Ji bo xwarin û çerezê wezîrên AKP’î milyonek û 588 TL hat xerckirin

  • rojane
  • 13:07 23 Nîsan 2019
  • |
img

MÊRDÎN – Derket holê ku qeyûmê Şaredariya Mêrdînê Mustafa Yaman ku di heman demê de waliyê Mêrdînê ye di nava 3 mehên dawî de ji bo hatina “pêşwazîkirina” wezîrên AKP’î milyonek û 588 TL pere xerc kir. 

Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê de ket destê rêveberiya HDP’ê çend roj berê deynê qeyûm-waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman ku bi ser milyonek pere xerc kiriye bi raya giştî re parve kiribû. 
 
Li gel deynên giran ên qeyûm di nava 3 mehên dawî da xerckirinên ji nivîsgeha taybet a şaredariyê ku kirine jî hat eşkerekirin. Derket holê ku qeyûm di pêvajoya hilbijartina xwecihî de ji bo hatina pêşwazîkirina wezîrên AKP’î milyonek û 588 TL pere xerc kiriye. 
 
HEQÊ ÇEREZÊN 3 MEHAN 164 HEZAR 550 TL YE
 
Pereyê ku ji çerez û qahwê hatiye veqetandin balê dikişîne ser xwe. Rêveberiya qeyûm di meha çile de 34 hezar û 550 TL, di meha sibatê de 73 û 900 TL û dî meha adarê de jî 56 hezar û 100 TL bi giştî 164 û 550 TL ji bo çerez û qahwê xerc kiriye. 
 
HEQÊ XWARINA DU WEZÎRAN 316 HEZAR TL YE
 
Her wiha rêveberiya qeyûm a şaredariyê ji bo hatina pêşwazîkirina AKP’iyan jî pereyek zêde xerc kiriye. Li gorî vê yekê di 27’ê çile de ji bo hatina Wezîrê Parastina Millî Hulusî Akar a Mêrdînê ji butçeya şaredariyê bi 40 û 500 TL wesayît hatine kirêkirin û xerckirin. Di 22’ê sibatê de jî ji bo Akar 147 hezar TL pere xerc kirin. Tê gotin vî pereyî ji bo xwarina Akar û yên pêre xerc kirine. 
 
Her wiha di 12’ê adarê de ji bo hatina Wezîrê Ciwan û Werzîşê Mehmet Muharrem Kasapoglu û yên pê re jî ku hatine Mêrdînê li ser xwarin û lêçûyînên wan 169 hezar TL hatiye xerckirin. 
 
JI BO AKP’IYAN 608 Û 750 TL HAT XERCKIRIN 
 
Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu di 19’ê çile de çûye Mêrdînê. Ji bo hatina Soylu di bin navê “xizmetê” de ji butçeya şaredariyê 247 hezar TL pere hatiye xerckirin. 
 
Ji bo hatina Alîkarê Wezîrê Çand û Turîzmê Haluk Haluk Dursun ê di 19’ê sibatê de çû Mêrdînê 121 hezar û 270 TL pere hatiye xerkirin. 
 
Ji bo Parlamenterê AKP’ê yê Qersê Ahmet Arslan ê di 18’ê sibatê de çûye Mêrdînê ji butçeya şaredariyê di bin navê “xizmetê” de 107 û 900 TL pere hatiye xerckirin. 
 
Parlamenterê AKP’ê yê Mereşê Mahîr Unal jî di 12’ê Çile de ji bo xebatên hilbijartinê çûye Mêrdînê û ji bo wî jî 132 hezar û 580 TL pere hatiye xerckirin. 
 
HEQÊ XWARINA KEYAYAN JÎ JI ŞAREDARIYÊ DANE 
 
Qeyûm û walî Mustafa Yaman li Mêrdînê bi keyayên herêma Mêrdînê re civîn li dar xistibû. Ji bo xwarina civîna keyayan ji butçeya şaredariyê 150 û 800 TL pere hat xerckirin. 
Di çarçoveya xebatên “Rojên Civaka Sivîl” de 307 û 540 TL pere hatiye xerckirin. 

