Îlham Ehmed: Em niha kêliyên dîrokî dijîn
Ebd Hamid El-Mehbaş: EV kêlî wê bi tîpên zêrîn li dîrokê bên nivîsîn

img
DÊRA ZOR - QSD, li Heqil Omer a Dêra Zorê, bi merasimekê îlankirina tunekirina DAIŞ’ê aşkere kir. Îlham Ehmed serkeftina QSD‘ê li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahiya gelê Sûriyê, hemû hêzên leşkerî yên ku li dijî terorê şer kirine û bi taybet li YPJ‘ê û Koalîsyona Navdewletî pîroz kir. Ebd Hamid El-Mehbaş jî anî ziman ku ev kêlî wê bi tîpên zêrîn li dîrokê bên nivîsîn
 
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li gundê Baxozê ya bajaroka Hecîn a Dêra Zorê, bi operasyonên dawî yên li dijî DAIŞ’ê pêk anîn, hemleya xwe ya “Firtûneya Cizîrê” bi dawî kir.  Hêzên QSD’ê yên serketina hemû gelên cîhanê îlan kirin, bi koalîsyona navneteweyî re daxuyaniyek hevpar dan. Berî daxuyaniyê merasîma leşkerî pêk hat û merasîm bi sirûda “Ey Raqîb” dest pê kir. Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, di daxuyaniya li Sehaye Petrolê ya Omer hat lidarxistin de axivî û wiha got: “Herî dawî li Baxozê jî dagirkeriya DAIŞ’ê bi dawî bû. Em îlan dikin ku DAIŞ êdî binketiye. Şerê Kobanê yê bûye sembola berxwedana li dijî DAIŞ’ê, di heman demê bû destpêka xelasbûna DAIŞ’ê û piştî 5 salan DAIŞ li qadê bi binkeftinek mezin têk çûye. Em 52 hezar kîlometre axa Sûriyeyê azad kiriye. Di şerê li dijî DAIŞ’ê de me 11 hezar şervanên xwe winda kirin û 21 hezar şervanên me jî birîndar bûn. Em hemû şervanên xwe yên di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dayîn bibîr tînin û ji birîndaran re jî şîfa dixwazin.” 
 
ÎLHAM AHMET: EM KÊLIYÊN DÎROKÎ DINIVÎSIN 
 
Seroka Meclisa Rêveber a MSD’ê Îlham Ehemd serkeftina QSD‘ê ya li dijî DAIŞ‘ê li tevahî gelê Sûriyê pîroz kir û got: "Ji bo tinkirina DAIŞ‘ê rizgarkirina erdîngariyekê tenê têrê nake, pêvajoya bê hîna girîngtir e. Dosayaya DAIŞ‘îyên girtî ku hejmara wan derdora 5 hezarî ne bi dawî nebûye, divê li dadgehên navdewletî werin darizandin."
 
Seroka Meclisa Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed di merasîma serkeftina QSD’ê ya li dijî çeteyên DAIŞ‘ê ya li Heqil Umer de axivî. Îlham Ehmed serkeftina QSD‘ê li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahiya gelê Sûriyê, hemû hêzên leşkerî yên ku li dijî terorê şer kirine û bi taybet li YPJ‘ê û Koalîsyona Navdewletî pîroz kir. Ilham Ehmed hemû şehîdên ku di oxira rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê de canê xwe feda kirine, bi bîr anî. Îlham Ehmed got: "Em niha kêliyên dîrokî dijîn, dîrok dê vê bûyerê, fedekariya hêzên me yên leşkerî û keda gelê me yê welatparêz bi tîpên zêrîn binivîse.” 
 
Îlham Ehmed axaftina xwe wiha berdewam kir: “Hêzên me ev 5 sal in şerê vê nexweşiya ku welatê me parçe kiriye dike, bi kedeke mezin jiyana asayî û azadî vegeriya." Îlham Emed diyar kir ku hîn jî xeteriya DAIŞ’ê li herêmê bi dawî nebûye û wiha axivî: “Di vê kêliya ku têkçûna terorê tê ragihandin de, em dizanin ku hîna xeteriya wê li herêmên din ên Sûriyê heye. Em dibêjjin ku pêvajoya rizgarkirina erdîngariyê nayê wateya tinekirina terorê. Ji ber ku hîna hucreyên wê yên veşartî hene. Mertisiyên ji nû ve derketina DAIŞ’ê hene, heger bi rêya hêzên herêmî be anî jî bi rêya şaneyên veşartî be. Lew ra pêvajoya bê wê girantir be ji ber ku li hemberî şaneyên veşartî dê operasyon bêne lidarxistin. Her wiha divê dosyaya DAIŞ‘îyên girtî ku hejmara wan 5 hezar in were vekirin û bi rêya dadgeha navdewletî werin darizandin. Li aliyekî din jî malbatên wan ku hejmara wan zêdeyî 80 hezar kesin ji dosyayên bi girêk in divê were çareserkirin. Wekî Meclisa Sûriyeya Demokratîk em dibînin ku desteka navdewletî girînge divê berpirsyartiya xwe dewam bikin."
 
