Leyla Guven bang li girtiyan kir: Em ne mirinê, jiyanê bixin pêşiya xwe

img
AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a 137 rojin li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê deye, derbarê agahiyên çalakiyên dawî li jiyana xwe anîn ên ji girtîgehan li dû hev hatin de, bang li girtiyan kir û got: "Divê em dawî li jiyana xwe neyînin, bi çalakiyên cuda têkoşîna xwe bilindtir bikin." 
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a 137 rojin li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê deye, derbarê çalakiyên dawî li jiyana xwe anîn ên li girtîgeh û derve hatin lidarxistin de beşdarî radyoya Dengê Welat bû û xwest çalakiyên bi vî awayî neyên lidarxistin, lê berxwedana heyî bê mezinkirin. 
 
SERKETIN GELEKÎ NÊZ E
 
Peyama Guven wiha ye:
 
"Pêngava ku me dest pê kir demsalek li pey xwe hişt, her roj mezintir dibe û dewam dike. Her çiqas gava yekemîn min avêtibe jî ev pêngav berxwedana zindanan e. Daxwaza me li tevahiya cîhanê belav bû. Êdî her kes dizane ku gelê Kurd jiyaneke di nava tecrîdê de qebûl nake. Wezîfeya me ya yekemîn ew e ku em moral û motîvasyona xwe bilind bikin. Çavkaniya bîrdoziya me her tim dibêje, 'Şoreşger divê bi hêsanî nemirin, heta dawiyê li ber xwe bidin'. Belê em jî li ber xwe didin. Em dizanin ku hêvî û azadiya me li girava Îmraliyê di bin tecrîdê de ye, dîl hatiye girtin. Di dîrokê de yekemcar bi hezaran di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem bê dorveger de ji bo rakirina tecrîdê li ber xwe dide. Kes nikare bêje ku ev çalakî encamê nagire. Wê teqez encamê bigire, teqez bi ser bikeve. Ya rast çalakiya me encam girtiye. Li qada Newrozê bi herikbarîna gel, bi tevlîbûna gel, bi dirûşma jin û ciwanan serketin û xwedîderketin gihîşt asta herî bilind. Gel careke din got, 'Em jiyaneke di nava tecrîdê de qebûl nakin, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd tecrîdkirina me ye, em wê jiyanê qebûl nakin'. Ji ber vê yekê desthilatdaran jî bi milyonan însanên daketin qada Newrozê dîtin û ez bawerim, sedî sed ew jî hesabê wê dikin ku çawa ji nava vî karî derkevin. Yê ku di tengasiyê de ne, bi rastî ne em in. Yê ku bêçare maye, nizane çawa gavan biavêje AKP û MHP ye. Ji ber ku hilbijartinek li pêşiya wan heye, ji ber vê yekê niha bêçare mane nizane ku wê çawa tevbigerin.
 
LI DORA ÇALAKVANÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ BIBIN XELEKEK JI VÎN Û HÊVIYÊ
 
Hevalno;
 
Em niha gihîştin merheleyeke nû. Ji encamgirtinê re pir hindik ma. Ez vê yekê ji dil û can dibînim û dibêjim, divê em li dora çalakvanan bibin xelek, xelekeke ji vîn û hêvî. Ji ber ku ji serketinê re dem hindik e, em ê ji sedî sed bi ser bikevin. Lê em dixwazin ku hevalên me yên niha li zindanan çalakiya xwe dewam dikin, heta dawiyê jî bi moral bi coş di nava aramiyê de çalakiya xwe bidomînin. Ji bo vê jî hevalên me yên niha ne di nava çalakiyê de ne, divê li derdora hevalan bibin kom. Ez jî sedî sed bawerim ku ji xwe hevalên me wezîfeya xwe pêk tînin, ji xwe ji bo wan çi pêwîst be wan pêk tînin.
 
'LI ŞÛNA MIRINÊ JIYANÊ BIDIN PÊŞIYA XWE'
 
