Sabri Beçet: Em ewqas bira ne ku mala şînê jî nadin me

img
DÎLOK – Bavê Ayten Beçet, Sabrî Beçet diyar kir ku hikumet li mirinan temaşe dike û got: “Em ewqas bira ne ku mala şînê jî nadin me. Biratiya me jî ewqas e.” 
 
Ayten Beçet (24) duh li Girtîgeha Jinan Tîpa M a Gebzeyê ji bo protestokirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî. Cenaze êvarê li Stenbolê ji aliyê polîsan ve hat revandin û di saetên şevê de anîn Dîlokê veşartin. Tenê hiştin ku 20 ferdên malbatê beşdarî merasîmê bûn. Mala malbatê û goristanê ji aliyê polîsan ve hatibû dorpêçkirin. Bavê Beçet, Sabri Beçet ji ajansa me ra axivî û behsa zehmetiyên kişandin kir. 
 
Beçet anî ziman ku greva birçîbûnê û mirinên diqewimin ji aliyê hikumetê ve ji nedîtî ve tê û got: “Em çi ji hikumetê re çi bêjin vala ye. Ev têkoşîn 40 sal e dewam dike. 40 sal in em dubare tiştan dibêjin. Lê hikumetê ji daxwaza gel re guhê xwe girtiye û ji ber vê yekê em ketine vî halî. Heke heta îro dengê me bihata bihîstin wê encamên wisa derneketina holê.” 
 
‘ARMANCA WAN EW BÛ BÊ ME DEFIN BIKIN’
 
Beçet diyar kir ku serê sibê ji kar çûye malê hevalek berê ya Aytenê ku ku li girtîgehê bi hev re mane lê geriyaye û giriyaye û tiştek jê re negotiye û telefonê girtiye. Beçet anî ziman piştî cîran bi meseleyê axivîne bihîstine û got: “Em jî ji nûçeyan hîn bûn. Ji Stenbolê li min geriyan û gotin ‘Keça te li gel me. Li morga nexweşxaneyê li benda we ye. Werin hildin.’ Em jî li ser vê telefonê bi wesayîtê ber bi Stenbolê ve derketin rê. Dema ez gihîştim Enqereyê midurê emniyeta Dîlokê l imin geriya. Ji min re got ‘Cenaze nadin we. Cenaze li gel me ye. Bi fermana dozgeriyê li balafirê siwar kirine û dê bişînin Dîlokê. Hûn nagihîjinê.’ Ji min xwestin biçim balafirgehê îmze biavêjim. Armanca wan ew bû cenaze bê me defin bikin. Em ji Enqereyê demildest fetilîn. Tevahiya rê li dû me bûn. Dema em gihîştin dîlokê me bi zorê birin goristanê. Hemû esker û polîsan ji bo kes tev li merasîmê nebe seferber kiribûn. Nehiştin xizmên min jî tev li merasîma cenaze bibin. Me bi çend kesan defin kir.” 
 
‘DIVÊ HEMÛ GEL Û CÎHAN VÎ DENGÎ BIBÎHÎZE’ 
 
Beçet destnîşan kir ku dewletê seranserî rojê ji wan re zehmetiyan derxistiye û wiha axivî: “Em li Stenbolê jî û li Dîlokê jî xwedî li Cenazeyê xwe derneketin. Dewletê hemû hêza xwe li hember me bi kar anî. Halbukî zerara cenaze nagihîje tu kesî. Divê qîrîna ji girtîgehan bilind dibe bê bihîstin. Tenê ne gelê kurd divê hemû gelên din serî rakin. Êdî bes e bila vê pirsgirêkê çareser bikin. Ez bang li hemû dinyayê dikim, çareyek ji vê birîna dilê me re bibînin. Her kesê xwedî wîjdan û bi merhamet divê li dijî van tiştên diqewimin deng derbixe.” 
 
‘EM EWQAS BIRA KU MALA ŞÎNÊ JÎ NADIN ME’ 
 
Beçet da zanîn ku Şaredariya Şahînbey a AKP’î nehişt mala şînê bikar bînin û wiha got: “Destûra mala şînê nedan me. Em ê jî sersaxiya xwe li ber mala xwe deynin. Em ewqas bira ne ku mala şînê jî nadin me. Biratiya me jî ewqas e. Ez di navbera kurd û tirkan de tu biratiyê nabînim. Hemû derew e. Îro derketiye meydanên hilbijartinê ji bo raya dibêje ‘birayên min kurd.’ Kurd ne birayê we ne. Hûn kurdan wek dijmin dibînin. Heke em îro bibûna bira, wê ev tişt bihatana serê me? Tu me terorîst îlan dikî. Li aliyê din jî ji bo raya dibêjî ‘birayê min.’ Mantiqek wiha nîne. Li aliyekî dengê min bixwaze li aliyê din jî min bigkuje. Ez bang li gelê kurd dikim. Bila gelê kurd hişê xwe bidin serê xwe. Bila van rastiyan bibînin. Heke îro konê şînê li ber deriyê min be sibê jî wê li ber deriyê yek din be. Heta ku gelê kurd xwedî li xwe dernekeve, wê ev rewş bêtir bê serê me. Êdî bes e em di bin siya hin kesên din de dijîn. Em xwe bi xwe bes in.” 
 

