NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran ji bo Ayten Beçet a bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dawî li jiyan xwe anî daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de ev bang hat kirin: “Bila tecrîd bi dawî bibe û mirin çênebin.”
Li gelek bajaran ji bo Ayten Beçet a bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebze dawî li jiyan xwe anî daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de tecrîd hat şermezarkirin û bertek mezin li dijî bêdengiya hikumet û dewetê hebû û ev bang hat kirin: “Bila tecrîd bi dawî bibe û mirin çênebin.”
ÎDIR
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îdirê, ji bo Ayten Beçet a bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dawî li jiyan xwe anî, bibîr bîne daxuyanî da çapemeniyê. Endam û rêveberên partiyê li avahiya partiyê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê.
Parlementerê HDP’ê Habîp Eksîk di daxuyaniyê de axaftinek kurt kir û wiha got: “Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan ev 137 rojin di greva birçîbûnê deye. Niha parlementer û bi hezaran kes di berxwedana grevên birçîbûnê dene. Bi armanca şermezarkirina tecîdê Zulkuf Gezen, li Ewropa Ûgûr Şakar û li Girtîgeha Gebze Ayten Beçet dayî li jiyana xwe anîn. Hikumet cenazeyan nadin malbatan, ji gel direvînin û bi awayekê bêhiqîqî defin dikin. Di tu exlaqa û hiqûqê de nêzîkatiyek wisan tuneye. Desthilatdariyê bêhiqûqî li Tirkiyeyê, kiriye qanûnekê ji rêzê. Ji bo ku mirin çênebin, divê demildest gav bê avêtin. Bila tecrîd bi dawî bibe û mirin çênebin.”
ŞIRNAK
Li Şirnex û navçeyên wê jî, ji bo Zulkuf Gezen, Ayten Beçet û Zehra Saglam ên li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anîn, daxuyaniyên hemwext hatin lidarxistin.
Daxuyaniya li Şirnexê li avahiya HDP’ê ya Bajarê hat dayîn. Parlementera Bajêr Nûran Îmîr, rêveberên HDP û DBP’ê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Îmîr di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Em kesên ji bo şermezarkirina tecrîdê dawî li jiyana xwe anîn, bibîr tînin û sersaxî ji malbatên wan re dixwazin.”
ÎMÎR: EMÊ JI BÎR NEKIN
Îmîr, anî ziman ku polîtîkayên tecrîdkirinê dibe sedama mirinan û wiha axivî: “Emê zarokên birûmet ên têkoşîna demokrasiyê tu carî ji bîr nekin. Emê bi hevre têbikoşin, tecrîdê parçe parçe bikin û civakê azad bikin.”
Piştî axaftina Îmîr, daxuyanî bi lêxistina çepikan bi dawî bû.
CIZÎR
Rêxistina HDP’ê ya Cizîrê jî, bi heman armancê li avahiya partiyê daxuyanî da çepemeniyê. Namzetên Şaredariyê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn û di daxuyaniyê de wêneyê Beçet a dawî li jiyana xwe anî hat vekirin. Hevseroka HDP’ê ya Bajêr Guler Tûnç di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Çalakgerên di grevên birçîbûnê de li dijî zilmê li ber xwe didin. Tecrîda girankirin ya li ser Birêz Ocalan dixwazin belavî hemû welat bikin.”
SÎLOPÎ
Rêxistina HDP’ê ya Sîlopî jî, li avahiya partiyê daxuyaniyê da çapemeniyê û bi dehan kes beşdar bûn. Di daxuyaniya parlementerê Bajêr Huseyîn Kaçmaz jî beşdar bû de, wêneyên Ayten Beçet û Zulkuf Gezen hatin vekirin. Ji rêveberên HDP’ê yên Bajêr Sûphî Kûlat xwest ku demildest tecrîd bê rakirin.
HEZEX
Rêxistina HDP’ê ya Hezexê jî, daxuyanî li avahiya partiyê da û daxuyaniya ji navenda partiyê hatibû ji aliyê rêverê HDP’ê Resûl Oner ve hat xwendin.
MÊRDÎN
Li Mêrdînê jî bi armanca piştgiriyê bidin greva birçîbûnê û balê bikişîni ser çalakgerên li dijî tecrîdê çalakî pêk anîn û jiyana xwe ji dest dan daxuyanî dan. Di çalakiyan de Hevserokê HDP'ê Mesut Urun, xwest daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û bi lez gavan bavêjin. Urun, bang li hikûmete kir û xwest ji bo cenaze ji girtîgehan dernekevin êdî bi lez têkevin nava tevgerê. Li navçeya Artûklû û Dêrikê jî bi heman armancê daxuyanî dan û xwestin hikûmet bi lez daxwazên gritiyan pêk bînin.
ÎZMÎR
Rêxistina HDP'ê ya Îzmirê jî bi heman armancê daxuyanî da. Rêxistina HDP'ê bal kişand ser daxwazên Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam û Ugur Şakar. HDP'ê civîna çapemeniyê li avahiya xwe pêk anîn. Hevserokên HDP'ê yên Îzmirê Besriye Tekgur, Kadrî Baydur, xizmên girtiyan û rêveberên HDP'ê amade bûn. Hevseroka HDP'ê ya Îzmirê Besriye Tekgur daxuyanî da û wiha got: "Rêberê PKK'ê 20 salin bi tena serê xwe di yek hucreyê de tê girtin. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven 137 rojin li dijî tecrîdê di grevê de ye. Li girtîgehan bi hezaran girtî di grevê dene. Berirsiyarê tecrida mutlaq AKP-MHP ye. Wezareta Dadê jî guhê xwe girtiye û ker û kor bûye.
Girtî Gezen, Şakar û Beçet bi armanca dawî li tecrîdê bînin dawî li jiyana xwe anîn. Girtî û çalakgerên siyasî yên bi bedena xwe li ber xwe didin bang me tevan dikin ku em dengê xwe bilind bikin. Em ger ku bi hevre têbikoşin emê karibin vê tecrîdê bişkînin. Divê rêxistinên demokratîk saziyên demokratîk û sivîl û hemû cewawerî guh bidin van bangan. Em bang li rêxistinên demokratîk, girseya demokratik, rewşenbir, hunermend, nivîskar, siyasetmedar û hemû bêşegê civakê dikin ku bêdeng nemînin."