Niha hevalên me çalakiyên fedayî pêk tînin. Heval Zulkuf, Ûgûr, Ayten. Ez bejna xwe li ber çalakiya wan ditewînim. Wan bi ruhekî fedayî xwestin ku bêdengiyê bikişînin û rêya mirinê bigirin, wan ev çalakî li dar xistin. Lê ez dibêjim, bila were zanîn ku her hevalek vê çalakiyê pêk tîne parçeyek ji laşê min, ji ruhê min, ji dilê min bi xwe re dibe. Li hemberî van çalakiyan em rêz digirin. Em dibêjin; ji xwe çalakiyeke ku me dest pê kiriye heye, ji xwe em di nava çalakiyê de ne. Em hatin merheleyeke nêz ku em encamê bigirin; gelê hevalno divê em li derdora çalakvanan cih bigirin. Em çalakiyên nû nekin. Ev çalakiyên ku bi ruhê fedayî hatine kirin gelekî gelekî bi qîmet in. Mirov nikarin der heqê wan de tiştekî bêjin. Lê belê weke me got, ji aliyê Rêberê Gelê Kurd ve gelek caran ev çalakî hatine nirxandin. Hatiye gotin, 'Divê hûn ne mirinê, lê jiyanê bidin pêşiya xwe. Divê hûn ji bo jiyaneke bi rûmet berxwedana xwe bilindtir bikin, çalakiyên xwe cûrbecûr bilindtir bikin. Ne hema dawî li jiyana xwe bînin'.
 
'BILA ÇALAKIYÊN BI VÎ RENGÎ NEYÊ KIRIN; EM ROJA KU TECRÎD HATIYE ŞIKANDIN BI HEV RE PÎROZ BIKIN'
 
Gelê hevalno;
 
Em dixwazin ku ev çalakiya li tevahiya cîhanê belav bûye, ev çalakiya ku bi rastî di dîrokê de cara yekem li cîhanê cih digire em bi encam bikin, em bi serketî û bi parçekirina tecrîdê bi encam bikin. Ji bo vê jî em hêza xwe bikin, ruhê xwe bikin yek. Armanca me ev e. Ji bo vê jî heta niha ez bi ruhekî bi moral, bi coş, bi aramî berxwedana xwe didomînim. Hîn bêhtir ez dixwazim, em û hevalên min ên zindanan moralê bidin hevdu. Pêwîstiya me bi hêzbûnê, bi moralê heye. Ji bo vê jî ez li xwe baş dinerim, ez bi rastî her tiştî, çi pêwîst be wê pêk tînim ku ez bijîm, em bi hev re bijîn, em wê roja ku tecrîd hatiye şikandin bi hev re pîroz bikin. Ji bo vê yekê jî ez gelekî gelekî li xwe baş dinerim. Lê ez dixwazim hûn jî; weke hevalên li zindanan li derdora çalakiyê kom bibin, lê wan çalakiyên fedayî pêk nînin hevalno. Bi rastî ev min ji hêz dixîne. Ez bikim nekim gelekî hestwar dibim, barê min girantir dibe, ez bi vî şeklî nikarim bimeşim. Ez ji hevalên xwe hêvî dikim ku ew jî bi van hestan tevbigere û em ê çalakiya xwe bi ser bixin." 