Seroka Meclisa Rêveber a MSD‘ê Îlham Ehmed, bang li hêzên aktîv ên li ser erdê û civaka navdewletî kir ku beşarî çareserkirina siyasî ya aloziya Sûriyeyê bibin û roleke erênî ji bo vegerandina penaberan di çarçroveya proseyeke siyasî de bilîzin.”
 
Îlham Ehmed di dawiya axaftina xwe de got: "Em bi hêvî ne ku pêngava serkeftinê gavekeke mezin ber bi aştiyê ve be. Carekeke din em dûbare dikin ku pêvajoya siyasî bêyî beşdarbûna nûnerên Rêveberiya Xweser wê bi sernekeve."
 
WÎLLÎAM BOBAX: XEBATÊN ME YÊN TUNEKIRINA DAIŞ`Ê DIDOMIN 
 
Nûnerê DYA’yê yê li dijî DAIŞ`ê William Robak têkçûna DAIŞ`ê pîroz kir û îşaret bi rola şervanên QSD`ê di tunekirina DAIŞ`ê de kir û tekez kir ku xebatên wan li dijî çeteyên DAIŞ`ê didomin. William Robak di merasîma ragihandina tunekirina DAIŞ`ê de ku li Heqil Umer ê Dêrazorê tê lidarxistin, axivî. Robak di destpêkê de bixêrhatina beşdaran kir û wiha anî ziman: "Dixwazim li şûna Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) daxuyaniyekê bidim. Em ji gelê Sûriyê re radigîhin ku DAIŞ`ê têk çû û herêmên di bin dagirkeriya wan de hatin rizgarkirin. Rizgarkirina herêman ji DAIŞ`ê stratejiyeke mezin da koalîsyonê û hevalbendên wê."
 
Robak destnîşan kir ku DYA`yê ji nava 59 dewletên di nava Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê de bi rola xwe serbilind e û wiha anî ziman: "Heger ne ji hevalbenên me li Sûriyê bûya û berdelên ku gelê Sûriyê dan, me nikaribû DAIŞ tune bikira." Robak di axaftina xwe de wiha got:"Em berdelên QSD`ê û hêzên ewlekariyê yên Iraqê ji bo serkeftinê pîroz dikin û em sersaxiyê ji malbatên hemû şehîdan re dixwazin." Robak diyar kir ku DAIŞ têk çû, lê xebatên wan ji bo tunekirina wan bi temamî didomin û wiha pê de çû: "Em ji detspêkê ve zelal in. Em ê destekê bidin xebatên koalîsyonê ji bo tunekirina DAIŞ`ê. Serok Trump got em ê her tiştê pêwîst li Sûriyê bikin."
Di dawiyê de Robak wiha got:"Em destekê didin biryara 2254’an da ku çareseriyeke siyasî li Sûriyê çêbe."
 
 
EBD HAMÎD EL-MEHBAŞ: EV KÊLÎ DÊ BI TÎPÊN ZÊRÎN LI DÎROKÊ BÊ NIVÎSÎN 
 
Ebd Hamid El-Mehbaş da zanîn ku şerê Kobanê bû bingeha rizgarkirina tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. El-Mehbaş anî ziman ku hêja ye ku navê QSD’ê bikin hêzên aştiyê. Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê  Sûriyê Ebd Hamid El-Mehbaş di merasîma ragihandina tunekirina DAIŞ`ê de axivî, serkeftin pîroz kir û wiha got: “Ev roj ji bo gelê Sûriyê û tevahiya cîhanê rojeke dîrokî ye. Wê dîrok van kêliyan bi tîpên zêrîn binivîse ku ew jî ragihandina serkeftinê û rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji terorê bû.”
 