Sernavên din

24/04/2024
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
19:23 Şenyaşar a ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di bin vê zilmê de bimînin
19:14 OHD û ÎHD çûn serdana kedkarên çapemeniya azad
19:11 Li Mêrdînê êrişên li dijî çapemeniya azad hatin şermezarkirin
17:04 Parêzeran bi rojnamegeran re hevdîtin kir: Delîlên li maleke din ji bo rojnamegeran nivîsandin
16:36 Şanoger Sadeghî: Kurdan xwest bi rêya govendê mîtolojiyê zindî bigirin
16:31 Parêzer û malbatan bertek nîşanî mutalaaya dozger dan
16:08 Sîvrî ku di Komkujiya Madimakê de 2 zarokên xwe winda kiribû wefat kir
16:07 Telefona kesê bombevan anîne hatiye guhdarkirin
15:44 Sendîka li Taksîmê ne: Em biryara walîtiyê nas nakin
15:42 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt: Qirkirinê qebûl bikin û lêborînê bixwazin
15:32 Serdegirtina studyoyên televizyonê ser daxwaza Fransayê pêk hatiye
15:24 Polîsan li Êlihê bi ser avahiya DEM Partiyê de girtin
15:16 Ji bo 2 kesên Soylu hedef nîşandabû cezayê muebbetê hat xwestin
15:13 Seroka Giştî ya DÎSK’ê: Peywira walîtiyê ne nîşandana cih, parastina ewlehiyê ye
14:19 Girtina Makbule Ozer hate protestokirin
13:57 Di Doza Komkujiya Garê de ‘sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin’ tune hat hesibandin
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:41 Li Colemêrgê li dijî madenan çalakî hate destpêkirin
12:25 Dema binçavmayînê ya rojnamegeran hate dirêjkirin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin | HATE NÛKIRIN
12:09 Ji bo Qirkirina Ermenan banga ‘hevrûbûnê’ hat kirin
12:08 Li Îskenderûnê di 3 konteynirên weke polîklînîk dihatin bikaranîn de şewat derket
11:11 Li Mereşê zarokek hate qetilkirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
11:08 Li Dêrsimê 2 kes hatin girtin
10:43 Gundên Şehba û Minbicê tên bombebarankirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
10:07 Quntarê Qerejdaxê bi rengên biharê xemilî
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 183 roj in agahî nayên girtin
09:09 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
09:00 ROJEVA 24’Ê NÎSANA 2024’AN
08:26 Li Pasûrê çawişekî pispor gef li ciwanekî xwar
23/04/2024
21:43 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê di roja 6'an de ye
19:13 DEM Partî û HDK: Çapemeniya kurd teslîm nabe
19:08 Bakay ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
17:22 Şenyaşar: Erdoganê dozê li min vekiriye çima faîl negirtin?
17:02 Ji ber binçavkirina rojnamegeran îtîraz hate kirin
16:14 KNK: Şerê nû yê Erdogan, ser Rojhilata Navîn gef e
15:42 Dayik û zaroka xwe ji madeya AYM’ê betal kiribû xistin girtîgehê
15:39 Bertekên li dijî binçavkirina rojnamegeran didomin
15:03 Rojnameger: Çapemeniya kurd tu carî bêdeng nema
14:52 Serlêdana DÎSK’ê ya ji bo Taksîmê hate redkirin
14:51 Li Amedê girtina Makbûle Ozerê hate protestokirin
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
13:53 HDK, DBP û DEM Partî: Em li cem Çapemeniya Azad in
13:48 Ji bo parêzerên rojnamegeran biryara bisînorkirina hevdîtinê hate dayîn
13:41 Li dijî êrişan banga piştevaniya bi Çapemeniya Azad re hate kirin
13:06 Şaredariya Farqînê biryarên dewirkirina neguhezbaran a qeyûm betal kir
12:58 Li Amedê zêdetirî 200’an qadên lêgerîn û derxistina petrolê hatine vekirin
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:43 Li dijî binçavkirinên Çapemeniya Azad bertek hatin nîşandan
12:20 Hejmara rojnamegerên hatine biçavkirin zêde bû
12:17 KNK'ê serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV'yê şermezar kir
12:16 Bîranîna Qirkirina Ermenan a li Kadikoyê hate qedexekirin
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
11:16 Rojnameger Ozdemîr: Dê şer hinek din dirêj bibe lê encam naguhere
10:43 Bi hinceta ‘heqareta li Erdogan’ doz li Emîne Şenyaşarê hate vekirin
10:37 DFG û MKG: Ev êriş nikarin çavên kedkarên Çapemeniya Azad bitirsînin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:52 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt
09:51 NÇR-Ewropa serdagirtinên Stêrk û Medya Haber TV’yan şermezar kir
09:50 Li Malezyayê helîkopterên leşkerî li hev ketin: 10 kes mirin
09:24 Di serdegirtina 4 saetan de malzemeyên teknîkê hatin desteserkirin
09:23 Banga 1'ê Gulanê: Bi dirûşma 'ji bo nan û aştiyê azadî' ber bi Qada Taksîmê ve
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:02 Qeyûm 20 milyon lîre ji budçeya 'Nivîsgehê' xerc kirine
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 149’an de didome
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 182 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2024'AN
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê
08:12 Xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin
08:05 Polîs bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê girtin
22/04/2024
22:41 Mîhrîcana şanoyê di roja 5’emîn de didome
22:29 Li Geverê 12 kesên hatibûn girtin hatin berdan
20:48 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 84'an de ye
20:46 Di navbera Tirkiye û Iraqê de 26 peyman hatin îmzekirin
17:02 Qeyûm li Êlihê 3 milyar û 53 milyon û 977 hezar TL deyn hişt
15:32 Li Bagokê dengê çekan bilind dibe
14:43 Pîra 81 salî Makbule Ozer dîsa girtin
14:35 Tekoşîn û şanoya kurdan bi hev re girêdayî ye
14:31 Qeyûmê Kopê 165 milyon û 226 hezar û 845 tl deyn hişt
13:57 Bakirhan serdana ajansên JINNEWS û MA’yê kir
13:05 Berdevka DEM Partiyê: Em ê nexşerêya xwe bi rêya sêyemîn pêş bixin
13:04 Serokkomar Erdogan çû Bexdeyê
12:29 Walî 5 gundên Bagokê ji çûn û hatinê re qedexe kir
12:18 Rejîma Îranê 5 sal ceza li hunermendê kurd birî
12:01 Polîsan li Dêrsimê 5 û li Rihayê jî kesek binçav kirin
11:24 Ji bo Erdogan kolanên Hewlêrê bi alên tirk xemilandin