MÛŞ – Hat gotin ku li zarokê ji ber broşura hilbijartinê ya HDP'ê xwendiye, di çarçoveya Qanûna Qebehetan de ceza hatiye birîn.
Li Taxa Zafer a Kopa Mûşê, hat gotin ku zarokê 16 salî yê bi navê C.K. ji ber broşura hilbijartinê ya HDP'ê xwendiye, polîsan pêşî li GBT'ya wî neriye, zarok derb kirine û paşê di çarçoveya "Qanûna Qebehetan" de 320 lîre ceza lê birîne.