Sernavên din

15:56 Eşira Meleyî piştgiriya xwe ya ji bo DEM Partiyê eşkere kir
15:45 Ji bo komkujiyên di meha adarê de banga hevrûbûnê hat kirin
15:36 Qeyûmê Êlihê ji bo namzetê AKP’ê bi 53 milyonan qolî amadekirin
15:29 Nivîskarê pontus Haralambîdîs wefat kir
15:28 Bakirhan: Gel dê xwedî li vîn û rûmeta xwe derkeve
15:06 Girtiyên siyasî ji 4 partî û Serokatiya Meclisê re name şandin
15:06 Li Amedê 15 xwendekarên paqijî pê dane kirin bi jehrê ketin
14:26 Dibistan di 1’ê nîsanê de dikevin betlaneyê
14:21 Bayindir li Bazîdê bang kir: Em di 1’ê nîsanê de serkeftina xwe pîroz bikin
13:55 Koordînasyona Şopandina Greva Birçîbûnê: Divê daxwazên girtiyan bên bicihanîn
13:44 Li Mûşê walî, qeymeqam û fermandar ji AKP'ê re xebata hilbijartinê dikin
12:58 DEM Partiyê li 3 navendan mitîng li dar xistin | ZINDÎ
12:37 Li Kutahya û Stenbolê û tundiya mêr
12:26 OHD’ê serî wezaretan da: Bila pêkanînên dibin sedema binpêkirina mafê tenduristiyê bi dawî bibin
11:53 Rapora cîsmên teqîyayî: Malbata Dayan hat mexdûrkirin
11:52 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:25 Ertak: Em ê li Şirnexê bi ruhê 2004’an biçin ser sindoqan
11:19 Bi hinceta îşareta serkeftinê peywîra wî ya hilbijartinê betal bû
11:02 Karkerên Agrobayê destkeftiya xwe ya ewil bi dest xist
10:57 Tiştên ku ji kantînê bi pereyên xwe kirîne hatine desteserkirin
10:33 Ji bo piştgiriya bi DEM Partiyê re li Şemrexê meş hat lidarxistin
10:22 Parêzerê Abdullah Ocalan: CPT ji saziyeke ku baweriyê dide derketî ye
09:43 DEM Partî ji bo Cîhanbeyliyê serferber bûye
09:07 Ebex wê hesabê 2019'an bipirse: Em ê bi DEM Partiyê re xwe bi rê ve bibin
09:06 DEM dê li Xinûsê bibe warê çareseriyê
09:05 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 123’yan de didome
09:04 Ji rojnameger Silêman Ehmed 156 roj nin agahî nayên girtin
09:03 Wêranşar li gel DEM Partiyê ye
09:02 Li dijî hilbijêrên sixte hilbijêrên livdar: Bi hezaran kesî serî li DEM Partiyê dan
09:01 Xizmên girtiyan: Hûn pêdiviyên wan pêşwazî bikin em jî dê pereyan neşînin!
09:00 ROJEVA 28’Ê ADARA 2024’AN
08:50 Li Girtîgeha Tîpa T a Xelatê êrişa provakatîf
08:49 Qesra Spî hewl dide Îsrarîlê ji bo hevdîtinan qaneh bike
27/03/2024
23:30 Li Agiriyê ciwanan bal kişand ser tecrîdê
21:53 Gergerlîoglû: Tu hêz nikare dengê 'Berxwedan jiyan e' bibire
21:49 Namzetên Mêrdînê li qadê ne: Em ê bi rêjeyeke zêde bi ser bikevin
21:37 Li Îzmîrê kuştina jinan hat şermezarkirin
20:35 Ji ber keyatiyê bi hev ketin: 4 jê giran 8 kes birîndar bûn
20:24 Polîsan nehişt EMEP'î biçin cem Emîne Şenyaşarê
19:54 Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
17:20 Turkdogan serdana TÎHV û ÎHD’ê kir
17:06 Zana çû serdana Nobeta Edaletê: Heke ne ji têkoşîna dayikan bûya dê zimanê me tune bûbûya
17:05 Hatîmogûllari: Me xwe bi hezaran kesan li qadê îspat kir
17:01 DEM Partî xebatên hilbijartinê didomîne: Em ê di 1’ê nîsanê de serkeftinê pîroz bikin
16:25 OHD’ê rapora xwe ya têkildarî girtîgehên Herêma Marmarayê eşkere kir
16:24 Hilbijêrên bitevger ji Mûglayê bi rê ketin
15:48 Şaredariyê 70 hezar lîre dan zêringirê ku ‘hewcehiya wî bi alîkariyê heye’!
15:42 Uçar: Ev hilbijartin di navbera kesên heqaret li Şêx Seîd kirin û neviyên Şêx Seîd de ye
15:26 Bersûcê Doza Hrant Dînk: Me agahiya cînayetê weke ku rojek piştî cînayetê girtibe rapor amade kir!
