MÊRDÎN - Li Artûklû, xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê Mîzgîn Sirnaç, di serdegirtina malê de hat binçavkirin. Dema binçavkirin 26 kesan jî hat dirêjkirin
Li navçeya Artûklû ya Mêrdînê, polîsan di saetên nîvro de bi ser mala xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê Mîzgîn Sirnaç girtin. Polîsan Sirnaç di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê dest pê kir de binçav kirin û birin Şaxa TEM’ê ya Mêrdînê.
Li aliyê din, di rojên derbas bûyî de, polîsan bi ser malan de girtibûn, Hevseroka DBP’ê ya Mêrdînê Leyla Bozkûrt û Hevseroka HDP’ê ya Nisêbînê Samiye Demîr binçavkirin û piştî lêpirsîna wan a li emniyetê serbest bedabûn.
Di heman demê de, dema binçavkirina 26 kesên di demên cuda de, li bajêr hatibûn binçavkirin, hat dirêjkirin.