El-Mehbaş wiha got: “Hêzên Sûriya Demokratîk erka xwe bi awayekî serkeftî bi cih anî.  Ev hêzên hêja ne ku em wan wek hêzên aştî û mirovahiyê bi nav bikin.”
El-Mebhaş da zanîn ku DAIŞ`ê erdnîgariyeke berfireh ji axa Sûriyê ji Reqa, Tebqa, Girê Spî û heta sînorê Şamê li kampa Yermûk, herêmên nêzî Siwêdayê û sînorê bi Tirkiyê re kontrol kirin û wekî nexweşiya penceşêrê belav bû û wiha dewam kir: “Lê dermanê vê nexweşiyê li Kobanê dest pê kir. Şervanên YPG û YPJ`ê dest bi şerê pêşîgirtina berfirehbûna terorê kir.”
El-Mehbaş di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Rêveberiyên Xweser û sivîl li hemû herêmên rizgarkirî hatin avakirin. Ev rêveberî bûn bersiv ji pêvajoyê re û destek da şêniyan û tevî derfetên kêm pêwîstiyên koçerban bi cih anîn.”

Sernavên din

09:01 Li Çiyayan bayê biharê
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 149’an de didome
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 182 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2024'AN
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê
08:12 Xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin
08:05 Polîs bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê girtin
22/04/2024
22:41 Mîhrîcana şanoyê di roja 5’emîn de didome
22:29 Li Geverê 12 kesên hatibûn girtin hatin berdan
20:48 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 84'an de ye
20:46 Di navbera Tirkiye û Iraqê de 26 peyman hatin îmzekirin
17:02 Qeyûm li Êlihê 3 milyar û 53 milyon û 977 hezar TL deyn hişt
15:32 Li Bagokê dengê çekan bilind dibe
14:43 Pîra 81 salî Makbule Ozer dîsa girtin
14:35 Tekoşîn û şanoya kurdan bi hev re girêdayî ye
14:31 Qeyûmê Kopê 165 milyon û 226 hezar û 845 tl deyn hişt
13:57 Bakirhan serdana ajansên JINNEWS û MA’yê kir
13:05 Berdevka DEM Partiyê: Em ê nexşerêya xwe bi rêya sêyemîn pêş bixin
13:04 Serokkomar Erdogan çû Bexdeyê
12:29 Walî 5 gundên Bagokê ji çûn û hatinê re qedexe kir
12:18 Rejîma Îranê 5 sal ceza li hunermendê kurd birî
12:01 Polîsan li Dêrsimê 5 û li Rihayê jî kesek binçav kirin
11:24 Ji bo Erdogan kolanên Hewlêrê bi alên tirk xemilandin
11:12 DFG: Salên 90'î bû destpêka serdemek nû
10:47 DEM Partî: Têkoşîna heqiwetê bênavber didome
10:28 Statûya Başûr di xetereyê de ye
10:07 Li Edeneyê qeza pêk hat: 3 kes mirin
09:53 Jinên êzidî dest bi xweparastinê dikin
09:51 Qeyûmê Geverê ji bo emniyet, pîrozbahî û şirînahiyê bi milyonan lîre xerc kiriye
09:15 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 148'an de didome
09:01 181 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 Prz. Demîr: Tecrîda li Îmraliyê dê bi têkoşîna hevpar ji holê rabe
09:01 Nivîskar Karacabey: Rika hunermendan desthilatê tîne xwarê
09:00 Rojnameger Karadaş: Dibe ku şer li Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve
09:00 ROJEVA 22’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:28 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Statû di xetereyê de ye’ derket
21/04/2024
23:43 Li Amedê mihrîcan didome
21:49 Li Erziromê qezaya trafîkê çêbû: Miriyek û 6 birîndar hene
20:05 Encamnameya Civata Giştî ya KNK'ê: Êdî dema yekitiyê ye
18:06 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 82’emîn de domiya
17:50 Amedspor alîgirên xwe xemgîn kir
16:54 KNK: Li dijî êrişan hewcehî bi helwesta seferberiyê heye
16:20 Astengdarê zihnî Gezer ê hedef hatibû nîşandan hate girtin
15:42 Li Turhalê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
15:36 Di lijneya KNK’ê de bal kişandin ser ‘yekitiyê’
15:32 Maça ‘şampiyoniyê’ ya Amedsporê dest pê kir