Sernavên din

24/04/2024
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
19:23 Şenyaşar a ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di bin vê zilmê de bimînin
19:14 OHD û ÎHD çûn serdana kedkarên çapemeniya azad
19:11 Li Mêrdînê êrişên li dijî çapemeniya azad hatin şermezarkirin
17:04 Parêzeran bi rojnamegeran re hevdîtin kir: Delîlên li maleke din ji bo rojnamegeran nivîsandin
16:36 Şanoger Sadeghî: Kurdan xwest bi rêya govendê mîtolojiyê zindî bigirin
16:31 Parêzer û malbatan bertek nîşanî mutalaaya dozger dan
16:08 Sîvrî ku di Komkujiya Madimakê de 2 zarokên xwe winda kiribû wefat kir
16:07 Telefona kesê bombevan anîne hatiye guhdarkirin
15:44 Sendîka li Taksîmê ne: Em biryara walîtiyê nas nakin
15:42 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt: Qirkirinê qebûl bikin û lêborînê bixwazin
15:32 Serdegirtina studyoyên televizyonê ser daxwaza Fransayê pêk hatiye
15:24 Polîsan li Êlihê bi ser avahiya DEM Partiyê de girtin
15:16 Ji bo 2 kesên Soylu hedef nîşandabû cezayê muebbetê hat xwestin
15:13 Seroka Giştî ya DÎSK’ê: Peywira walîtiyê ne nîşandana cih, parastina ewlehiyê ye
14:19 Girtina Makbule Ozer hate protestokirin
13:57 Di Doza Komkujiya Garê de ‘sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin’ tune hat hesibandin
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:41 Li Colemêrgê li dijî madenan çalakî hate destpêkirin
12:25 Dema binçavmayînê ya rojnamegeran hate dirêjkirin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin | HATE NÛKIRIN
12:09 Ji bo Qirkirina Ermenan banga ‘hevrûbûnê’ hat kirin
12:08 Li Îskenderûnê di 3 konteynirên weke polîklînîk dihatin bikaranîn de şewat derket
11:11 Li Mereşê zarokek hate qetilkirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
11:08 Li Dêrsimê 2 kes hatin girtin
10:43 Gundên Şehba û Minbicê tên bombebarankirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
10:07 Quntarê Qerejdaxê bi rengên biharê xemilî
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 183 roj in agahî nayên girtin
09:09 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
09:00 ROJEVA 24’Ê NÎSANA 2024’AN
08:26 Li Pasûrê çawişekî pispor gef li ciwanekî xwar
23/04/2024
21:43 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê di roja 6'an de ye
19:13 DEM Partî û HDK: Çapemeniya kurd teslîm nabe
19:08 Bakay ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
17:22 Şenyaşar: Erdoganê dozê li min vekiriye çima faîl negirtin?
17:02 Ji ber binçavkirina rojnamegeran îtîraz hate kirin
16:14 KNK: Şerê nû yê Erdogan, ser Rojhilata Navîn gef e
15:42 Dayik û zaroka xwe ji madeya AYM’ê betal kiribû xistin girtîgehê
15:39 Bertekên li dijî binçavkirina rojnamegeran didomin
15:03 Rojnameger: Çapemeniya kurd tu carî bêdeng nema
14:52 Serlêdana DÎSK’ê ya ji bo Taksîmê hate redkirin
14:51 Li Amedê girtina Makbûle Ozerê hate protestokirin
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
13:53 HDK, DBP û DEM Partî: Em li cem Çapemeniya Azad in
13:48 Ji bo parêzerên rojnamegeran biryara bisînorkirina hevdîtinê hate dayîn
13:41 Li dijî êrişan banga piştevaniya bi Çapemeniya Azad re hate kirin
13:06 Şaredariya Farqînê biryarên dewirkirina neguhezbaran a qeyûm betal kir
12:58 Li Amedê zêdetirî 200’an qadên lêgerîn û derxistina petrolê hatine vekirin
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:43 Li dijî binçavkirinên Çapemeniya Azad bertek hatin nîşandan
12:20 Hejmara rojnamegerên hatine biçavkirin zêde bû
12:17 KNK'ê serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV'yê şermezar kir
12:16 Bîranîna Qirkirina Ermenan a li Kadikoyê hate qedexekirin
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
11:16 Rojnameger Ozdemîr: Dê şer hinek din dirêj bibe lê encam naguhere
10:43 Bi hinceta ‘heqareta li Erdogan’ doz li Emîne Şenyaşarê hate vekirin
10:37 DFG û MKG: Ev êriş nikarin çavên kedkarên Çapemeniya Azad bitirsînin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:52 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt
09:51 NÇR-Ewropa serdagirtinên Stêrk û Medya Haber TV’yan şermezar kir
09:50 Li Malezyayê helîkopterên leşkerî li hev ketin: 10 kes mirin
09:24 Di serdegirtina 4 saetan de malzemeyên teknîkê hatin desteserkirin
09:23 Banga 1'ê Gulanê: Bi dirûşma 'ji bo nan û aştiyê azadî' ber bi Qada Taksîmê ve
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:02 Qeyûm 20 milyon lîre ji budçeya 'Nivîsgehê' xerc kirine
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 149’an de didome
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 182 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2024'AN
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê
08:12 Xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin
08:05 Polîs bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê girtin
22/04/2024
22:41 Mîhrîcana şanoyê di roja 5’emîn de didome
22:29 Li Geverê 12 kesên hatibûn girtin hatin berdan
20:48 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 84'an de ye
20:46 Di navbera Tirkiye û Iraqê de 26 peyman hatin îmzekirin
17:02 Qeyûm li Êlihê 3 milyar û 53 milyon û 977 hezar TL deyn hişt
15:32 Li Bagokê dengê çekan bilind dibe
14:43 Pîra 81 salî Makbule Ozer dîsa girtin
14:35 Tekoşîn û şanoya kurdan bi hev re girêdayî ye
14:31 Qeyûmê Kopê 165 milyon û 226 hezar û 845 tl deyn hişt
13:57 Bakirhan serdana ajansên JINNEWS û MA’yê kir
13:05 Berdevka DEM Partiyê: Em ê nexşerêya xwe bi rêya sêyemîn pêş bixin
13:04 Serokkomar Erdogan çû Bexdeyê
12:29 Walî 5 gundên Bagokê ji çûn û hatinê re qedexe kir
12:18 Rejîma Îranê 5 sal ceza li hunermendê kurd birî
12:01 Polîsan li Dêrsimê 5 û li Rihayê jî kesek binçav kirin
11:24 Ji bo Erdogan kolanên Hewlêrê bi alên tirk xemilandin