15:00 Bayindir li Qereyaziyê ye: Ev hilbijartin ji bo ziman û nasnameya kurdan referandûm e
14:58 Rewşa Yildiz a 75 salî aloz bû rakirin nexweşxaneyê
14:53 Li Qilebanê xebata belavkirina belavokan veguherî meşê
14:42 DEM Partiyê li Elkê perwerdeya ewlehiya sindoqan da
14:38 Şagirtên dibistanan birin mîtînga Erdogan
14:37 Rayedarê tirk: Daxwazeke Rûsyayê ya ji bo girtina êrişkaran tune bû
13:50 Baro û saziyên sivîl ji bo Îmraliyê bang li CPT’yê kirin: Ji bo çareseriyê gavê biavêjin
13:46 Li Çewligê bi tevlibûna hezaran kesan mitîng tê lidarxistin
13:42 Cezayê hucreyê dan 5 girtiyên ketine greva birçîbûnê
13:05 Rapora kesê pispor a Licikê: Xetere heye ku kîmyewiyên jehrî tevî Hewzaya Firatê bibin
12:14 YNK: PDK’ê li Kerkûkê bi Eniya Tirkmen re lihev kir û nirxên neteweyî firot
11:36 Bakirhan: Em li bin dara Rêya Sêyemîn bibin yek
11:23 Ji namzetên hevşaredariyê banga ‘xwedîderketina li sindoqan’
11:22 Di êrişên li ser sînor de 10 kolber birîndar bûn
10:38 Li Şirnex û Rihayê gelek kes hatin binçavkirin
10:24 Li bejahiya Hezroyê operasyona leşkerî û dorpêç
10:00 Parastvanên mafan: Girtina Yildiz binpêkirina mafê mirovan e
09:51 ‘Em ê her kesên ku xwe digihînin me em ê bibin ser sindoqan’
09:04 Êrişên DAIŞ'ê: Dixwaze vegere rewşa xwe ya beriya 2015'an
09:03 Girtiyên siyasî 122 roj in bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:03 155 roj nin agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:01 Malbatên Roboskê: Her raya ji AKP'ê re diçe dê wekî bombe li ser serê me bibare
09:01 Qeyûm navenda jinan salane bi hezar û 500 lîreyî da bi kirê
09:01 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şaredariyên neteweya demokratîk
09:00 Ji Egeyê bi hezaran hilbijêr ji bo qeyûman bişînin diçin bajarên xwe
09:00 AKP li Dîlovasiyê dest bi belavkirina bertîla hilbijartinê kiriye
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2024'AN
26/03/2024
23:59 Girtiyê nexweş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
22:48 Li Hezexê şahiya gel
20:54 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 62'yan de ye
19:58 Karwana DEM Partiyê li gundên Silopiyayê geriya
19:37 Namzetên AKP'ê yên Amedê beramberî rayan kartên BÎM'ê belav dikin
18:46 'DEM wê li Rihayê, Riha jî wê pir li DEM'ê bê'
16:50 Dozger xwest Keskîn û Yarkan bên cezakirin
16:47 Zana: Ji bo paqijkirina mejiyan şaredarî girîng in
16:40 Demîrel ji doza “heqareta serokkomar” beraet kir
16:23 Di Nobeta Edaletê de peyama israra domandina têkoşînê hat dayîn
16:11 Têkildarî tundiya polîsan a li Colemêrgê pûşnûmepirs dan Meclisê
15:59 DEM Partiyê xwest ji bo girtiyên nexweş li Meclisê komîsyon bê avakirin
15:58 Zilamekî hewl da li Rihayê jinekê bikuje
15:52 DEM Partî li qadan e: Em ji bo îradeya xwe ji qeyûm bistînin tên
14:55 Ji bo Yildiz a ser sedyeyê biribûn girtîgehê serî li AYM’ê dan
14:42 516 kes û saziyan bi daxuyaniyekê piştgirî dan DEM Partiyê
14:41 Li Mêrdîna dîrokî dîwarê îstînadê hilweşiya
14:40 Biryara domandina rewşa girtî ya kameravan Akkaya hate dayîn
13:40 DEM Partiyê der barê Ahmet Saymadî de daxuyanî da
13:05 Sonuk: Em ê bersiva pêwîst di 31’ê Adarê de bidin kesên îradeya jinan nas nakin
12:33 Li girtîgaha Tîpa S a Kavakê cezayên disiplînê yên keyfî
11:56 Li Hatayê bager û baran: Konteyner di bin avê de man
11:56 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
11:36 ‘Qada Newrozê wêneyê serkeftina me ya 31'ê Adarê bû'