15:19 Kenan Bakay piştî 30 salan hate berdan
15:11 ‘Kesekî astengdar çawa dibe rêveberê partiyê’
15:01 Çandar: Rêzê ji bo îradeya gel bigirin
14:04 Li Amedê beriya maçê coşa ‘şampiyontiyê’
14:03 Di êrişên Îsraîlê de zêdetirî 34 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
14:03 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Jinan erdnîgarî bi rengê morê xemiland
12:49 Beriya maça Amedspor-Igdirsporê 2 kes hatin binçavkirin
11:50 Rejîma Îranê 10 sal cezayê hefsê da mamosteya kurdî
11:36 Metîna bi dijwarî tê bombebarankirin
10:56 Tirkiye ji hêla enflasyona bilind ve li cîhanê di rêza 4’emîn de ye
10:36 Dr. Pashang: Di krîza Rojhilata Navîn de tenê rêyeke kurdan heye ew jî yekitî ye
10:14 Amedsporê ji ber ‘bilêtên sexte’ hişyarî da
10:07 Kovara Jînê di hejmarê nû de bal kişand ser mafên zarokan
10:06 Beriya serdana Erdogan li dijî Metînayê êrişeke nû hate destpêkirin
09:21 Albayrak ê AKPî li Xelfetiyê 460 milyon û 601 hezar TL deyn hişt û çû
09:20 Jin wê her roj ji bo Abdullah Ocalan nameyan ji CPT'yê re bişînin
09:05 180 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:00 Mîrateya berxwedêran: Rojnamevaniya Kurd
09:00 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê: Em qedexeyan pûç dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2024'AN
08:42 Li Fûara Pirtûkan a Îzmîrê bêtehemûliya li dijî ‘Kurdistanê’
08:41 Şaredariya Sûrê hedef hatibû girtin: Kesê hatiye binçavkirin astengdarê zîhnî ye
00:01 Tîma Jinan a Amedsporê hevrika xwe bi scora 3-1'an têk bir
20/04/2024
23:37 Li Baselê ji ciwanan panela 'azadiya Ocalan'
22:50 DEM Partî: Mîhadê siyaseta li ser ala û sirûdê derbas bûye
21:17 Hevşaredaran ji wezart û Dîwana Muhasebatê mufetîş xwestin
19:29 Ji endamê KNK'ê Ûzûn banga konferansa yekîtiya neteweyî
17:17 Şaxa OHD’a Stenbolê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
16:54 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
16:54 Gelek rêxistinên pîşeyî serdana Emîne Şenyaşarê kirin
16:28 Li Geverê deynên ji qeyûm mane hatin daliqandin
16:20 Derbarê 15 girtiyan de lêpirsîna dîsiplînê hate destpêkirin
16:10 Der barê Şaredariya Sûrê de lêpirsîn hate destpêkirin
15:48 ÎHD'ê Ermenên windakirî bi bîr anî û got: Xwedî li mafên zanînê derkevin
15:42 Hate xwestin ku girtiyên nexweş Kaya û Guvel bên berdan
15:13 Ji bo bendava Cizîrê biryara ‘îstîmlaqkirina lezgîn’ a 255 parselan
15:02 Malbatên windakiriyan li 3 bajaran hatin bahev: Bila faîl bên darizandin
14:58 Civîna Dema Navberê ya KNK’ê dest pê kir
14:25 Mihrîcana Şanoyê ya Amedê: Gotubêja ‘Di şanoyê de dîroka guherînan’
14:02 Aqûbeta Keremoglû yê beriya 29 salan hate windakirin hate pirsîn
12:09 Şaredarê YRP’î bi micirkirina pêşiya avahiyê xwe dest bi kar kir
12:07 Li Colemêrgê hezaz çêbû: Pez di bin axê de man
11:32 Muslim: PKK hincet e, armanc Kerkuk û Silêmanî ne
10:36 Meleyê li zarok daye hate berdan
10:36 Bakirhan: Perspektîfa me ya serdema nû zelal e; em ê xwe birêxistin bikin, mezin bibin
10:22 Midûrê dibistanê yê 9 xwendekar tacîz kirine hate girtin
10:05 Wanî: Bi rêvebirina bajar a bi hev re em dikarin texrîbatên qeyûm ji holê rekin
09:34 Ne bikaranîna tiryakê pirtûka Ocalan sûc hat dîtin!
09:16 Rojnameger Silêman Ehmed 179 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:15 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 146 roj in di çalakiyê de ne
09:13 ÎHD: Girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kurkçulerê 3 sal in nayên dermankirin
09:09 Nameyên girtiyê wekî hincet hatin nîşandan û berdana wê 11 mehan hat taloqkirin
09:07 Navnîşana 1'ê Gulanê Qada Taksîmê ye