, wê Ocalan çareseriyê pêk bîne
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2019'AN
08:51 Piştî qeyûm tayînî şaredariyan kirin gelek HDP’î binçav kirin
08:26 Helîkopter li ser Amedê difirin
08:19 Polîsan bi ser avahiyên Şaredariyan de girtin: Polîsan derî şikandin û barîyer danîn
07:30 Wezîrê Karên Hundir Hevşaredarên Mêrdîn Amed û Wanê ji peywirê girtin
18/08/2019
21:47 Çalakiyên Parka Koşûyolûyê didomin
16:26 2 dayikên xwestin zarokên xwe rizgar bikin fetisîn
15:34 Li Patnosê 300 girtî rastî lêpirsîna '15'ê Tebaxê' hatin
15:24 Li Amedê, wê 1’emîn Roja Govendê bê lidarxistin
14:43 Dikandarên Emînonu yên lehî li wan rabû: Ev ne cara yekemîne, bi salane em dibêjin
14:01 Li Mêrdîn û Şirnexê operasyon didomin: Polîsan 29 kes binçav kirin
13:19 Traktora karkerên findiqan qulipî: Karerek mir
13:15 Nûçegihanê me Ergîn Çaglar: Ez nizanim bi çi hincetê hatime binçavkirin
12:50 Ewil meş dûre konser: Fazil Say bi sirûda Çiyayên Kazê dest pê kir
12:35 Li Qamişloyê teqîn rûda
12:15 Di êrîşa li Kabîlê de 63 kes hatin kuştin, 182 birîndar bûn
12:03 Polîsan li Şirnexê 10 kes binçav kirin
11:26 Nobeta Çiyayê Kazê didome: Gelê herêmê çi dixwaze?
10:17 Cîgira Hevserokên ESP’ê Taşkiran: Vîna Ocalan a çareseriyê heye
09:51 Xizmên girtiyan: Kurd bi yekîtiyê dikarin aştiya bi rûmet ava bikin
09:15 Du sal in li cenazeyê kurê xwe digere